KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk êrişî Şêxan kir
Dewleta Tirk a dagirker gundên Şêxan û Çiyayê Xêrê yên li deşta Nînowayê bombe kirin. -
MLKP: Zîlan Destan a şoreşgera komunîst a li Rojava şehîd bû, bi bîr anî
Rêxistina MLKP a Kurdistanê, Zîlan Destan (Elende El Mûhammed) a ku 13'ê Hezîranê li Qamişloyê şehîd bû, bi bîr anî. -
Egît: Têkoşîna PKK'ê têkoşîna Rojhilata Navîn e
Gerîlayê HPG'ê yê Ereb Ferhat Egît li ser dema tevlêbûna nav gerîla got, ''Sedema sereke ya tevlêbûna min a nav gerîla berpirsyariya min a li bara welatê min bû.'' -
Zîlan Vejîn: Eger gelên Îranê hefteyekê li ber xwe bide, wê rejîm biguhere
Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn: Bila her kes hefteyekê dest ji kar berde, dakeve qadan, rabe serhildanê, wê hingî rejîm neçar bimîne ku guhertinê bike. -
Şewata li Dara Hênê belav dibe
Şewata li navçeya Dara Hênê ya Çewligê di roja duduyan de didome. Şewat hê jî nehatiye tefandin. -
HPG: Gerîlayan 5 dagirker ceza kirin-NÛ BÛ
Gerîlayên HPG/YJA Starê di çalakiyên çarçoveya pêngavên Bazên Zagors û Cenga Heftanînê de kirin, bi qasî hate zelalkirin 5 dagirker ceza kirin. -
HPG: Şehîdên Amedê wê hinceta me ya serketin û tolhildanê be!-NÛ BÛ
HPG a nasnameya 4 gerîlayên jin ên şehîd bûbûn eşkere kir got: “Fermandara YJA Star Nûjiyan a pêşeng ku mral û baweriyek mezin da me û hevrêyên me Berfîn, Ronahî û Aventa wê bibin hinceta me ya serketin û tolhildanê.” -
Li aqûbeta Mehmet Guler ê ‘winda’ kirin pirsîn
Şaxa ÎHD’ê ya Amed û Xizmên Windayan, vê hefteyê di çalakiya xwe de pirsa aqûbeta Mehmet Guler ê sala 1997’an ‘windakiribûn’ pirsîn. -
Gerîla TV dîmenê çalakiyên hêzên hewayî ya li Kanî Masî weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyên Hêzên Hewayî ya Şehîd Delal a 28-29’ê Nîsana 2021’ê ya li Kanî Masî ya Amêdiyê pêk anî, weşand. -
Wanî: Em ê li ber kuştina Deniz Poyraz bêdeng nemînin
Waniyane gotin kuştina Deniz Poyraz bi plan e û tê xwestin ku ser vê bigirin, peyam dan ku ew ê bêdeng nemînin. -
Li Qoserê 2 kes hatin destgîrkirin
Di çarçoveya lêpirsîna li Rihayê hate destpêkirin de, hejmara kesên li Qoserê hatin destgîrkirin gihişte 2’an. -
Pêşmergeyên kevin: Divê Kurd ne ji bo şer ji bo yekrêziyê bixebitin
Pêşmergeyê kevin Lezgîn Yundan û Bedel Yundan gotin: “Her gava ku êrîş li ser Kurdistanê hebe, divê her Kurdek welatparêz cihê xwe di parastina xaka Kurdistanê de bigre. Ev serdem ne serdema şerê Kurd bi Kurde, dem dema yekitî û yekrêziya Kurdan.” -
Çalakvanên Kerkûkê: Armanca Tirkiyê tunekirina statuya Herêma Kurdistanê ye
Çalakvanên sivîl yên bajarê Kerkûkê bal kişandin ser armanca êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û gotin: “Armanca esasî ya êrîşên Tirkiyê ne şerê hêzekê, tunekirina statuya Herêma Kurdistanê ye.” -
Heta bi hilma xwe ya dawî li Avaşînê li ber xwe da
Şehîdê Avaşînê Devran Ekîn ku heta kêliya dawî li dijî êrîşên dagirker ên Tirk li ber xwe dayî, beriya şehîd bibe bi demeke kurt gotibû, ''Ez gerîlayê HPG'ê heta dawiyê li dijî dijmin şer bikim û serfrirazî wê ya me be.'' -
Tora Mafê Mirovan rapora binpêkirina mafên mirovan eşkere kir
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê di rapora xwe ya mehekê de eşkere kir ku 7 kolber li ser sînor hatine qetilkiri û 10 jî birîndar bûne. -
Li yên li Xelfetiyê êşkence lê hatin kirin 50 sal ceza lê birîn
Ji yên li baxçeyê qereqola Xelfetiyê hatin êşkencekirin 14 jê bi giştî 50 sal cezayê girtîgehê lê hatin birîn. -
Şewata li Dara Hênê dewam dike
Şewata ku saetên nava rojê li navbera gundên Guzeldere, Derebag û Çamliyurt ên Dara Hêzên derketibû, dewam dike. -
Gundên Amêdiyê dîsa hatin bombekirin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundên girêdayî Amêdiyê ya Dihokê ya Başûrê Kurdistanê dîsa bombe kirin. Roja Pêncşemê 150 pezên gundiyan telef kiribûn. -
Sendîkayên Brîtanyayî li ber êrişên dagirkeriyê rabûn
Sekreterên gelek sendîkayên Brîtanyayî nameyek ji Sefaretxaneya Bilind a Tirk re nivîsîn û bang kirin ku êrişên li ser Başûrê Kurdistanê "teqez bi dawî bikin." -
Li Avaşînê çalakiyên gerîla: 3 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Avaşînê çalakî li dar xistin. Hate ragihandin ku di van çalakiyan de 3 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek jî birîndar bûye. -
Li Xarpêtê di qezaya trafîkê de 3 kes mirin
Li Xarpêtê mînîbus û qemyonek li hev qelibîn. Di qezayê de 3 kes mirin, 12 kes jî birîndar bûn. -
Li Qoserê kesek ji aliyê polîsan ve hate revandin
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, êvara Pêncşemê polîsan avêtin ser malekê û kesek destgîr kirin. Nayê zanîn ku kesê destgîrkirî birine ku derê. -
Dîmenê çalakiyeke gerîla ya li Avaşînê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla weşand ku li qada Kîlîse ya Avaşînê pêk hat û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. -
Silemanî: Gel û gerîla bibe yek, kes nikare li ber bisekine!
Ji fermandarên HPG'ê Botan Silêmanî got, "Dema ku gel û gerîla bû yek, dema ku pişta xwe spartin hev, kes nikare li ber wan bisekine." -
Li Hewlêrê cenazeyê 2 zarokan hatin dîtin
Li Hewlêrê cenazeyê 2 zarokên ji duh ve winda bûn, li nêzî gundê Mele Omer li nava çem hate dîtin.