KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk êrişî Şengalê kin- NÛ BÛ II
Dewleta Tirk a dagirker bi Wesayîta Hewayî ya Bêmirov û Biçek li Şengalê da. -
YE ji bo 5 rojnamevanan nerazîbûn nîşanî Hewlêr da
Delegasyona Yekîtiya Ewropa nerazîbûn nîşanî girtina 5 rojnamevanên li Başûrê Kurdistanê hatin girtin da, bal kişand ser zextên siyasî yên li ser dozê. -
HDP li Semsûrê çû serdana titûnvanan
Parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul li Semsûrê çû serdana titûnvanan. Titûnvanan nerazîbûn nîşanî polîtîkayên desthilatdariyê dan. -
PYD'ê têkildarî nûnerên xwe hişyarî da Hewlêrê
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) têkildarî nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê yên li Başûrê Kurdistanê hatin girtin û agahî ji wan nîne, hişyarî da ku tiştek bi nûnerên wan bê wê hikumeta Hewlêrê berpirsyar be. -
Li Heftanînê 3 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên YJA Starê li Heftanînê di 27'ê Hezîranê de çalakî li darxistin. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û kozikek hate rûxandin. Çalakî ji bo bîranîna Zîlan hate lidarxistin. -
Şenyaşar bi kurê xwe yê girtî re axivî: Kurê min dirizînin!
Emîne Şenyaşar bi rêya telefonê bi kurê xwe Fadil Şenyaşar re axivî ku 3 sal in li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye û got, "Kurê min dirizînin. Zilmê li me dikin." -
Zîlan li Şengalê bi semînerekê hate bîranîn
Gerîlaya PKK'ê Zîlan (Zeynep Kinaci) di salvegera 25'an a şehadeta xwe de li Şengalê bi semînerekê hate bîranîn. -
Li Wanê 'gazên xetere' li dijî gel hate bikaranîn
OHD, Baroya Wanê û ÎHD'ê ragihandin ku li gundê Şêxanê yê navçeya Payîzava ya Wanê, bombeyên gazê yên ku li ser wan 'bikaranîna wan xetere ye' dihate nivîsandin û dem di ser wexta bikaranînê derbas bûbû, hatine bikaranîn. -
Cenazeyê gerîlayekî li Dêrikê şehîd bû piştî 22 mehan hate radestkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Hîkmet Eren ku Cotmeha 2019'an li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di şer de şehîd bû, piştî 22 mehan radestî malbatê kirin. -
Dîmenê çalakiya hewayî ya li dijî Qereqola Girê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiya Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal weşand ku li dijî Qereqola Girê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê hate lidarxistin. -
'Azadî bi felsefeya Rêber Apo dibe'
Gerîlayê YRK'ê Rûbar Efrîn destnîşan kir ku ji bo jiyaneke bi rûmet pêwîstiya gelê Kurd bi şerekî gel ê şoreşgerî heye û got, "Yekane rêya ber bi demokrasî û azadiyê ve, fikir û felsefeya Rêber Apo ye." -
Rewşenbîrên Kurd ên li Ewropayê ji bo yekîtiyê bang kirin
Dîroknas û helbestvanê Rojavayî Mistefa Reşîd anî ziman, dewleta Tirk a ku Efrîn dagir kiriye, heman plana xwe ji bo Başûr xistiye dewrê û got, metirsî heye ku mîna Efrînê li Başûr were. -
Parlementerê YNK’î Zêbarî nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê û bêdengiya hikûmetê da
Parlementerê YNK’ê Zikrî Zêbarî diyar kir ku divê li ber êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê bê sekinîn û got: “Kurdistan bi xwîna hezaran şehîdan hate rizgarkirin. Divê Tirkiye derkeve.” -
Şewata li Mehsertê nayê kontrolkirin
Şewata ku li herêma Mehsert a Mêrdînê li qada daristanê derketibû, dewam dike. Ji ber bayê şewata ku derketî bi saetane nayê kontrolkirin. -
Şêx Seîd û hevalên xwe li Amedê hatin bibîranîn
Li Deriyê Çiya Amedê Şêx Seîd û hevalên wî ku hatibûn îdamkirin hatin bîranîn. -
Li Kirmaşanê kolberek birîndar bû
Li eyaleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê kolberek ji tehtan kete xwarê û birîndar bû. -
YJA Starê ji bo bîranîna Şehîd Zîlan çalakî li dar xist
Gerîlayên YJA Starê ji bo bîranîna Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) rêzeçalakî li dar xist. Di çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin. -
HPG: Em hevrêya xwe Çirav Avesta bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG'ê gerîla Betul Yildiz (Çirav Avesta) bi bîr anî ku sala 2016'an li Amedê şehîd bû û got, "Di serî de malbata welatparêz a hêja ya hevrêya me ya şehîd bû, em sersaxiyê ji xelkê Êrsê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin." -
Dozgerê dosya Malbata Şenyaşar cara 8'an hate guhertin
Berxwedana Malbata Şenyaşar dewam dike. Dozgerê ku lêpirsîna dosyayê dike, carea 8'an hate guhertin. -
Şewata ku artêşa Tirk li Bestayê derxistî belav dibe
Li herêma Bestayê şewata ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker hatî derxistin belav dibe. Pêşiya şewatê nayê girtin. -
PAJK: Xeta Zîlan di têkoşînê de israr, di şer de jî serketin e
PAJK: Li Kurdistanê, xeta Zîlan ji bo jina Kurd bûye pîvana di tekoşînê de israr, di jiyan û şer de serketinê. Em weke tevgera azadiya jinê, li ser van destketiyên dîrokî û heqîqeta mezin a ku Rêber APO û şehîdên me ava kirine têdikoşin. -
Hunermendan hevdîtin bi Wezîrê Pêşmergeyan re kirin
Komek ji hunermendên Kurd ên li Ewropayê, ji bo pêşî li êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û şerekî gengaz ê navbera hêzên Kurd bigirin, bi Wezîrê Pêşmergeyan re hevdîtin kirin. -
Dewleta Tirk li Bestayê dest bi birîna daran kir
Dewleta Tirk a dagirker vê carê jî li herêma Besta dest bi birîna daran kir. Li herêmê kalekolên nû tên avakirin. -
YJA Star: Her çalakiya me wê bi rengê Zîlanê be û faşîzmê hilweşîne
"Haya me ji berdêlên giran heye ku me dane. Em bi van berdêlan ava bûn, ava dibin. Em hêza tolhildana şehîdên xwe ne ku bi vê rastiyê dimeşin. Her çalakiya me wê bi rengê Zîlan be û wê faşîzmê hilweşîne, siberojên azad biafirîne." -
DBP’ê Şêx Seîd û hevrêyên wî bi bîr anî
DBP’ê Şêx Seîd û hevrêyên wî bi bîr anî û diyar kir ku li ser Kurdan qetlîameke nû tê ferzkirin.