Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Ozdemîr destgîr kirin
Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Mehmet Nûrî Ozdemîr, di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de hate destgîrkirin.
Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Mehmet Nûrî Ozdemîr, di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de hate destgîrkirin.
Li navçeya Peyasê ya Amedê polîsan avêt ser mala Endamê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Nûrî Ozdemîr.
Polîsan piştî lêgerîna li malê dest danî ser materyalên dîjîtal û Ozdemîr destgîr kir û ew birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.
Hinceta destgîrkirinê nehat zanîn.