KURDISTAN
Bi deh hezaran kes tevlî mitînga li Amedê bûn. Hevserokên DEM Partî û DBP’ê gotin, “Tu zext nikare meşa azadiyê ya gel birawestîne. Îradeya ku li vir bilind dibe, îradeya hevpar a her kesên ku jiyaneke demokratîk dixwazin e.”
Di Konferansa Zimanê Kurdî de, biryar hat girtin ku saziyên zimanê Kurdî di bin banê konfederasyonê de werin yek kirin, Kurdî bibe zimanêkî sereke di saziyan de û du salan carekî konferans were lidarxistin.
Bi hezaran welatî bi dehan wesayîtan ve ji Xarpêt, Dêrsim, Êlih, Çewlîg û ji Sêrtê ji bo “Mitînga Azadiyê” ya bi daxwaza Rêber Apo tê lidarxistin, ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Di rûniştina duyemîn a Konferansa Zimanê Kurdî de xebatên ku divê ji aliyê şaredariyan ve bên meşandin, hatin rêzkirin. Di konferansê de hate destnîşankirin ku rexneyên giran ên Rêber Apo têkildarî ziman hene.
Di Konferansa Zimanê Kurdî de li ser siberoja zimanê Kurdî nîqaş hatin kirin, encamên qedexekirina ziman hatin nirxandin û banga xwedî derketina li zimanê Kurdî hate kirin.
Hemû Nûçe
-
-
-
PJAK’ê nasnameya şehîdên Mukriyanê eşkere kir
PJAK a nasnameya 2 gerîlayên li Mukryanê şehîd bûbûn eşkere kir got: “Hevrêyên me berxwedana dîrokî ya şehîdên me pêşengtî kirin dewirgirtin, têkoşîna me gavekî din nêzî serketinê kirin.”
-
-
-
‘Em ê lîstokên xêrnexwazan vala derxin!’
Bertekên xelkê Şengalê yên li hemberî rêkevtina di navbera Hewlêr-Bexdayê de pêk hatî didomin. Xelk û saziyên gel ên Şengalê bi yek dengî dibêjin ku ti peyman û rêkeftinên îradeya Şengalê ne di nav de be wê nas nekin û xwedî helwest bin.
-
-
Daxwaza girtina Kişanak û Yildirim hate kirin
Siyasetmedarên jin Gulten Kişanak û Gulser Yildirim ên ku di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de dozgeriyê îfadeyên wan girtin, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê hatin kirin.
-
-
-
Dewleta Tirk cenazeyan nade malbatan
Dewleta Tirk cenaze rehîn girtine, cenazeyan nade malbatan, li ser vê MEBYA-DER'ê got, ''Salên 90'î cenaze dihatin nebedîkirin, niha jî mirovan aşkere ji helîkoptêran davêjin.''
-
HPG: 3 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Colemêrgê xwe berdan nava artêşa Tirk. Di daxuyaniya HPG'ê de hate gotin, "3 leşkerên dijmin ên dagirker hatin cezakirin, 2 konteynir, kamelya, 2 kamerayên mobese û 2 projektor hatin îmhakirin.
-
-
-
-
Lêgerînera jiyana bi wate: Roza Hêlîn
Ji lêgerînerên jiyana bi wate Fermandara YJA Starê Roza Hêlîn bi sekna xwe ya esîl, bi dilnizmî û bedewiya dilê xwe cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt.
-
'AKP'ê tecrîd ji xwe re kiriye awayekî rêvebirinê'
Hevserokê DBP’ê yê Amedê Mehmet Bakir bi bîr xist ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd 22 sal in dewam dike û got, “Polîtîka tecrîdê herî zêde bandorê li gelên Tirkiyeyê dike. AKP’ê tecrîd kiriye awayê rêvebirinê.”
-
-
Demhat û Cemîl li Silêmanî hatin bibîranîn
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê Demhat Agît û Xebatkarê Tenduristiyê Cemîl Amed di salevgera 1’emîn a şehîdbûna xwe de li Çiyayê Goêje cihê lê şehîd bûbûn hatin bibîranîn.
-
-
-
Nasnameya 3 şehîdên li Heftanînê hate eşkerekirin
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûne eşkere kir û got “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xwe li gorî rastiya şer a serdemê amade kiriye û bi taktîk û tarzên dewlemend berxwedanê dike."
-
-
-
KNK: Divê Şengal xwedî statuyeke xweser û taybet be
KNK’ê destnîşan kir ku her biryara li ser Şengalê bê wergirtin, her gava ku di vî warî de bê avêtin divê li gorî daxwaz û îradeya xelkê Şengalê be û diyar kir, divê Şengal xwedî statuyeke xweser û taybet be. KNK’ê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir.