KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Mertalên Zindî yên xwestin biçin Qendîlê hatin astengkirin
Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, ciwanên ku xwestin biçin Qendîlê û dest bi çalakiya Mertalên Zindî bikin, hatin astengkirin. -
Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk neyê em ê li malê rûnenên!
Malbata Şenyaşar a ku berxwedana xwe didomîne got “Heta ku edalet pêk neyê, em ê li mala xwe rûnenên.” -
Ciwanên Kurd ên li Şeladizê hatin qetilkirin, têne bîranîn...
Emîn Salih, Azad Mehdî, Abbas Adem û Deman Omer ên ji Şeladizê ku 19'ê Hezîrana 2020'î ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, bi çalakiyan têne bîranîn. -
Dagirker alavên xwe dihêlin û direvin
Artêşa Tirk ku 14'ê Gulanê li dijî gundê Kestê yê Metînayê dest bi êrişên dagirkeriyê kir, ji ber berxwedana gerîla alavên xwe yên leşkerî li pey xwe hişt û ji qadê reviya. -
Gerîlaya ji Samsûnê: Dewleta Tirk terorîst e
Gerîlaya ji Samsûnê Rûken Kobanê diyar kir piştî wê PKK nas kiriye, dîtiye ku dewleta Tirk terorîst e û xwest ew ji malbat û gelê Tirk re qala PKK’ê bike. -
Serokê KKP'ê Çîftyurek: Di vê demê de yekîtiya neteweyî elzem e
Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek diyar kir ku gelê Kurdistanê di serdemek krîtîk û girîng de ye û got, "Çek û cebilxaneya herî mezin û girîng a Kurdan yekîtiya neteweyî ye û divê teqez hikumeta Başûr li dijî îhlaqa mayînde ya Tirkiyeyê derkeve." -
Todaro: Parçebûna Kurdan xizmetê ji serdestan re dike
Enternasyonalîsta Îtalyayî Jessica Todaro piştgiriya hikumeta Başûrê Kurdistanê ji bo polîtîkayên Tirkiyeyê weke rewşeke "metirsîdar" bi nav kir û got, parçebûna Kurdan xizmetê ji dagirkeran re dike. -
Gerîla Hewraz: Ciwanên Hewraman divê li ber dagirkeriyê rabin
Gerîlayê Hewramanî Hewraz Hewraman ku bi destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tevlî nava berxwedana Cenga Xabûrê bû, wiha axivî: "Ciwanên Hewraman ji bo pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk bigire, divê tevlî refên berxwedanê bibin." -
Dersim: Em ji her demê bêhtir nêzî serketinê ne
Endamê Komîteya Zindanan a PKK'ê Pîro Dersim diyar kir ku ew ji her demê bêhtir nêzî serketinê ne û got, desthilatdariya heyî bi esasî ji aliyê konsepteke polîtîk ve bi dawî bûye. -
Li Cûdî agir bi daristanê ket
Li Çiyayê Cûdî agir bi daristana jorî gundê Hesena yê Silopiya Şirnexê ket. Şewatê berêvarî dest pê kir û hê jî didome. -
Înîsîyatîfa Kurdistanê biparêze piştî êrîşa bi SÎHA’yê banga hevgirtinê kir
Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze êrişa artêşa Tirk a dagirker şermezar kir a ku bi SÎHA’yê li gundê Gelale ya Başûrê Kurdistanê hatibû kirin. Înîsîyatîfê bang li hemû kesan kir ku bila piştgiriyê bide gelê Kurd. -
Zêdeyî 320 rojnamevanî ji bo yekîtiya Kurdan bang kir
Zêdeyî 320 rojnamevî bi daxuyaniyeke hevpar li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, ji bo yekîtiya nava Kurdan bang kir. -
Çalakiya sekvaniyê: Dagirkerek hate cezakirin
Hêzên gerîla li Girê Koordîne yê Metînayê li dagirkeran dan. Di encama çalakiyeke sekvaniyê de leşkerek hate cezakirin. -
Defend Kurdistan serdana Komala û Zehmetkêşanê Kurdistanê kir -NÛ BÛ
Însiyatîfa Parastina Kurdistanê di çarçoveya danûstandinên xwe de yên li Başûrê Kurdistanê, serdana Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê û Komala yên ji Rojhilatê Kurdistanê kir. -
HPG'ê şehîdên Xakurkê bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê 3 gerîlayên ku sala 2017'an şehîd bûn bi bîr anî û got, "Soza serketinê ku me dane hevrêyên xwe yên şehîd, Rêberê xwe û gelê xwe, em ê teqez pêk bînin." -
Rapora li ser êrişên dagirkeriyê radestî hikumeta Iraqê hate kirin
Heyeta lêpirsînê ya parlamenta Iraqê, ku têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hate avakirin, rapora xwe ya li ser mijarê radestî parlamentê û hikumetê kir. -
Nehiştin ku Însiyatîfa Parastina Kurdistanê biçe Mexmûr û Şengalê -NÛ BÛ
Komên ji Însiyatîfa Parastina Kurdistanê xwest biçin kampa Mexmûrê û Şengalê, lê belê ji aliyê hêzên Iraqê ve hatin astengkirin. -
Hêzên rejîma Îranê kolberekî din qetil kir
Hêzên dewleta Îranê li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê, êriş birin ser komek ji kolberan. Di encamê de kolberek qetil kir. -
Malbata Şenyaşar: Hiqûqa serweran wê rojekê teqez bi dawî bibe
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên hatin qetilkirin li Rihayê nobeda 'edaetê' digire, diyar kir ku hiqûqa serweran wê rojekê teqez bi dawî bibe. -
Li Patnosê 5 kes hatin destgîrkirin
Li Patnosê di oeprasyona qirkirina siyasî de 5 kes hatin destgîrkirin. -
Dîmenê çalakiya li Tabûra Ereban hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiya 31'ê Gulanê ya li Tabûra Ereban a li herêma Avaşînê weşand, ku di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. -
'Kurd wê bi yekbûna gel û gerîla bi ser bikeve'
Gerîlayê YRK'ê Karo Kobanê diyar kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê divê piştgirî ji gerîla re bê dayin û got, "Serketina Kurdan wê bi yekbûna gel û gerîla pêk were. Îro dema vê ye, sibe dibe ku gelekî dereng be." -
'Em ê ti carî dest ji gel û xaka xwe bernedin'
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe didin, destnîşan kirin ku wê ti carî dest ji gelê Kurd û xaka Kurdistanê bernedin. -
Rojnamevane Fransî: PDK'ê pîvanên xwe binpê kiriye
Rojnamevanê Fransî Sylvain Mercadier piştgiriya PDK'ê ya ji bo dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê weke têkçûna pîvanên PDK'ê pênase kir û got, rêveberiya PDK'ê di nava hesabên demkurt de ye. -
Avesta: Metirsiya herî mezin liv û tevgera PDK'ê
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta got, metirsiya herî mezin a niha li dijî gerîla, liv û tevgera PDK'ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye û destnîşan kir ku divê PDK tavilê dest ji vê helwesta xwe berde.