ROJANE
Hemû Nûçe
-
Mêrdîn ji aliyê polîs û leşkeran ve hatiye dorpêçkirin
Beriya mîtînga Ahmet Davûtoglû ya li Mêrdînê, bajar ji aliyê leşker û polîsan ve hatiye dorpêçkirin. -
Li Parîsê Cem a Xizir
Li Dergaha Elewî ya Pîr Sûltan a li Parîsê duh Cem a Xizir hat çêkirin. Cem li eleqeyeke mezin rast hat. Bi sedan canên Elewî û dostên wan beşdarî cemê bûn. Li posta Pîr Pîr Riza Yagmûr, Pîr Alî Balî û dayika herî temendirêj a cemê, rûniştin. -
PGDM: Em bang li gelê Suryanî, Asûrî, Keldanî dikin destekê bidin HDP'ê
Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê (PGDM) bang li gelê Asûrî, Suryanî û Keldanî kir ku di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîrana 20154'an de destekê bidin HDP'ê. -
HDP li Norwêcê ji %50 ê dengan dixwaze
Mîna li gelemperiya Ewropayê, Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Norwêcê jî ji bo hilbijartinên giştî dest bi kar kirin. -
Telefonên desta bandorê li zêdebûna tumoran dike!
Nîqaşên li ser bandora pêlên elektro-manyetîk ên telefonên destan di kanserê de, li cîhana zanistiyê dewam dikin. -
Kurkçu: Divê hilbijêrên li Ewropayê biçin ser sindoqan
Ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê, koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li herêma Paris-Ile De France dijîn, roja Şemiyê li Sarcellesê panelek lidar xistin. -
Dadgerê Elman got ‘Ez li hember têkoşîna Kurdan rêzdarim’ û 6 sal ceza da!
Ji doza siyasetmedarê Kurd Abdullah S. ku nêzî 2 sal in li Dadgeha Eyaletea Dusseldorfê didome 6 sal ceza derket. -
WHO: 1 mîlyar ciwan bi xeteriya kerbûnê re rû bi rû ne
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da û diyar kir ku zêdeyî mîlyarek ciwan, ji ber bi dengekî bilind li muzîkê guhdarî dikin dikare guhê wan giran bibe. -
Parlamenterên Ewropî ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bang li YE kirin
Bi dehan parlamenterên li Parlamanta Ewropayê, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) û Komîsyona Ewropayê kirin. -
Li Strasbourgê xebatên hilbijartinê yên HDP'ê dewam dikin
Li bajarê Fransa Strasbourgê, komîsyonên li 8 herêmên cuda ji bo hlibijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê hatine avakirin, xebatên xwe dewam dikin. -
Eren Keskîn: Divê Ewropa zextê li Tirkiyeyê bike
Parêzvana Mafên Mirovan Eren Keskîn ku wek vexwendiya Navenda Olof Palme li Swêdê ye diyar kir ku penaberên ji ber şerê Sûriyeyê reviyane û hatine Tirkiyeyê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne. -
Komîsyona Hilbijartinê ya Mîlano: Divê hilbijêr kontrolên xwe bikin
Li bajarê Îtalya Mîlano, dengdayîn wê di 29-31'ê Gulanê de were kirin. Komîsyona hilbijartinê ya Mîlano diyar kir ku ji bo kar û barên hilbijêran ew amade ne alîkariyê bide. -
Li Marsê bi qasî okyanûseke mezin av hebû
Lêkolînên li ser hebûna av û jiyanê ya li Marsê, roj bi roj zêde dibin. Derket holê ku li gerstêrka sor, demekê bi qasî mezinahiya Atlantîk, av hebû. -
Çeteyên DAIŞ'ê Nemrûd a antîk bi buldozeran hildiweşînin
Dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê, Nemrûd a antîk a li Iraqê bi buldozeran hildiweşînin. -
HDP’ê êrîşa AKP'yiyan bir DDB Û DMME
Parlamenterê HDP’ê Kaplan, êrîşa AKP’ê ya li Meclîsê bir DDB û DMME. Kaplan, got ku AKP’yiyan teror meşandine û dîmenên parlamenterên êrîş kirine û razane kir dosyaya serlêdanê. -
Wekîlê Elman Aken: Kobanê bi vê alê azad bû
Biryara rakirina mafê 'destlênedanê' ya parlamenter Nicole Gohlke ya ji ber rakirina ala PKK'ê, li Meclîsa Federal hat qebûlkirin. Ji bo protestokirina vê biryarê wekîlê Partiya Çep Jan Van Aken ala PKK'ê vekir û got, "Kobanê bi vê alê azad bû." -
HDP'ê ji Meclîsê xwest li Zanîngeha Çewlikê lêkolînê bike
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken, der heqê nelirêtî û zextên li Zanîngeha Çewlikê de ji Meclîsê xwest lêkolînê bike. -
Li Kolnê ekîba ji 327 kesî ji bo HDP'ê dixebite
Li Kolnê bi ekîbeke ji 327 kesî re xebatên hilbijartinê bi berfirehî tên meşandin. -
Çeteyên DAIŞ'ê 5 Elewî qetil kirin
Çeteyên DAIŞ'ê avêtin ser gundekî li bejahiya Hamayê û 5 Elewiyên sivîl qetil kirin. -
Balafireke din a leşkerî ket xwarê: 2 pîlot mirin
Li Konyayê di 'Tetbîqata 2015 a Bazê TURAZ' de balafireke şer ket xwarê û 2 pîlot mirin. -
Ulusoy: Ji bo pêvajoyê têkoşîn wê bidome
Seroka Giştî ya ESP’ê Sultan Ulusoy, ji bo daxuyaniya ku hevpar a HDP û AKP'ê ya li ser pêvajoyê got: “Hikûmet, li pêşberî hêza têkoşîna azadî û aştiyê, li pêşberî asta nû ya têkoşîna gelê Kurd, neçar ma vê daxuyaniyê bide.” -
Li Toronto komîsyona hilbijartinê hat avakirin
Navenda Civaka Kurd a Toronto, ji di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de destekê bide HDP'ê, dest bi kar kir. -
Endamekî DAIŞ'ê li Dusseldorfê hat binçavkirin
Li Elmanyayê, li hemberî kesên ji Sûriye û Iraqê ji nava rêxistinên çete vegeriyane, operasyon dewam dikin. Çeteyekî endamê DAIŞ'ê yê ji Balafirgeha Dusseldorfê ket hundirê welêt, bi biryara dozgeriyê hat binçavkirin. -
'Dest ji barbariyê berde, ji bo pêvajoyê gavê biavêje'
Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Tirkên Afro Yalçin Yanik bal kişand ser daxuyaniya HDP'ê ya bi Hikûmeta AKP'ê re kir û ji hikûmetê xwest, ku der heqê 10 xalan de gavê biavêje û 'Pakêta Ewlekariya Hundir' betal bike. -
Li Toronto ji bo hilbijartinan komîsyon hatin avakirin
Bi armanca piştgiriya ji HDP’ê re li Toronto komîsyon hatin avakirin.