KURDISTAN
Bi deh hezaran kes tevlî mitînga li Amedê bûn. Hevserokên DEM Partî û DBP’ê gotin, “Tu zext nikare meşa azadiyê ya gel birawestîne. Îradeya ku li vir bilind dibe, îradeya hevpar a her kesên ku jiyaneke demokratîk dixwazin e.”
Di Konferansa Zimanê Kurdî de, biryar hat girtin ku saziyên zimanê Kurdî di bin banê konfederasyonê de werin yek kirin, Kurdî bibe zimanêkî sereke di saziyan de û du salan carekî konferans were lidarxistin.
Bi hezaran welatî bi dehan wesayîtan ve ji Xarpêt, Dêrsim, Êlih, Çewlîg û ji Sêrtê ji bo “Mitînga Azadiyê” ya bi daxwaza Rêber Apo tê lidarxistin, ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Di rûniştina duyemîn a Konferansa Zimanê Kurdî de xebatên ku divê ji aliyê şaredariyan ve bên meşandin, hatin rêzkirin. Di konferansê de hate destnîşankirin ku rexneyên giran ên Rêber Apo têkildarî ziman hene.
Di Konferansa Zimanê Kurdî de li ser siberoja zimanê Kurdî nîqaş hatin kirin, encamên qedexekirina ziman hatin nirxandin û banga xwedî derketina li zimanê Kurdî hate kirin.
Hemû Nûçe
-
-
Bayindir: Qers ji bo AKP-MHP'ê bûye derdekî giran
Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku bajarê Qersê ji bo AKP-MHP'ê bûye derdekî giran ku kirin nekirin di hilbijartinê de nekarîn bi dest bixin, lewma bûye hedefa êrişên qirkirina siyasî.
-
KCÊE ji bo kirasguhestina Babaşêx sersaxî da
KCÊE di daxuyaniyê de got, "Em ji ber kirasguhestina Babaşêx sersaxiyê ji tevahiya binamala Şêx Fexrê Adiya, Heyeta Rûhanî û civaka Êzîdî re dixwazin û dibêjin cihê te bihuşt e Bavê civaka Êzîdî Babaşêx."
-
Dîgor aram e, lê mîna bahozekê ye!
Sala 2015'an di nava teqîneke mezin de min Zîlan Dîgor nas kir. Dema ku min ji Zîlan re got ku mîna Kurdistanê narîn e, wê jî ev gotin bi kar anî bû: "Ne bi narîntiya xwe, lê em bi şervaniya xwe tên naskirin." Bi vê gotinê bû wesîle ku Mazlûm Pîro nas bik
-
Kalkan: Em ê şerekî mezin bikin û bi ser bikevin -13
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, di sala 23'an a komployê de wê bi berxwedaneke topyekûn li ber dagirker, tecrîd û faşîzma AKP-MHP'ê rabin û got, "Em; gel û tevger bi biryar in, şerê me wê mezin be û em ê teqez bi ser bikevin."
-
-
-
-
-
Rapora Servet Tûrgût derket holê
Li navçeya Şaxê ya Wanê Servet Tûrgût û Osman Şîban ji helîkopterê hatibûn avêtin. Rapora nexweşxaneyê ya Tûrgût û Şîban derket holê. Di rapora 30’ê Îlonê de hate diyarkirin ku sedema mirinê ‘ji kendalê ketiye’.
-
-
-
-
-
-
-
'Komplo êrişa rêxistinbûyî ya sîstemê ye -12
Dûran Kalkan diyar kir, komploya navneteweyî ya ku 9'ê Cotmeha 1998'an dest pê kir, êrişeke rêxistinbûyî ya sîstema modernîteya kapîtalîst a global bû ku ji bo tasfiyekirina PKK'ê, Rêbertî û hebûna azadiyê ya gelê Kurd hate kirin.
-
-
-
-
-
-
-
Êzidiyên li Ewropayê pêngava 'Xweseriya Şengalê' silav kirin
Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar, pêngava "Bes e ji qirkirinê re, statu ji bo xweseriya Şengalê" silav kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bersiva herî rast a li fermanan, xweseriya Şengalê û xweparastina civakê ye.
-