Artêşa Tirk li Hîzana Bedlîsê operasyon da destpêkirin
Li navçeya Hîzanê ya Bedlîsê artêşa Tirk bi tevlîbûna cerdevanan dest bi operasyonê kir.
Li navçeya Hîzanê ya Bedlîsê artêşa Tirk bi tevlîbûna cerdevanan dest bi operasyonê kir.
Artêşa Tirk li navçeya Hîzan a Bedlîsê operasyonek leşkerî da destpêkirin.
Bi tevlîbûna leşker û cerdevanan li zozanên gundên Şên, Gulpik û Karasuyê operasyon hatiye destpêkirin. Hate zanîn ku duh piştî keşfkirina bi ÎHA û SÎHA’yan îro hejmarek zêde leşker û cerdevan sewqî herêmê hatine kirin.