Gundên Amêdiyê dîsa hatin bombekirin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundên girêdayî Amêdiyê ya Dihokê ya Başûrê Kurdistanê dîsa bombe kirin. Roja Pêncşemê 150 pezên gundiyan telef kiribûn.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundên girêdayî Amêdiyê ya Dihokê ya Başûrê Kurdistanê dîsa bombe kirin. Roja Pêncşemê 150 pezên gundiyan telef kiribûn.
Artêşa Tirk a dagirker ji roja Pêncşemê û vir ve gundê Mijê û Spîndara bombe dikin.
Li gorî malpera Esta bomberdûman didome. Her du gund 5 kêlometre ji Amêdiyê dûr in.
Hate ragihandin ku ji ber bomberdûmanê şewat li herêmê derketiye.
Roja Pêncşemê heman herêm bi saetan hatibû bombekirin, di bomberdûmana li gundê Dereşê ya nêzî Spîndarayê de bi kêmanî 150 meh telef bûbûn.