KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Xarpêtê bi 4.3 pileyî erd hejiya
Li navçeya Madenê ya Xarpêtê bi 4.3 pileyî erd hejiya. -
Banga dawî ya gerîlayê HPG’ê Kobanî ji bo ciwanên Başûr bû
Gerîlayê HPG Demhat Kobanê ku di 15 Hezîrana 2021’an de li Metînayê şehîd bûbû, demek kurt ji beriya şehîdbûna xwe ji ciwanên Başûrê Kurdistanê xwestiye ku bizanin êrîş ne tenê li dijî PKK’ê ye. -
'Şêx Seîd û hevalên wî nehatin jibîrkirin, nayên jibîrkirin'
Civaka Îslamî ya Kurdistanê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî û ji neviyên wan ên ku ji bo yekîtî û serketina gelê xwe têdikoşin, bi dilekî pak daxwaza serketinê kir. -
Karasû: Dewleta çete hildiweşe
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Karasû destnîşan kir ku dewleta bi serkêşiya AKP-MHP'ê veguheriye çeteyekê û got, hilweşîna vê yekê hêsan bûye. -
Cenazeyê Oner ê şehîdê xwerêveberiyê hate wergirtin
Cenazeyê Abdulbarî Oner ê ku di dema xwerêveberiyê ya Şirnexê de şehîd bûbû, piştî 5 salan teslîmî malbata wî hate kirin. -
Ji ber şewata li Dara Hênê daristan bû xwelî
Li navçeya Dara Hênê ya Çewligê şewata li qadê daristan kir xwelî. -
Medenî Yildirim ê ku leşkerên Tirk ew kuştibûn li Amedê hate bîranîn
Di protestokirina qaleqola li Licê de leşkerên Tirk Medenî Yildirim kuştibûn. Yildirim li ser gora xwe hate bîranîn. -
YRK'ê 5 gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî
Navenda Çapemeniyê ya YRK'ê 2 gerîlayên jin ên 19'ê Hezîrana 2021'ê li Şarbajar şehîd bûn û 3 gerîlayên 15'ê Hezîranê li herêma Şaho şehîd bûn bi daxuyaniyekê bi bîr anî. -
HPG: Li Metînayê 5 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li qada Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî kirin û 5 dagirker ceza kirin. -
Dîmenê çalakiya li herêma Xantûrê hate weşandin-NÛ BÛ
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li herêma Xantûrê weşand, ku di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin û çekek A4 û kameraya mobesse hatin îmhakirin. -
Li Amedê di komxebatê de ji bo xwedîderketina li Kurdî bang hate kirin
Zext û qedexeya li ser Kurdî, li komxebateke li Amedê hatin nirxandin. Di komxebatê de ji bo xwedîderketina li Kurdî bang hate kirin. -
Çevîrmen: Hevrûbûn pêk neyê, wê qetlîam bidomin
Endama MYK a HDP’ê Nûray Çevîrmen a di civîna Roboskiyê de axivî, eger şer bi dawî nebin û hevrûbûn pêk neyê, wê qetlîam bidomin. -
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Zapê şehîd bûbûn eşkere kir
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên sala borî li Zapê şehîd bûbûn, eşkere kir û got: “Soz didin ku wê hesreta hevrêyên me di nava têkoşînê de bijîn.” -
PKK: Em ê li ser xeta hevrê Zîlan û Helmet li ber xwe bidin!
PKK: Zêdeyî çil salan me li ber xwe dan, bi deh hezaran şehîd dan û fedayiyên mîna hevrê Zîlan û Helmet afirand. Ji niha û pê ve jî em ê ji bo demokrasî û azadiyê li ser heman xetê li ber xwe bidin. -
Hevşaredar Sari: Geverî gav bi şûn ve navêjin
Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari anî ziman ku bi polîtîkaya qeyûm re paşeroja xelkê Geverê tê dizîn, lê belê xelk tawîzê nade. -
Berfîn Denîz: Berxwedana gerîla ji bo Kurdistanê tecrûbeyeke girîng e
Ji fermandarên HPJ'ê Berfîn Denîz destnîşan kir ku berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ji bo tevahiya Kurdistanê tecrûbeyeke girîng e û got, "Em jî dikarin xwe li gorî van tecrûbeyan bi rêxistin bikin." -
Engîzek: Zîlan tola keçên winda yên Dersimê bû
Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Xalîde Engîzek li ser çalakiya fedayî ya Zîlan axivî û got, Zîlan tola keçên winda yên Dersimê hilanî. -
Artêşa Tirk li Hîzana Bedlîsê operasyon da destpêkirin
Li navçeya Hîzanê ya Bedlîsê artêşa Tirk bi tevlîbûna cerdevanan dest bi operasyonê kir. -
PYD’ê bertek nîşanî destgîrkirina endamên xwe yên li Hewlêrê da
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) nerazîbûn nîşanî destgîrkirina endamên xwe yên li Hewlêrê ji aliyê hêzên ewlekariyê hatine destgîrkirin da û got: “Destgîrkirina hevalên me tê wateya hedefgirtina partiya me û ev destgîrkirin xizmeta dijmin dike.” -
Li Çewligê şewata daristanan didome
Şewata li herêma Suvêran a Dara Hênêya Çewligê sê roj in didome. Ji ber şewatê Koya Spî şewitî û bû xwelî. -
HPG: Herî kêm 16 dagirker hatin cezakirin
Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê zêde dibin. Di çalakiyên dawî de 16 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, gelek kozik, çek û radar hatin îmhakirin. -
YJA Star: Em ê teqez hesabê wan bipirsin!
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê têkildarî gerîlayên jin ên li Amedê şehîd bûn daxuyanî da û got, "Em ê teqez hesab ji dijmin bipirsin û çeka şehîdên xwe li erdê nehêlin." -
Tirkiyeyê febrîqeyên Helebê, zeytûnên Efrînê, rêyên hesinî yên Idlibê dizîn
Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd diyar kir ku dewleta Tirk hezar febrîqeyên li Helebê, bi sed hezaran darên zeytûnê yên Efrînê dizî ye û salane herî kêm 80 milyon dolar jê bi dest xistiye. -
HPG: Fermandar Zerdeşt li Xerzanê şehîd bû
HPG'ê ragihand 14'ê Hezîranê li Xerzanê Samet İçyer (Zerdeşt Navdar) şehîd bûye û got, ''Hevrêyê me xwedî sekneke îdeoloîk, bi pîvanên xwe zelal bû, hîseke mezin a pêewlebûnê dida hevrêyên xwe û siberoja wî ronak bû.'' -
Leşkeran li wesayita penaberan reşandin: 2 kes mirin
Leşkerên Tirk li Berwariyê li wesayitekê reşandin ku penaber tê de bûn. Di êrişê de 2 penaberan jiyana xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn.