KURDISTAN
Bi deh hezaran kes tevlî mitînga li Amedê bûn. Hevserokên DEM Partî û DBP’ê gotin, “Tu zext nikare meşa azadiyê ya gel birawestîne. Îradeya ku li vir bilind dibe, îradeya hevpar a her kesên ku jiyaneke demokratîk dixwazin e.”
Di Konferansa Zimanê Kurdî de, biryar hat girtin ku saziyên zimanê Kurdî di bin banê konfederasyonê de werin yek kirin, Kurdî bibe zimanêkî sereke di saziyan de û du salan carekî konferans were lidarxistin.
Bi hezaran welatî bi dehan wesayîtan ve ji Xarpêt, Dêrsim, Êlih, Çewlîg û ji Sêrtê ji bo “Mitînga Azadiyê” ya bi daxwaza Rêber Apo tê lidarxistin, ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Di rûniştina duyemîn a Konferansa Zimanê Kurdî de xebatên ku divê ji aliyê şaredariyan ve bên meşandin, hatin rêzkirin. Di konferansê de hate destnîşankirin ku rexneyên giran ên Rêber Apo têkildarî ziman hene.
Di Konferansa Zimanê Kurdî de li ser siberoja zimanê Kurdî nîqaş hatin kirin, encamên qedexekirina ziman hatin nirxandin û banga xwedî derketina li zimanê Kurdî hate kirin.
Hemû Nûçe
-
HPG: Li Heftanînê dagirkerek hate cezakirin
Li qada Bektorya ya Heftanînê di 2'ê Cotmehê de li dijî leşkerên Tirk ên li ser Girê Kato Sulê çalakiyeke sûîqestê hate lidarxistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.
-
Keskîn: Divê her kes li gel HDP'ê cih bigire
Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir, ti pêwendiya operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê bi hiqûqê re nîne û destnîşan kir ku li dijî neheqiyê divê her kes li cem HDP'ê bin.
-
-
-
PDK ciwanên Şêladizê neçarî koçberiyê dike
Piştî serhildanên gelê Şêladizê yên li dijî dagirkerî û destdirêjiyên dewleta Tirk a dagirker, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ew herêm milîtarîze kir û ciwanên wê neçarî koçberiyê dike.
-
-
HPG’ê nasnameya gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên şehîd ên li Heftanînê eşkere kir. HPG’ê got ku, “Wan derbên giran li dagirkeran dan û heta kêlîka ku şehîd bûne jî bi tarzekî fedaî şer kirine û mîrateyeke berxwedanê ya xurt li pey xwe hiştine.”
-
-
Karayilan: Gerîla di pêngavê de wê pêşengiyê bike
Murat Karayilan: Serê vê pêngavê wê gerîla bikişîne û bi rola pêşeng rabe. Te divê bila hêzên parastina meşrû yên nav civakê rêxistinî bin, te dive bila gerîla bin, hemû hêzên parastinê di vê pêngavê de wê bi rola pêşeng rabin.
-
-
KCK: Nûçeya ''Gerîla li Ermenistanê şer dikin', derew e
Berdevkê Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya KCK’ê Serdem: Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ji ber şerê Azerbeycan-Ermenistanê derbarê tevgera me nûçeyên derew belav dike, di serî de li dijî gelê me û gelan dixwaze dijminahiyê kûrtir bike.”
-
-
-
HPG: 11 dagirker hatin cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên bi bandor ên li dijî artêşa Tirk a dagirker de bi kêmanî 11 dagirker hatine ‘cezakirin’.
-
‘Hevrê Şaha sembola dirûstî û fedayîtiyê ye’
Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê bi daxuyaniyekê şehadeta kadroya PKK’ê Şaha Hisên bi nasnav Şaha Dêrik ku ji ber nexweşiya penceşêrê duh şehîd bûbû ragihand. Komîteyê şehîd Şaha bi bîr anî û sersaxî ji malbatê re xwest.
-
-
TAJÊ: Baba Şêx herî zêde li tifaqa Êzidiyan digeriya
"Baba Şêx yek ji kesayetên herî zêde li tifaqa Ezidiyan digeriya. Her tim dixwest tifaqa wan çêke. Tu carî xwe neda aliya kesekî. Ji bo wî hemû Ezidî wekhev bû. Em weke tevgera azadiya jinên Êzidî ji bo hemû civaka Êzidî û bi taybet jî Jina Ezidî sersaxiy
-
Eksîk û Dag: Ev gel wê we poşman bike
Parlamenterên HDP'ê Habîp Eksîk û Dersim Dag nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariya Qersê dan û gotin, "Ev gel wê serî netewîne û hesab bipirse."
-
-
KCK'ê ji bo Bavê Şêx peyama sersaxiyê weşand
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê ji bo lîderê olî yê Êzidiyan Bavê Şêx peyama sersaxiyê weşand û diyar kir, "Yekîtî daxwaza wî ya herî mezin bû. Bi yekîtiyê û avakirina sîstema xweseriya demokratîk dikare bersiv ji bîranîna wî re bê dayin."
-
-
-
-
-