KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Parlementer Şayan Eskerî: Armanc dagirkerî ye, PKK hincet e
Parlementer Şayan Eskerî ya ku wê jî di nav heyeta lêkolînê de ya li qadên ku pêşmerge lê hatine kuştin de cih digirt, diyar kir ku tu eleqeya gerîlayan bi kuştina pêşmergeyan tune. -
Malbata Şenyaşar bi Kiliçdaroglû re rûnişt
Malbata Şenyaşar a ku ji 100 rojî zêdetir di Nobeta Edaletê de ne, bi Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû re rûnişt. -
‘Bi çekên Ewropayê Kurd tên kuştin’
Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze ya Navneteweyî li Başûrê Kurdisatanê diçe cihên ku êrişên dagirker lê hatine kirin. Înîsîyatîf li Kunemasî çû serdana malbatekê. -
Balefirên şer ên Tirkiyeyê li Şarbajerê li wesayîteke sivîlan da
SÎHA’yeke dewleta Tirk a dagirker li gundê Gelale ya Şarbajer a bi ser Silêmaniyê li wesayîteke sivîlan da. -
Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze li Hizbî Zehmetkêşan re rûnişt
Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze ya Navneteweyî li Silêmaniyê çû serdana Hizbî Zehmetkêşan. -
Polîsên Tirk li Êlihê gelek kes destgîr kirin
Li Êlihê gel xwest ku daxuyaniyê bide polîsan êrîş anî û gelek kes destgîr kirin. -
Gerîlayên YJA Starê 4 dagirker ceza kirin, çeperek jî rûxandin-NÛ BÛ
Gerîlayên YJA Starê li devera Girê Dûpişk a herêma Heftanînê çeperek rûxand, 4 dagirker hatin cezakirin. -
Polîsan girt û winda kir: 25 sal e kujer tên parastin
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan ji bo Atîlla Korkmaz û Mahmûd Onerari yên berî 25 salan ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin û windakirin, daxuyanî dan. -
Koma Tifaqa Kurdistanê li dijî Komkujiyan banga yekîtiya hêzê kir
Koma Tifaqa Kurdistanî diyar kir berpirsê kuştina Deniz Poyraz desthilata AKP-MHP ye û got,''Em banga piştevaniyê li hêzên demokrasiyê dikin.'' -
Serhed: Ti meseleya PDK'ê bi dijmin re nîne
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhed diyar kir ti meseleya PDK'ê bi dijminên Kurdan re nîne û got, ''Derdê PDK'ê tenê ew e ku li ser siyaseta Kurdatiyê xwe mîsoger bike. Ji ber vê jî her rêyê ji xwe re rewa dibîne.'' -
‘Dijmin çi bike bila bike wê nikare vîna gelê Kurd bişkîne’
Gerîlaya YJA Starê Viyan sema Aydin a têkildarî êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê axivî got: “Gerîla bi vîneke mezin, li dijî van êrîşan li ber xwe dide. Dijmin çi bike bila bike, wê nikaribe vîna gelê Kurd û gerîla bişkîne.” -
Fermandariya Biryargeha NPG’ê ji bo Însiyatîfa Parastina Kurdistanê peyam şand
Fermandariya Biryargeha NPG: Bêguman kampanya ku we li ser vê bingehê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daye destpêkirin û karê ku hûn ji bo diyaloga nava Kurdan û aştiyê dikin, ji bo nirxên demokratîk û azadiyê wê encamên girîng biafirîne. -
Gerîla Şaho: Serketin wê ya me be
Gerîlayê HRK’ê li dijî êrîşên qirker û talanker ên li Kurdistanê bang li hemû ciwanan kir ku tevlî gerîla bibin. -
Şandeya Aştî û Azadiyê serdana Helebce kir
Şandeya Aştî û Azadiyê ya Navneteweyî, piştî Derbendîxanê û şûnde serdana Helebce kir. Şandeyê soz da ku wê hewldana Tirkiye bibin qada navneteweyî. -
Malbata Şenyaşar serdana Baroya Dîlokê kir
Malbata Şenyaşar a berxwedana edaletê didomîne, serdana Baroya Rihayê kir. -
YRK’ê nasnameya gerîlayeke xwe eşkere kir
YRK’ê ragihand ku 9’ê Hezîranê gerîlaya wan Rêvan Zagros dema li gundê Binexwê yê Banê ya Mûkriyaê diçe ser erka xwe dikeve kemîna rejîma Îranê û şehîd dibe. -
Defend Kurdistan li Derbendîxanê ye: Dijî sirûştê şer heye
Însiyatîfa Defend Kurdistanê ku ji bo êrîşên dagirker ên Tirk rawestîne û danûstandina nav rêxistinên Kurd geş bike hatî avakirin serdana Derbendîxanê kir, ziyana li ser sirûştê gotûbêj kir. -
Gefa 'birîna mûçeyan' li pêşmergeyan hate xwarin
Piştî ku 180 pêşmergeyên li kampa perwerdeyê ya Duhokê beriya çend rojan li ber şerekî gengaz ê nava Kurdan rabûn û dest ji çekê berdan, PDK ji bo pêşî li hewldaneke bi vî rengî bigire, gefa 'birîna mûçeyan' xwar. -
HPG: Dagirker li Avaşînê daran dibirin
HPG'ê diyar kir ku gund û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi helîkopter û balafiran hatin bombekirin û dagirkeran li Avaşînê dar birîn. -
Rêxistinên civakî yên li Amedê: Divê her kes helwestê nîşan bide
Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê têkildarî qetilkirina Denîz Poyraz a HDP'î daxuyaniyeke hevpar dan û bang li her kesî kir ku helwestê nîşan bidin. -
Heyeta KCD û DBP'ê li dijî tecrîdê li Dersimê ye
KCD û DBP li Dersimê bi gel re civiya û bal kişand ser girîngiya mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê. -
Malbata Şenyaşar wê bajar bi bajar têkoşîna xwe dewam bike
Malbata Şenyaşar got, "Têkoşîna me ya edaletê di roja 102'an de ye. Em dixwazin têkoşîna xwe li Tirkiyeyê bide bihîstin." -
HPG: Fermandar Agît Şevger şehîd bû
HPG'ê ragihand ku endamê Fermandariya Eyaleta Amedê Agît Şevger şehîd bûye û got, "Bû fermandarekî wêrek û milîtanekî Apoyî yê mînak û yek ji şoreşgerên sembol ên Amedê." -
Gerîla TV çalakiyên bi çekên giran da
Dîmenên çalakiyên bi çekên giran ku bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê gerîlayan li dijî êrîşên Tirk kirin, hate weşandin. -
Dîmenê çalakiyên bi çekên giran ên gerîla hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyên gerîla yên li Avaşînê weşand, ku bi çekên giran li dijî artêşa Tirk a dagirker hatin lidarxistin.