KURDISTAN
Bi deh hezaran kes tevlî mitînga li Amedê bûn. Hevserokên DEM Partî û DBP’ê gotin, “Tu zext nikare meşa azadiyê ya gel birawestîne. Îradeya ku li vir bilind dibe, îradeya hevpar a her kesên ku jiyaneke demokratîk dixwazin e.”
Di Konferansa Zimanê Kurdî de, biryar hat girtin ku saziyên zimanê Kurdî di bin banê konfederasyonê de werin yek kirin, Kurdî bibe zimanêkî sereke di saziyan de û du salan carekî konferans were lidarxistin.
Bi hezaran welatî bi dehan wesayîtan ve ji Xarpêt, Dêrsim, Êlih, Çewlîg û ji Sêrtê ji bo “Mitînga Azadiyê” ya bi daxwaza Rêber Apo tê lidarxistin, ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Di rûniştina duyemîn a Konferansa Zimanê Kurdî de xebatên ku divê ji aliyê şaredariyan ve bên meşandin, hatin rêzkirin. Di konferansê de hate destnîşankirin ku rexneyên giran ên Rêber Apo têkildarî ziman hene.
Di Konferansa Zimanê Kurdî de li ser siberoja zimanê Kurdî nîqaş hatin kirin, encamên qedexekirina ziman hatin nirxandin û banga xwedî derketina li zimanê Kurdî hate kirin.
Hemû Nûçe
-
-
-
YPS'ê li wesayitên polîsan da
Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Fıraz û Şehîd Zindan-Şehîd Amed ên YPS'ê ragihandin ku li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li dijî wesayitên polîsan çalakiyên sabotajê kirine.
-
Mehmûd Osman: Bi azadiya Ocalan şer dikare bi dawî bibe
Siyasetmedar Mehmûd Osman bal kişand ser rola Ocalan a ji bo aştiyê û got: "Bi azadiya Ocalan an guftogoya li gel wî dikare şer dawî bibe. Ji ber ku Ocalan ji bo aştiyê kar dike. Lê mixabin Tirkiye û hevkarên wê yên bazirganên şer dixwazin şer bidomînin."
-
-
-
Doza polîsê Şahîn Oner qetilkirî pêk hat
Biryar hate dayîn ku dosyaya ji bo rapora keşfa doza di derbarê polîsê ku Şahîn Oner ê 10’ê Sibata 2013’an qetilkirî bişînin Maseya Tirafîka Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê.
-
-
-
Rapora Îlonê: Mafê rojnamevanan tên xwarin
Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê rapora xwe ya meha Îlonê eşkere kir û diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê bi domdarî rojnamevanan dike hedef û destnîşan kir ku 89 rojnamevan girtî ne.
-
-
-
-
-
-
'Berxwedana Heftanînê wê dewam bike'
Gerîla Mazlûm Dogan diyar kir ku ew di nava şert û mercên giran de li dijî dijminê xwedî teknîka mezin şer dikin û got, li Heftanînê wê berxwedan dewam bike.
-
-
KCK: Di 10’ê Cotmehê de em dakevin qadan
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û got: “Di 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê em dakevin qadan.”
-
-
-
-
HPG'ê nasnameya şehîdên Botanê eşkere kir
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Botanê şehîd bûne eşkere kir û diyar kir, ku hevrêyên wan ên şehîd bûne bi bawerî û ruhê fedayî, bi berxwedana xwe têkoşîna azadiyê gaveke din nêzî serketinê kirine.
-
'Ji bo azadiya Rêbertî em ê bi erka xwe rabin'
Gerîlayê HPG'ê Simko Serhildan diyar kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk wê gerîla Kurdistanê her tim biparêze û got, "Ji bo tecrîd bi dawî bibe û rêbertî azad bibe em ê wezîfeya dikeve ser milê xwe bi cih bînin."
-
'Komplo têrê nekir tecrîd dike, lê bi ser nakevin'
Xelkê Mexmûrê ku ji bo pûçkirina komploya navneteweyî tim li ber xwe dide, salvegera 22’an ya komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku gelê Kurd û şervanên azadiyê komplo pûç kirin.
-
Rejîma Îmraliyê û Ocalan-18
Di 17’ê Sibata 1999’an de Girava Îmraliyê bû herêma leşkerî ya qedexe. Li giravê di statuya ‘Girtîgeha Yekkesî’ de ji bo Rêberê Gelê Kurd a ku wî jê re digot ‘Tabût’ rejîmek hate avakirin.