ROJANE
Hemû Nûçe
-
HDP û hikûmeta AKP’ê daxuyaniyek hevpar dan
Heyeta HDP’ê ya Îmraliyê û rêveberên hikûmetê, der barê pêvajoya çareseriyê de daxuyaniyek çapemeniyê ya hevpar dan. -
Hevdîtina HDP-Akdogan destpê kir
Heyeta Îmraliyê ji bo bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de hevdîtinê bike çû Ofîsa Serokwezîr a Dolmabahçeyê. Çavlirê ye heyet û Alîkarê Serokwezîr Akdogan bi hev re daxuyaniya hevpar bidin. -
Şefê polîs xwe gihand pirsgirêka PKK’ê!
Li Meclîsa Federal tişteke yekem car pêk hat. Qedexeya PKK’ê ya 22 salan cara yekem rojek beriya li desteya giştî hat nîqaşkirin. -
Divê Swêd ji bo cînayeta Palme lêborînê ji Kurdan bixwaze
Nivîskar-lêkolînerê Kurd Şoreş Reşî ku bi salan cînayeta Olof Palme lêkolîn kir û der barê mijarê de pirtûk nivîsand, diyar kir ku dewleta Swêdê bi zanebûn hewl daye ku cînayeta Palme biavêje ser milê tevgera azadiya Kurd. -
Ez ne ji bo nivîsandina şer, ji bo nivîsandina aştiyê li Amedê me
Rojnamegera Hollandî Frederîke Geerdînk li Amedê dijî û meha buhrî ji ber nivîsên ku di çapemeniya civakî de nivîs û ji ber hinek nûçeyan hat binçavkirin, di 8’ê Nîsanê de bi sûcdariya ku ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ wê derkereve pêşberî dadger. -
Ji Dadgeha Destûra Bingehîn biryara Tûncel
Dadgeha Destûra Bingehîn, îtîraza Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Sebahat Tuncel a têkildarî doza ku bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn nirxand. -
Li Kayseriyê karkerekî jiyana xwe ji dest da
Li Kayseriyê karkerî ji ber profîla lûleyê li sînga wî ket, jiyana xwe ji dest da. -
UNESCO li dijî qetlîama çand û dîrokê ya DAIŞ dike, banga lezgîn kir
Li Mûsil a di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye, qetlîama çandî dewam dike. Rêxistina Çand û Zanistên Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) banga civîna lezgîn li Konseya Ewlekariyê kir. -
Li Bazîdê 3 leşker hatin kuştin
Hat ragihandin, ku li Bazîdê leşkerekî ji ber sedemeke ne diyar 3 leşker kuştiye. -
Zekaya sûnî: Kompîtura ku xwe bi xwe hîn dike hat hilberandin
Şîrketa DeepMînd a aîdî Googlê ye, zekayeke sûnî ya ku dikare bi xwe hîn bike û di hinek lîstikên vîdeoyê de dikare mirovan têk bibe hat pêşxistin. -
Talankirina xezîneyê ji aliyê Turgevê ve didome
Derket holê ku Yurda TURGEV a Şîşliyê ku di 25’ê Sibata 2015’an de vekirina wê ji aliyê kurê Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, Bîlal Erdogan ve hat kirin, bêusûl hatiye bikaranîn. -
Berbazê tê îdîakirin îxbara TIR'ên MÎT'ê kiriye hat girtin
Di lêpirsîna li ser sekinandina TIR'ên MÎT'ê yên li Kirikhanê de, berbaz H.A. ê tê gotin îxbar kiriye hat girtin. -
Dora li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Asûrî/Suryaniyan bang kir
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Dora bal kişand ser êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Asûrî/Suryaniyan û diyar kir ku êrîşên qetilkirin û revandinê zêde bûne. Dora bang li saziyên navneteweyî û hêzên demokratîk kir ku bi lezgînî bikevin nava tevgerê. -
Faşîstan li Zanîngeha Enqereyê bi çekê êrîş kirin
Li Fakulteya Ziman Dîrok û Cografya de, ji ber êrîşa faşîstan wezîfedarekî ewlekariyê yê taybet û du xwendekarên welatparêz-demokrat birîndar bûn. -
HDP li Danîmarkayê civînên xwe yên herêmî didomîne
Koordînasyona HDP’ê ya Danîmarkayê ji bo hilbijartinên giştî yên di 7’ê Hezîranê de wê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk bên civînên xwe yên herêmî didomîne. -
Ji Awûstûryayê 'Qanûna Îslamê' ya nû: Tirkiye nema dikare mele bişîne
Parlamenta Awûstûryayê, ji bo pêşî li rêxistinbûyînên olî yên tund bigire, qanûneke nû derxist. -
Tanriverdî: Li girtîgehê tecawiz û îşkence kevneşopiya dewletê ye
Serokê ÎHD’a Mersînê Alî Tanriverdî got: “Di rastiyê de karneya girtîgehên Tirkiyeyê qet ne paqij e. Bi bûyerên taciz, şîdet, tecawiz û komkujiyan tijî ye. Tiştên îro li zarokan tên kirin jî berdewama vê kevneşopiyê ye.” -
Neues Deutschland bi manşeta 'Şervanên azadiyê yên qedexe' derket
Ji rojnameyên rojane yên Elmanyayê Neues Deutschland, ji bo destekê bide pêşniyarnameya Partiya Çep a ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê, îro bi manşeta 'Şervanên azadiyê yên qedexe' derket. -
Kampanya 'Bila qedexeya li ser PKK'ê rabe' ya zanyaran dewam dike
Di çarçoveya kampanya rakirina qedexeya li ser PKK'ê de 5713 îmzeyên bi pêşengiya komek ji zanyaran û aktîvîstên aştiyê hatin komkirin, ji bo bigihîne Serokwezîr Merkel, radestî serokwezaretiyê hatin kirin. -
Li Zanîngeha Marmara êrîşa nîjadperest
Komeke nîjadperest li Kampûsa Haydarpaşa ya Zanîngeha Marmara, êrîşî xwendekarên Kurd kirin -
Kose: Divê Îran darvekirinan tavilê bisekinîne
Berpirsyarê Mafên Mirovan ê Partiya Çep a Sosyal Demokrat a Swêdê parlamenter Serkan Kose diyar kir ku Hikûmeta Swêdê ji bo sekinandina darvekirinên li Îranê di nava hin hewldanan de ye û wê van hewldanên xwe dewam bike. -
Birçîbûn û xizanî zêde dibin
Ji bo kedkarên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dijîn sînorê birçîbûnê hezar 308, sînorê xizaniyê jî 4 hezar 256 TL hat diyarkirin. -
Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Çerkezoglû û gelek karker hatin binçavkirin
20 jin gelek karkerên avahiya rêveberiyê ya Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Maltepeyê dagir kirin, ku Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû jî di nav de bû, bi lêdanê hatin binçavkirin. -
Rapora Amnesty a 2014'an: Herî zêde sivîlan ji şer zerar dîtin
Li gorî Rapora Mafên Mirovan a 2014'an, ku ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve hat weşandin, pevçûnên li gelemperiya cîhanê herî zêde zerar dane sivîlan. Di raporê de bal hat kişandin ser zêdebûna îşkence, tecawiz û revandina mirovan. -
Saziyên li Hamburgê lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê
Saziyên li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hamburgê hatim cem hev, bi armanca destekkirina HDP'ê lez dan xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê.