Li Xarpêtê di qezaya trafîkê de 3 kes mirin
Li Xarpêtê mînîbus û qemyonek li hev qelibîn. Di qezayê de 3 kes mirin, 12 kes jî birîndar bûn.
Li Xarpêtê mînîbus û qemyonek li hev qelibîn. Di qezayê de 3 kes mirin, 12 kes jî birîndar bûn.
Mînîbusa ji Mereşê bi rê ket û berê xwe li Qersê bû, li ser rêya Xarpêt-Çewlikê qeza kir.
Hate ragihandin ku mînîbus li qemyoneke li kêleka rê sekinî bû, qelibî.
Li gorî agahiyan di qezayê de 3 kesên di mînîbusê de jiyana xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneya li bajêr û cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan jî birin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.