ATÎK, aşkera kir ku wê di hilbijartinan DE piştgiriyê bide HDP’ê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku HDP adresa çareseriyê ya karker, ciwan, jin, LGBTÎ’yî, Kurd, Ermenî, Elewî, tevayî beşên li sirgûnê û bindestan e.
Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Ewropa (ATÎK), bang kir ku ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP)’ê destek bikin.
ATÎK got ku hikûmeta AKP’ê di serî Kurd, Elewî û şoreşger kesên pergalê rexne dikin û li hember derdikevin binçav dike û digire û wiha dewam kir: “Ji bo em xwedî li pirsgirêkên xwişk û birayên me yên karker ên li Tirkiyeyê, em piştgirî û dengên xwe bidin HDP’ya ku wê bibe nûnerê daxwazên wan”
'HDP DENGÊ LGBTÎ, CIWAN Û KESÊN LI SIRGÛNÊ NE'
Di daxuyaniyê de hat gotin ku HDP adresa çareseriyê ya karker, ciwan, jin, LGBTÎ’yî, Kurd, Ermenî, Elewî, tevayî beşên li sirgûnê û bindestan e.
ATÎK herî dawî got, “Bi tevayî endam û derdora em bi wan re di nav têkiliyan de ne, di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de em HDP’ê destek dikin, em bang li her kesê dikin ku tevlî pêvajoyê bibin û piştgiriyê bidin.”