KURDISTAN
Bi deh hezaran kes tevlî mitînga li Amedê bûn. Hevserokên DEM Partî û DBP’ê gotin, “Tu zext nikare meşa azadiyê ya gel birawestîne. Îradeya ku li vir bilind dibe, îradeya hevpar a her kesên ku jiyaneke demokratîk dixwazin e.”
Di Konferansa Zimanê Kurdî de, biryar hat girtin ku saziyên zimanê Kurdî di bin banê konfederasyonê de werin yek kirin, Kurdî bibe zimanêkî sereke di saziyan de û du salan carekî konferans were lidarxistin.
Bi hezaran welatî bi dehan wesayîtan ve ji Xarpêt, Dêrsim, Êlih, Çewlîg û ji Sêrtê ji bo “Mitînga Azadiyê” ya bi daxwaza Rêber Apo tê lidarxistin, ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Di rûniştina duyemîn a Konferansa Zimanê Kurdî de xebatên ku divê ji aliyê şaredariyan ve bên meşandin, hatin rêzkirin. Di konferansê de hate destnîşankirin ku rexneyên giran ên Rêber Apo têkildarî ziman hene.
Di Konferansa Zimanê Kurdî de li ser siberoja zimanê Kurdî nîqaş hatin kirin, encamên qedexekirina ziman hatin nirxandin û banga xwedî derketina li zimanê Kurdî hate kirin.
Hemû Nûçe
-
-
Têkoşîna hiqûqî ya ji bo Hevrîn Xelef
Sekretera Giştî ya Partiya Pêşverû ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef beriya niha bi salekê ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk hatibû qetilkirin. Malbata wê Erdogan wekî kujer nîşan dide û amadekariyê dike ku li dadgehên navneteweyî dozê veke.
-
Bang li malbata xwe ya li ber deriyê HDP'ê kir
Malbata gerîla Egîd Baran yek ji wan e ku desthilatdariya Tirk ew li ber avahiya HDP'ê ya Amedê daye rûniştandin. Egîd bang li malbata xwe kir: "Nekevin xefikê; biçin ji bo aştiyê li ber avahiya AKP'ê rûnên."
-
Mehmûd Osman: Ji bo Tirkiyeyê her Kurd terorîst e
Siyasetmedarê navdar Mehmûd Osman dibêje: "Ji bo Tirkiyê her Kurd terorîst e û baweriya wê bi pirsgirêka Kurd nîne. Nabe ku herêma Kurdistanê peywendiyên xwe li ser hesabê perçeyên din ê Kurdistanê bi Tirkiyê re çêbike.
-
Heqîqet nayê parçekirin
Di hişê min de hê jî ew dayik û gerîlayên ku ji baranê re şikur dikin hene. Kî dikare niha vê heqîqetê ji hev veqetîne. Kî ye ev ax bi me da hezkirin û baweriya azadiyê hînî me kir?
-
-
KCK: Peymanên bêyî îradeya gelê Şengalê, metirsîdar in
KCK'ê bal kişand ser peymana navbera Iraqê û hikumeta Başûr a li ser Şengalê û diyar kir, ku "Şert e pêvajoya hevdîtin û biryardanê ya bi beşdariya rêveberiya Xweser, bê meşandin. Helwestên li derveyî vê yekê, metirsîdar in, nayên qebûlkirin."
-
-
-
-
KCÊE'yê li dijî komploya li ser Şengalê bang kir
KCÊE'yê bal kişan ser dek û dolabên li ser Şengalê tên gerandin û diyar kir, "Civaka Êzîdî we li dijî van êrişan di rêya Tawîsî Melek de têbikoşe û bibe yek. Rêya çareseriyê naskirina îradeya civaka Êzîdî ya li Şengalê û diyaloga bi hemû Êzidiyan re."
-
-
Ocalan vîna gel e, azadiya wî garantiya aşîtiyê ye
Di çarçoveya ‘Roja cîhanî ya Azadî ji bo Ocalan’ de li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê çalakî bi rê ve çûn. Hemûyan bi yekdengî gotin ku Ocalan vîna gel e, azadiya wî jî garantiya aşîtiyê ye li herêmê.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Şengaliyan Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin
Hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Biro Berkat û berpirsê şeredariya Şengalê Xeyro Qasim komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an hatibû pêk anîn bi tundî şermezar kirin.
-
-
Li Heftanîn û Zapê êrişên hewayî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li herêmên Heftanîn û Zapê barandine.