KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Cara çaran e gundê Mijê yê Amêdiyê tê bombekirin
Artêşa Tirk a dagiker ji saetên sibehê ve gundê Mijê yê Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê bombe dike. -
Gerîlayan li Metîna ji 2 baskan ve lê da: 6 dagirker ceza kirin-NÛ BÛ
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan li Metînayê li dijî artêşa Tirk ji 2 baskan ve çalakiyên serketî lidar xistine, 6 dagirker ceza kirine. -
Aqûbeta nûnerên PYD'ê û Rêveberiya Xweser ên ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin, hînê nayê zanîn
Nûnerê PYD'ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl, Nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen û endamê PYD'ê Mistefa Ezîz Mistê ku zêdeyî 2 hefte ne ji aliyê PDK'ê ve hatine destgîrkirin, agahî ji wan nayê girtin. -
Hevrêyên Têkoşer Botan soza pêkanîna armancên wî dan
Ciwanên Şengalê şehîd Têkoşer Botan bi bîr anîn û destnîşan kirin ku wê li ser rêya şehîdan bin. -
Heyva Sor a Kurdistanê kampanyaya Qurbanê da destpêkirin
Heyva Sor a Kurdistanê Kampanyaya Qurbanê da destpêkirin û diyar kir wê alîkariya ku kom kirin bidin mexdûrên şer, ên vîrûsa koronayê û karesatên sirûştî yên gelek deverên Kurdistanê. -
HPG’ê bîlançoya şerê du mehan eşkere kir: 389 dagirker hatin cezakirin
HPG’ê bîlançoya şerê di navbera 23’ê Nîsanê û 23’ê Hezîranê de eşkere kir. Gerîlayan 288 çalakî kirin û ji hewayî ve jî 39 çalakî kirin. 389 dagirker hatin cezakirin, bi dehan çeper û wesayîtên leşkerî hatin îmhakirin. -
Heyeta KNK'ê serdana Mexmûr a tecrîdkirî kir
Heyeta bi serokatiya Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad, serdana kampa penaberan a Mexmûrê kir ku bi salane ambargo li ser heye û dewleta Tirk êrişî kampê dike. -
Xelkê Şengalê: Gerîla em ji fermanê rizgar kirin, em ê her tim bi wan re bin
Şengaliyan dan zanîn ku ew êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê qebûl nakin û diyar kirin, ku ew ê heya dawiyê bi berxwedana gerîla re bin. -
HPG: Em şehîdên xwe yên Herekolê bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên sala 2017'an li Herekolê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em careke din soz didin ku têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd bi serketinê tacîdar bikin." -
Dewleta Tirk gundê Amediyê 7 caran bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker gundekî navçeya Amediyê yê bi ser Duhokê ve yê Başûrê Kurdistanê bombe kir. -
Ciwanên başûr bi tevlîbûna nav refên gerîla bersiv didin
Ciwanên başûrê Kurdistanê bi tevlêbûna nav refên gerîla bersivê didin dagirkeriya Tirk û nokerê wan ên xwemalî. -
Pelşîn Koçgîrî: Em di pêvajoya fînalê de ne
Ji fermandarên YJA Starê Pelşîn Koçgirî diyar kir, ku şerê zêdeyî 2 meh in li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, pêvajoya fînalê ya Şerê Cîhanê yê 3'emîn e ku navenda wê Kurdistan e. -
Li gelek taxên Rezanê ji bo Denîz Poyraz çalakî hatin lidarxistin
Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo Denîz Poyraz a HDP'î ku 17'ê Hezîranê li Îzmîrê hate qetilkirin, li navçeya Rezanê ya Amedê li gelek taxan çalakî li dar xistin. -
Dîmenê çalakiya hewayî ya li Avaşînê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal weşand ku li herêma Avaşînê hate lidarxistin. -
Karakoyun: Em têkoşînê geş bikin
Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun têkilî doza girtinê ya ku li HDP'ê hatî vekirin got HDP rêz û rêçika têkoşînê li gel hemû zext û komkujiyan geştir kiriye. -
Exo: Êrişên dagirkeriyerê divê tavilê bêne rawestandin
Dr. Mechthild Exo ku yek ji endamên heyeta aştiyê ye, wiha got "Me li vê derê gelek astengî dît. Gelek endamên şandeyê ber bi welatê xwe ve hatin şandin. Nekarî bên Kurdistanê." -
Şêniyên Wanê: Kiryarên PDK'ê ne li xêra Kurdan e
Şêniyên Wanê diyar kirin ku kiryarên îro PDK li Başûr dike ne li xêra Kurdan e û destnîşan kirin, ku şerê navxweyî lawazî û têkçûna Kurdan e. Şêniyan gotin, "Em ji Wanê bang li PDK'ê dikin; bila neyê lîstikên dijmin." -
Zozan Çewlik: Divê em xwedî li mîrateya berxwedanê ya Zîlanan derkevin
Zozan Çewlik: Hevala Zîlan ku sala 1996'an çalakiya fedayî kir, pêşî li êrişên tunekirina gelê Kurd, Rêbertî û partiya me girt. Di vê demê de jî êrişên bi heman rengî hene. Lewma divê gelê me tevlî berxwedanê bibe û pêşî li vê bigire. -
Li Beytuşşebabê 3 kes hatin destgîrkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî ya li navçeya Beytuşşebabê ya Şirnexê de 3 kes hatin destgîrkirin. -
Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Ozdemîr destgîr kirin
Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Mehmet Nûrî Ozdemîr, di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de hate destgîrkirin. -
Têkoşer Botan li Şengalê bi merasîmekê hate bîranîn
Gerîlayê HPG'ê Têkoşer Botan li warê xwe li Şengalê bi merasîmekê hate bîranîn. Malbata Têkoşer Botan diyar kir, ku ew ji bo hilanîna tola fermanê çû serê çiya, bû şoreşger û destnîşan kir ku wê li ser şopa Têkoşer û hevrêyên wî bin. -
Gerîlayan du dagirker ceza kirin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Avaşîn û Heftanînê çalakî kirin û di van çalakiyan de 2 dagirker ceza kirin û dagirkerek jî birîndar bû. -
HPG: Fermandar Ûlaş Dersim şehîd bû
HPG’ê diyar kir ku fermandar Ûlaş Dersim (Ûlaş Dogan) di êrişa hewayî de şehîd bûye û got “Gelê Dersim, ciwan, gelê Kurdistanê û em rêhevalên wî, em ê her dem wî ji xwe re bikin mînak û alaya têkoşînê were bilindkirin.” -
Dozgeriya Tirk dixwaze 35 sal cezayê girtîgehê li Berdevka TJA'yê bê birîn
Dozgeriya Tirk xwest, Berdevka Demkî ya TJA'yê Ayşe Gokkan bi 35 salan cezayê girtîgehê bê cezakirin. -
Malbata Şenyaşar: Li nexweşxaneyê sûcê li dijî mirovahiyê qewimî
Malbata Şenyaşar diyar kir ku sûcê li dijî mirovahiyê hate kirin, lê têkildarî bûyerê kesek nehatiye girtin.