KURDISTAN
Bi deh hezaran kes tevlî mitînga li Amedê bûn. Hevserokên DEM Partî û DBP’ê gotin, “Tu zext nikare meşa azadiyê ya gel birawestîne. Îradeya ku li vir bilind dibe, îradeya hevpar a her kesên ku jiyaneke demokratîk dixwazin e.”
Di Konferansa Zimanê Kurdî de, biryar hat girtin ku saziyên zimanê Kurdî di bin banê konfederasyonê de werin yek kirin, Kurdî bibe zimanêkî sereke di saziyan de û du salan carekî konferans were lidarxistin.
Bi hezaran welatî bi dehan wesayîtan ve ji Xarpêt, Dêrsim, Êlih, Çewlîg û ji Sêrtê ji bo “Mitînga Azadiyê” ya bi daxwaza Rêber Apo tê lidarxistin, ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Di rûniştina duyemîn a Konferansa Zimanê Kurdî de xebatên ku divê ji aliyê şaredariyan ve bên meşandin, hatin rêzkirin. Di konferansê de hate destnîşankirin ku rexneyên giran ên Rêber Apo têkildarî ziman hene.
Di Konferansa Zimanê Kurdî de li ser siberoja zimanê Kurdî nîqaş hatin kirin, encamên qedexekirina ziman hatin nirxandin û banga xwedî derketina li zimanê Kurdî hate kirin.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
-
-
-
YJA STAR: Xeta Bêrîtan rêbaza jiyan û têkoşînê ye
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR'ê: Em bang li ciwanan û jinan hemûyan dikin ku di xeta Bêrîtan de têbikoşin, li çar aliyên Kurdistanê li ser xeta Bêrîtan li ber xwe bidin û serhildana azadiyê bi ser bixînin.
-
-
'Bêrîtan peyam û çalakiya serketinê bû
Gerîlayên YJA Star û HPG'ê, di salvegera 28'an a şehadeta wê de gerîlaya PKK'ê Bêrîtan bi bîr anîn û destnîşan kirin ku Bêrîtan peyam û çalakiya serketinê bû.
-
'Em ê tola şehîdên xwe yên Cenga Heftanînê hilînin'
Gerîlaya YJA Starê Cûdî Çekdar, hevrêyên xwe yên di Cenga Heftanînê de şehîd bû bi bîr anî û got, "Em ê li ser şopa şehîdên Cenga Heftanînê bin û heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin û tola hevrêyên xwe hilînin."
-
Li aqûbeta Mahmût Dogan hate pirsîn
Xizmên girtiyan û parêzvanên mafên mirovan ên Amedê li aqûbeta Mahmût Dogan pirsîn ê ku di sala 1993’an de piştî ku hatibû destgîrkirin, hatibû windakirin.
-
Sancar: Em tifaqa Kurdistanî mayînde dikin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bi partiyên Kurd re civiya û got, “Me biryar da ku em vê platforma xwe ya bi partiyên di nav Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistaniyê de cih digirin, mayînde bikin.”
-
‘Ne tenê bira, hevalekî jinê yê dirûst bû’
Gerîla Ronahî Çekdar qala birayê xwe şehîd kir û got: “Bi tevlîbûna heval Çekdar ruhê welatparêzî ku li malbatê hebû geştir bû. Êdî ji wê malbatê tekoşerekî li serê çiyan hebû, ev jî barekî din li ser malbatê çêkir ku zêdetir di xebatan de cih bigrin.”
-
-
Li Amedê 3 kes hatin girtin
Li Amedê Faris Turk û 2 kesên ku hatin destgîrkirin û bi kuçikan êrîşî ferdên malbatê kirin bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.
-
-
Fermandarê Fewca Laleşê Elî: Em gel diparêzin
Fermandeyê Fewca Laleşê Xal Elî li ser peymana Bexda û Hewlêr got: “Em ji wan peymanan bi hêztirin, Êzidî ne bê xwedî ne, siyaset û hêz in. Êzidî guherîne, piştî çendîn car ku hati firotin niha têgihîştine ku dikarin xwe biparêzin.”
-
-
-
‘Hesabê serdestan hebe yê gelê Şengalê jî heye!'
Berdevkê şandeya Şengalê ku çûbû Bexdayê, Faris Herbo diyar kir ku du lingê vê peymana di navbera Hewlêr-Bexdayê de hatî çêkirin hene; lingê ewlehî û lingê îdarî û destnîşan kir ku hesabên serdestan hebin yên gelê Şengalê jî hene.
-
-
-
-
KCK: Her du ciwan divê tavilê bên berdan
KCK'ê têkildarî cezayê îdamê yê ku hikumeta Başûr li 2 ciwanên Kurd biriye, destnîşan kir ku biryareke bi vî rengî nayê qebûlkirin. KCK'ê bang li gelê Kurd, saziyên demokratîk, rewşenbîr û hunermendan kir ku li dijî vê biryarê bikeve nava liv û tevgerê.