KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Nobeta Dadê' ya Malbata Şenyaşar kete roja 100'î - 1
Malbata Şenyaşar ku 3 kes ji wan ji hêla xizmên Ibrahîm Halîl Yildiz ê AKP'yî ve hatin kuştin ev 100 roj in nobetê digire. Dayik Emîne Şenyaşar biryardar e ku heta dadmendî pêk were berxwedana xwe bidom -
Çalakiya Malbata Şenyaşar dewam dike
Malbata Şenyaşar ji bo xizmên xwe yên hatin qetilkirin, li pêşiya Edliyeya Rihayê nobeda 'edaletê' dewam dike. Îro roja 100'î ya çalakiyê ye. -
Hêza pêşeng a Pêngava Bazên Zagrosê: YJA Star
Di gelek çalakiyan de yên li dijî operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk hatin lidarxistin mohra gerîlayên YJA Starê heye. Pêngava Bazên Zagrosê bi bawerî û îradeya van jinan mezin dibe, geş dibe. -
Pêşmergeyê Dêrîn Kelan: Ez ê fîşekê berdim xwe, lê bernadim PKK'ê
Pêşmergeyê Dêrîn Pêşrew Ehmed Kelan got, "Ez ê fîşekê berdim xwe, lê ti carî bernadim xwişk û birayên xwe yên PKK'î." -
Êşkence li 2 girtiyan kirin ên li ber sermijartina li ser piyan rabûn
2 girtiyên siyasî ku ji bo rûniştina doza lê têne darizandin ji Xarpêtê anîn Girtîgeha Girtî Tîpa T a Êlihê, ji ber ku ji bo sermijartinê ranebûn ser piyan, gardiyanan li wan xistin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Zendûra weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Zendûra yê Metînayê weşand, ku ji aliyê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal hate lidarxistin. -
'Ti êriş nikare meşa rûmetê rawestîne'
Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan destnîşan kir, ku êrişên dewleta Tirk wê wan ji meşa bi rûmet û azadiyê venegerînin û got, "Heta ku Rêber Apo û gelê Kurd azad nebe, ti jiyan ji bo me ne hêja ye." -
Li Bedlîsê ji bo 15 rojan çalakî hatin qedexekirin
Walîtiya Bedlîsê ragihand ku ji bo 15 rojan li bajêr çalakî û xwepêşandan qedexe kiriye. -
KCK'ê Însiyatîfa Parastina Kurdistanê silav kir
KCK: Helwesta li dijî dagirkeriyê û PDK'ê roj bi roj xurt dibe, têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd hîn bêhtir dibe xwedî piştgiriya raya giştî û civakî. Ji ber vê yekê, em kesên ku Însiyatîfa Parastina Kurdistanê ava kirine bi rêzdarî silav dikin. -
Hêlîn Umît: Însiyatîf bi ciwanan re ye
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît got, divê ciwanên Kurd pêwîstiyên pêvajoya şer zû hîn bibin û veguherin yekîneyên xwedî însiyatîf û xweser. Hêlîn Umît destnîşan kir ku di vê mijarê de ti astengî nîne. -
Sûryanan mexdûrên komkujiyê bi bîr anîn
Sûryaniyan di salvegera Komkujiya Seyfo de ya sala 1915'an kesên ku hatibûn qetilkirin li Gundê Eynvertê bi bîr anîn. -
Artêşa Tirk li gundên Deşîşê û Teşîşê ya Metîna û qada Qumriyê şewat derxist
Şewata ku artêşa Tirk li Qadên Parastinê yên Medyayê, li gundên Deşîşê, Teşîşê û li qada Qumriyê derxistî didome. -
Ebas Ibrahîm Mehmûd, ku ji hêla dewleta Tirk ve hate qetilkirin tê veşartin
Ebas Ibrahîm Mehmûd ku 13'ê Hezîranê bi êrîşa hewayî ya Tirk a li ser gundê Kanî Lanê ya bajarokê Pişderê şehîd bûyî li Silêmanî bi tevlêbûna bi sedan kesî ya merasîma cenaze tê veşartin. -
Şewata ku artêşa Tirk li Bedlîsê derxistî didome
Şewata li gundê Horê ya Bedlîsê ku ji ber bombekirinên artêşa Tirk derketî didome. -
Aktivîstên şandeya aştiyê vegeriyan Elmanyayê
Endamên Delegasyona Aştiyê ku li dijî êrîşên dagirker ên Tirk çûbûn Başûrê Kurdistanê vegeriyan Elmanyayê. -
Peywira Hevşaredar û 5 endamên Meclîsê hate desteserkirin
Dewleta Tirk peywira Hevşaredara Çinarê Necla Tamriş û 5 endamên meclîsa şaredariyê desteser kir. -
HPG: Ji Xerzanê heta Avaşînê 15 dagirker hatin cezakirin
Berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker dewam dike. Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de herî kêm 15 dagirker hatin cezakirin. -
HDP û HDK'ê qurbaniyên Seyfo bi bîr anîn
HDP û HDK'ê qurbaniyên Seyfo bi bîr anîn û diyar kirin ku zîhniyeta komkujer hîn jî dewam dike. Di daxuyaniyan de ji dewleta Tirk hate xwestin ku ji ber qirkirinê lêborînê bixwaze. -
Nasnameya şehîdên Zapê hate eşkerekirin
HPG’e nasnameya 3 şehîdên Zapê eşkere kir û got “Em ê alaya şoreşê ya ku rêhevalên me dewrî me kiriye, bi biryardarî bigihînin serfiraziyê.” -
Nûnertiya Rêveberiya Xweser: Nûnerên me demildest berdin
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê li Herêma Kurdistanê û PYD'ê diyar kir ku hefteyeke bi ti awayî ew agahiyê ji endamên xwe yên hatine destgîrkirin nagirin û bang li rêveberiya herêmê kir ku nûnerên wan demildest berdin. -
Malbata Şenyaşar: Em li ber bêedaletiyê rabin!
Malbata Şenyaşar ku berxwedana xwe dewam dike bang kir û got, "Em li ber bêedaletiyê rabin. Eger te bêedaletiyek dît, bêdeng nemîne." -
Leşkerên Îranê êrîşên xwe yên li ser kolberan zêdetir kir
Pasdarên Îranê li herêma Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê êrişî kolberan kir û du kolber birîndar bûn. -
Bazên Zagrosê 5 dagirker ceza kir
HPG'ê diyar kir ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li Avaşînê berxwedaneke destanî dikin û destnîşan kir ku 5 dagirker hatine cezakirin û 3 jî birîndar bûne. HPG'ê diyar kir ku dagirkeran xwe bi gavekê vekişandine. -
Malazgîrt: Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê rê nedin dagirkeriyê
Amed Malazgîrt bal kişand ser berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, "Em dixwazin dewleta Tirk li Kurdistanê têk bibin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê rê nedin dagirkeriyê." -
Besê Erzîncan: Gerîla parêzvanê xelkê Başûrê Kurdistanê ye
Besê Erzîncan destnîşan kir ku gerîla di heman demê de parêzvanê xelkê Başûrê Kurdistanê ye û ji xelkê Başûr bi taybetî jî ji jinan xwest ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û li hemberî hevkariya PDK'ê helwestê nîşan bidin.