ROJANE
Hemû Nûçe
-
Demîrtaş: AKP neçar e hesabê her şaşitiya xwe bide
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin, ku pêvajo nayê wateya agirbesta siyasî di navbera HDP û AKP'ê de û destnîşan kir, ku AKP neçar e hesabê her şaştiya xwe bide. -
HDK: Em piştgiriyê didin greva kedkarên tenduristiyê
Meclîsa Tenduristiyê ya HDK’ê diyar kir ku tenduristî kirine bi pereyan û bal kişand ser mêtingeriya xebatkarên tenduristiyê û got ku polîtîkayên AKP’ê li pêşiya tenduristiya civakê asteng e. -
Li Tîkrîtê pevçûnên li nava kolanan dewam dikin
Operasyonên leşkerên Iraqê û milîên Şîa Haş el Şabî yên li Tîkrîtê li dijî çeteyên DAIŞ'ê hatine destpêkirin, dişidin. -
Di çalakiyên Berkîn Elvan de 39 kes hatin binçavkirin
Li Stenbol û Rihayê di çalakiyên bîranîna Berkîn Elvan de 39 kes hatin binçavkirin. -
Malbata Karakoç vê carê li dijî demboriyê têdikoşin
Hasan Karakoç yê ku ev 20 sal e ji bo kujerên birayê Ridvan Karakoç bê cezakirin hewl dide, niha jî ji bo dosya nekeve ber demboriyê têdikoşe. -
'Rast fêmkirina darbeya 12’ê Adarê di roja me ya îro de girîng e’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Harûn Koçgirî darbeya 12’ê Adarê nirxand û diyar kir ku di roja me ya îro de li Tirkiyeyê hem di navbera hêzên hegemonîk de û hem jî di nava aliyên civakî de nakokî gelek tund e. -
Aydogan: Kê plakayên wesayîtên zirxî li Amedê jêkirin?
Parlamentera HDP’ê Aydogan, diyar kir ku piştî li Cizîrê li Amedê jî wesayîtên zirxî bê plaka digerin û mijar anî rojeva Meclîsê. -
‘Hilbijêrên qeydên wan tine divê qeydên xwe bikin, xwedî li mafên xwe derkevin’
Koordînasyoan Hilbijartinê ya HDP’ê ya Ewropayê bang li hilbijêrên qeydên wan tine kir da ku qeydên xwe bikin, xwedî li mafên xwe yên qanûnî û dengên xwe derkevin. -
‘Ragirtina girtiyên siyasî û edlî li heman hucreyê provokasyon e'
Endamên TAY-DER’ê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş ên bi navê Îbrahîm Tekîn û Abdulbarî Kalkan ku li girtîgeha Şakranê ne û gotin ku girtiyên edlî û siyasî ligel hev tên dermankirin. -
Berkîn Elvan li Pirsûsê bi nan û nepoxan hat bîranîn
Welatiyên Pirsûsê di salvegera qetilkirinê de Berkîn Elvan bi nan û nepoxan bibîr anîn. -
Derket holê ku erdê dane TURGEV’ê aîdî sê xwişk û bira ne
Erdê li Şîşliyê ya TURGEV’ê ku vekirina wê Erdogan kir, derket holê ku aîdî sê xwişk û birayan Abaci, Umît Devecî û Ugur Devecî yên ku bi salan e tapoyên wan bi keyfî nayên dayîn e. -
'Em dengê xwe bidin HDP'ê, hesab ji faşîzma AKP'ê bipirsin'
AGÎF bang li hemû Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn kir ku dengê xwe bidin hêviya gelan HDP'ê û ji faşîzma AKP'ê hesab bipirsin. -
Nerazîbûna li Grûp Yorûm zêde dibe
Nerazîbûna li Grûp Yorûm ku gotibû "Em rewşa li Rojava weke şoreşê nabînin" li Kurdistanê zêde dibe. -
'Hikûmet pirsgirêka penaberiyê çareser nekir'
Serokwekîlê Koma HDP’ê Baluken têkildarî veguherandina bajarvaniyê pêşnûmeyek pêşkêşî meclîsê kir û diyar kir ku pirsgirêka koçberiya ber bi bajaran ve çareser nebûye û hikûmet dibe sedema zêdebûna koçberiyê. -
Li Yozgatê xwendekarên Kurd rastî êrîşê hatin
Li Zanîngeha Bozok a Yozgatê ulkucî-faşîstan êrîşî xwendekarên Kurd û demokrat kirin. -
Gelek kesên ku DAIŞ esîr girtibûn fîrar kirin
Gelek kesên li bakurê Helebê di destê çeteyên DAIŞ’ê de bûn fîrar kirin. Di nav kesên ku fîrar kirin şervanên YPG û El Ekrad jî hene. -
Li Celle buroya hilbijartinê ya HDP’ê hat vekirin
Siyasetmedarê Kurd Siwereg di vekirina buroya hilbijartinê ya Celle de got ku ji bo benda hilbijartinê bê derbaskirin divê her alî piştgiriyê bidin HDP’ê. -
Li Zanîngeha Egeyê 4 xwendekar hatin binçavkirin
Li Zanîngeha Egeyê, xwendekarên hesinê li herêma bi navê 'Qada Hozan Serhad' hat bicihkirin protesto kirin, hatin binçavkirin. -
Li Skoçyayê xebatên hilbijartinê bê navber dewam dikin
Ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, Kurdên li Ewropayê di nava xebateke berfireh û xurt de ne. -
Hûn ne bi tenê ne
Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê Şaxê Stenbolê, ji bo girtiyên nexweş xwe bigihînin wan bi serenavê "Hûn ne bi tenê ne" îlanek amade kir. -
HDP’ê der barê Wezîr Babacan de pêşniyazpirs da
HDP’ê bi sedema polîtîkayên aboriyê yên şaş birê ve birine der barê Alîkarê Serokwezîr Babacan de pêşniyazpirsek da. -
ATÎK, bang li tevayî bindestan kir ku HDP’ê destek bikin
ATÎK, aşkera kir ku wê di hilbijartinan de piştgiriyê bide HDP’ê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku HDP adresa çareseriyê ya karker, ciwan, jin, LGBTÎ’yî, Kurd, Ermenî, Elewî, tevayî beşên li sirgûnê û bindestan e. -
HDP’ê daxwaz kir ku lîste bên kontrolkirin
Endamê Desteya Rêveber a HDP Sezayî Temellî got, "Divê gelê me lîsteyên hatine daliqandin kontrol bikin, ger îtîraza wan hebe divê di pêvajoya îtîrazê de serî li amîriya mulkî bidin." -
Xebatên hilbijartinê yên li Belçîkayê hatin nirxandin
Saziyên dan xuyakirin ku ew ê di hilbijartinên Hezîranê de destekê bidin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi civîneke çapemeniyê re xebatên xwe nirxandin. -
Li Gelsenkirchenê Kurd û welatiyên ji Derya Reş ji bo HDP'ê dixebitin
Li bajarê Elmanya Gelsenkirchenê, Kurd û welatiyên ji herêma Derya Reş, ji bo destekkirina HDP'ê bi hev re dixebitin.