Heyeta KNK'ê serdana Mexmûr a tecrîdkirî kir
Heyeta bi serokatiya Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad, serdana kampa penaberan a Mexmûrê kir ku bi salane ambargo li ser heye û dewleta Tirk êrişî kampê dike.
Heyeta bi serokatiya Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad, serdana kampa penaberan a Mexmûrê kir ku bi salane ambargo li ser heye û dewleta Tirk êrişî kampê dike.
Heyeta bi serokatiya Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad ji aliyê Hevserokên Meclîsa Gel a Mexmûrê ve hate pêşwazîkirin.
Heyetê destpêkê serdana Saziya Malbatên Şehîdan kir û piştre li cihê ku SÎHA dewleta Tirk bombe lê barand, lêkolîn kir.
Zeyneb Mûrad li cihê êrişê axivî û got, "Ev der ew cih e ku zarok lê perwerde dibin. Nuqteyeke leşkerî lê nîne."
Li gorî Rojnewsê Mûrad wiha axivî: "Em êrişê şermezar dikin û dixwazin ji xelkê kampê re piştgiriya xwe ragihînin. Em bang li hikumeta herêmê, hikumeta navendî ya Iraqê, Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan dikin ku li hemberî êrişên li ser xelkê sivîl bêdeng nemînin. Mafê her Kurdekî heye ku li xaka Kurdistanê bi rengekî aram bijî. Ji bo ev kamp û gelê Kurd bi rengekî arm bijî, weke gelê Kurd divê em bi berpirsyariya xwe ya neteweyî tevbigerin."
Mûrad banga yekîtiyê li Kurdan kir û got, "Kurd tenê bi yekîtiyê dikarin li ber êrişan rabin, dikarin dagirkeriyê bi dawî bikin û azadiya xwe misoger bikin."
Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan jî kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana heyeta KNK'ê anî ziman û got, "Bi navê xelkê kampê em hewldanên KNK'ê yên ji bo yekîtiya Kurdan ji nêz ve dişopînin. Em di wê baweriyê de ne ku bi vî karî wê gelê Kurd azad bibe."