ROJANE
Hate ragihandin ku Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê 23'ê Tîrmehê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.
Pinar Kandal diyar kir ku jin bawer dikin ku eger pêvajoya aştiyê bi rengekî erênî bi encam bibe wê tevkariyê li bidawîkirina dejenerebûna civakî jî bike û destnîşan kir ku hêviya wan a ji pêvajoyê mezin e, lê belê ji ber helwesta dewletê bi fikar in.
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ragihand ku ew bi heyeta AKP’ê û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re avakirina çarçoveya qanûnî nîqaşkirine û ew armac dikin ku di demek nêz de bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.
Franco Danieli anî ziman ku serketina pêvajoyê bi azadiya Rêber Apo dibe û got, "Mafê zimanê dayikê, azadiya ocalan, mafê hêviyê û rûbirûbûna bi rabirdûyê divê hîmên esasî yên pêvajoyê bin."
Hişyar Ozsoy diyar kir ku pirsgirêka Kurd tenê bi nêzîkatiya çek danînê çareser nabe û got, “Ev ne meseleyeke hêsan a çek danînê ye; parametreyên çarçoveya siyasî ya siberojê wê di vê qanûna kok de bê diyarkirin.”
Hemû Nûçe
-
Ji bo gardiyan erka lêdanê!
Parêzer Canan Ûçar li hemberî guhertinên bi Pakêta Ewlekariya Hundir re li girtîgehan tê kirin bi gotina "Ev gav, gava veguherandina girtîgehan weke girtîgeha Amedê ye" nerazîbûn nîşan da.
-
Li Ewropayê armanc 400 hezar deng e!
Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Eyup Dorû diyar kir ku ew li gelemperiya Ewropayê bi 9 hezar kesî re dixebitin û got, "Heta niha me bi 81 hezar kesî re rû bi rû hevdîtin kirin. Armanca me li gelemperiya Ewropayê 400 hezar deng e."
-
Demîrtaş: Dema rabûna gelê Derya Reş hatiye,
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş bi rêveberên HDP’ê yên herêma Derya Reş re civiya. Demîrtaş destnîşan kir ku herêma Derya Reş ji bo têkoşîna şoreşgerî ya li Tirkiyeyê xwedî roleke pêşeng e.
-
Seferên Viyana-Hewlerê hatin betalkirin
Di demeke ku li dijî barbariya DAIŞ'ê li Başûrê Kurdistanê têkoşîn dewam dike de, ji ber pirsgirêka ewlekariyê seferberên balafiran ên ji Viyanayê ber bi Hewlêrê bi awayekî demkî hatin betalkirin.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Girtina endamê EMEP'ê Tulek hat şermezarkirin
Li Dêrsimê, girtina xebatkarê Şaredariyê û endamê Cîgir ê Desteya Rêveberiya Bajêr a Dêrsimê ya Partiya Kedê (EMEP) Hasan Tulek bi hinceta 'propaganda rêxistinê' bi awayekî girseyî hat protestokirin.
-
Li Mîlano û Munchenê xebatên hilbijartinê
Li bajarê Îtalya Mîlanoyê, komîsyona hilbijartinê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê bê navber dewam dike. Li bajarê Elmanya Munchenê jî bi civînekê re xebatên komîsyona hilbijartinê hatin nirxandin.
-
-
Ji Yasîn Aktay banga ‘li dijî PKK’ê çekan rakin’
Derket holê ku nivîskarê Rojnameya Yenî Şafakê Yasîn Aktay li Wanê tevlî civînekê bûye, bang li aliyê Îslamî kiriye ku ‘li dijî PKK’ê çekan rakin’. Nûnerên Saziyên Civaka Sivîl bertek nîşanî Aktay dan û civîn terk kirin.
-
Heyeta HDP’ê çû Îmraliyê
Heyeta HDP’ê ji bo ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, ber bi Girava Îmraliyê ket rê.
-
-
HDP'ê destek da greva kedkarên tenduristiyê
HDP'ê polîtîkayên tenduristiyê yên AKP'ê rexne kir û destek da greva kedkarên tenduristiyê. HDP'ê got, "Em daxwaza kedkarên tenduristiyê weke daxwaza hevpar a hemû kedkar û bindestan dibînin."
-
Parlamenta Ewropa: Divê Rojava were destekkirin
Parlamenta Ewropayê di biryara xwe ya li ser gefa çeteyên DAIŞ'ê de, hêzên YPG û pêşmergeyan ji ber berxwedana nîşan dan, pîroz kir. PE di biryara xwe de diyar kir ku Rojava li gorî pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî tevdigere û divê were destekkirin.
-
-
-
PE biryar da bi her awayî destekê bide Suryaniyan
PE, ji bo nirxandina rewşa gelê Asûrî-Suryanî yê li Herêma Xabûrê û Deşta Nînova, civiya. Di civînê de biryar hat dayîn ji bo gelê Suryanî yê li Deşta Nînova û Herêma Xabûrê herêma ewlekariyê "Save Heaven" bê avakirin.