Girtina endamê EMEP'ê Tulek hat şermezarkirin

Li Dêrsimê, girtina xebatkarê Şaredariyê û endamê Cîgir ê Desteya Rêveberiya Bajêr a Dêrsimê ya Partiya Kedê (EMEP) Hasan Tulek bi hinceta 'propaganda rêxistinê' bi awayekî girseyî hat protestokirin.

Li Dêrsimê, girtina xebatkarê Şaredariyê û endamê Cîgir ê Desteya Rêveberiya Bajêr a Dêrsimê ya Partiya Kedê (EMEP) Hasan Tulek bi hinceta 'propaganda rêxistinê' bi awayekî girseyî hat protestokirin.

Endamên EMEP'ê li ber avahiya rêxistina partiya xwe ya bajêr hatin cem hev, pankarta bi nivîsa "Em ê li hemberî Qanûna Ewlekariya Hundir, Zextan, Binçavkirin û Girtinan serî netewînin" vekirin û dest bi meşê kirin.

Serokê EMEP'ê yê Dêrsimê Mûstafa Taşkale li vir daxuyaniyek da û got, "Danê sibehê polîsên tîmên taybet ên rûpêçandî, bi maşînên zirxî avêtin ser mala rêhevalê me Hasan Tulek, deriyê malê şikandin, lêgerîn kirin û ew kirin binçavan."

Taşkale got, "Hevalê me, ji ber ku di çalakiya bîranînê de dest daye pankartê û pankart sererast kiriye, hatiye girtin. Bi vê hincetê re gelek mirov hatin cezakirin. Li aliyekî behsa pêvajoya çareseriyê, muzakereyê tê kirin, li aliyê din mafê perwerdeyê yê ciwanên me yên zanîngehî ji dest tê girtin. Ev yek jî li gorî Qanûna Ewlekariya Hundir û hiqûqa 12'ê Îlonê tê kirin."

Taşkale nerazîbûn nîşanî 'Pakêta Ewlekariya Hundir' da û diyar kir ku têkoşîna demokratîk bi qanûnan nikare bê astengkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê li hemberî qanûnên bi vî rengî têkoşîn were xurtkirin.