Berbazê tê îdîakirin îxbara TIR'ên MÎT'ê kiriye hat girtin

Di lêpirsîna li ser sekinandina TIR'ên MÎT'ê yên li Kirikhanê de, berbaz H.A. ê tê gotin îxbar kiriye hat girtin.

Di lêpirsîna li ser sekinandina TIR'ên MÎT'ê yên li Kirikhanê de, berbaz H.A. ê tê gotin îxbar kiriye hat girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, di çarçoveya lêpirsîna li ser kesên der heqê sekinandina TIR'ên MÎT'ê yên li Hatayê de îxbar kirine, berbaz H.A. ê di wê demê de li Midûriyeta Şaxê Îstîxbaratê yê Fermandariya Jendermeyan a Bajarê Hatayê wezîfedar bû û tê gotin ku îxbara TIR'an kiriye, duh li Amedê da binçavkirin. Berbaz. H.A. sewqî Edeneyê hat kirin.

H.A. yê li Edliyeya Edeneyê îfade da dozger, bi daxwaza girtinê radestî 3. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Edeneyê hat kirin. H.A. bi hinceta "Agahiyên li ser ewlekariya dewletê yên divê veşartî bimînin, bi armanca sîxuriya siyasî yan jî leşkerî peyda kiriye, agahiyên li ser ewlekariya dewletê yên divê veşartî bimînin bi armanca sîxuriyê aşkera kiriye" hat girtin.