Şewata ku artêşa Tirk li Bestayê derxistî belav dibe
Li herêma Bestayê şewata ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker hatî derxistin belav dibe. Pêşiya şewatê nayê girtin.
Li herêma Bestayê şewata ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker hatî derxistin belav dibe. Pêşiya şewatê nayê girtin.
Li herêma Besta ku dikeve navbera bajarên Şirnex û Sêrtê şewata ku artêşa Tirk a dagirker bi operasyonan derdixîne belav dibe. Agirê ku duh li noqteyên Girê Gîvara, Besta Hincê, Germav û Kanîfeşkê derxistibûn îro belavî herêmên Girê Helsiyê, Girê Sîmgê û Av Tehlê bûye. Hate zanîn ku ti destwerdanek ji bo wemirandina şewatê çênebûye, birîna daran li gelek herêmên Bestayê jî didome.