KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Malbata Şenyaşar: Li pêş kamerayên ewlekariyê qetil kirin
Malbata Şenyaşar peyamek weşand û got, "3 mirov li nexweşxaneyê têne kuştin. Êrişê jî li pêş kamerayên ewlekariyê dikin." Malbata Şenyaşar destnîşan kir ku wê berxwedana xwe dewam bike. -
HPG'ê şehîdên qada Aris Faris a Avaşînê bi bîr anî -NÛ BÛ-I
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê pênc gerîla bi bîr anî, ku li herêma Avaşînê di meha Gulanê de ji aliyê dewleta Tirk ve bi çeka kîmyewî hatin qetilkirin. -
Şewata li Pîranê gihîşt Xarpêtê: Nahêlin bê vemirandin
Leşkerên Tirk ku li navçeya Pîranê ya Amedê agir berda qadê, destûrê nadin ku kes agir vemirîne. Şewat gihîştiye navçeya Miyaran a Xarpêtê. -
Heyeta Aştiyê ji aliyê PDK'ê ve hate dersînorkirin
Aktîvîstên aştiyê yên ku ji Ewropayê çûn Hewlêrê, rojek piştî ku ji aliyê PDK'ê ve hatin destgîrkirin, îro hatin dersînorkirin. -
'Xelkê Mexmûrê bêrûmetiyê qebûl nake, lewma timî dibe hedefa êrişan'
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyat Ceylan bi bîr xist ku şêniyên Mexmûrê ji ber zexta dewleta Tirk neçar man cih û warê xwe biterikîne û got, "Xelkê Mexmûrê ji ber ku bêrûmetiyê qebûl nake, timî dibe hedefa êrişan." -
'Pêşmerge divê neyên lîstika dewleta Tirk'
Şervana YPJ'ê ya ji Silêmanî Bêrîvan Kurdistan diyar kir divê Pêşmerge neyên lîstika dewleta Tirk û got, ''Gelê me yê başûr divê serê xwe li ber êrîşên dewleta Tirk netewîne.'' -
Li çiyayên Kurdistanê dastanên dîrokî têne nivîsîn
Gerîayên HPG'ê û YJA Starê bi berxwedaniya ku li çiyayên Kurdistanê dikin dastanên dîrokî dinivîsin. -
'Destgîrkirina heyeta aştiyê şaşitiyeke dîrokî ye'
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku destgîrkirina endamên heyeta aştiyê li balafirgeha Hewlêrê, şaşitiyeke dîrokî ye. -
PDK’ê Heyeta Tifaqa Navneteweyî girt
Tifaqa Navneteweyî diyar kir ku du endamên wan dema ji bo lêkolîna mafên mirovan ên li herêmên şer lê hene çûne Başûrê Kurdistanê, li wir hatine girtin. -
Parlementerê Elman ê ku gihişt Hewlêrê: Ez têm şopandin
Endamê Meclîsa Eyaleta Berlînê Hakan Taş yê ku li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hatibû Hewlêrê, piştî nezareta 15 saetan serbest hate berdan.Taş diyar kir ku ew tê şopandin. -
Endamên heyeta ku PDK’ê destûra wan nedabû, dest bi greva birçîbûnê kirin
Ji bo balê bikişînin ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk heyeta aştiyê xwestibû biçe Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku 5 kes hatin destgîrkirin Demîr Çelîk, Alîcan Yildirir, Cemal Demîr, Rabîa Baldemîr û Mûtlû Tatar dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Li dijî dagirkeriyê ber bi deriyê sînor meşiyan
KCD, TJA, DBP û HDP’î li dijî dagirkeriyê ber bi Deriyê Sînor ê Xabûr ve meşiyan. Di meşê de dewleta Tirk hate protestokirin, bang li PDK’ê jî hate kirin ku ji ‘şaştiya xwe vegere’. -
KCK: Divê cîddîyeta rewşê were dîtin! -NÛ BÛ
KCK’ê diyar kir ku tu polîkaya wan a şerê li dijî komên Kurdan tune û got “Divê gel û rewşenbîrên Kurd, hêzên siyasî vê rewşa cîddî bibînin û ji bo PDK’e bidin sekinandin divê têkevin nav hewldanan.” -
HPG: 9 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û wesayîtek hate rûxandin-NÛ BÛ
Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star bê navber didomin. Di çalakiyên hatin kirin de 9 dagikerên Tirk hatin cezakirin, 2 çeper li gel wesayîtekê jî hate rûxandin. -
Di êrîşên qirker û dagirkeriyê de xwezaya Kurdistanê tê tinekirin!
Di encama êrîşên qirker û dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Zapê de, şewata li daristanê derketî her diçe belav dibe. -
Fermandarê Pêşmergeyan: Yek gule li dijî PKK’ê nateqînim
Fermadarê Hêzên Germiyan ya Hêzên Pêşmerge yê ser bi YNK’ê Mehmud Sengawî got: “Divê em hemû dakevin kolanan û şerê birakujiyê heram bikin. Şerê dijî PKK’ê heram bikîn. Di vî demê de, şerê dijî PKK’ê ji bo gelê me xeteriyek mezine.” -
Li aqûbeya Nêrgiz pirsîn, ku di 70 saliya xwe de hate nebedîkirin
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan, aqûbeta Yusuf Nergizê ê 70 salî pirsîn, ku li navçeya Qulpê hatibû nebedîkirin. -
Malbata Şenyaşar: Em ê bi piştevaniyê edaletê pêk bînin
Malbata Şenyaşar a berxwedana xwe didomîne got: “Ji bo doza me hiqûqa yên serdest tê bicihanîn. Em ê bi piştevaniyê edaletê pêk bînin.” -
Gelê Berwarî: Em ê neyên lîstika dewleta Tirk
Gelê ku li herêma Berwarî dijî ku li dijî êrîşên dagirker ên Tirk xwedî helwest e, diyar kir dewleta Tirk dixwaze şerekî di nav Kurdan de derxîne lê ew ê ti caran neyên vê lîstikê. -
Li 25 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hate ragihandin
Dewleta Tirk a dagirker li 35 jîgehên Bedlîsê bi hinceta operasyona leşkerî qedexeya derketina derve agihand. -
Motorsiklêta polîsan li zarokan qelibî: 4 birîndar bûn
Motorsiklêta polîsan a ku pir lez diçû, li zarokên ku derbasî aliyê din ê rê dibûn qelibî. Di bûyerê de 1 jê giran 4 zarok birîndar bûn. -
Şewata li Kerboranê didome
Şewata li daristanên Kerboranê ji duh ve didome, ji bo şewat were tefandin ti tişt nayê kirin. -
CÎK: Kurdkujî hevkariya dagirkeriyê ye
CÎK: Mafê her Kurdekî welatperwer û xwenas heye ku li herdera erdnîgariya Kurdîstanê de bijî û xwe bi rêxistin bike. Ev kesên li dijî dagirkerên Kurdîstanê têdikoşin, divê wek kesên pîroz bên pêşwazîkirin. -
Gulpî: Şerê Kurd bi Kurd di berjewendiya dijminan de ye
Gulpî diyar kir ku rewşenbîr, siyasetmedar, hunermendên Kurd û gelê Kurd li dijî dagirkeriya Tirk û şerê Kurd bi Kurdin û got: “Şerekî di nava Kurdan de, ji derveyî kuştina zarokên Kurdan ne tişteke dine. Ev şer di berjewendiyên dijmin de ne.” -
Şiban: Leşkeran li ber helîkopterê pehîn li serê min da
Osman Şiban ê li gel Servet Tûrgût ku ji helîkopterê avêtin û jiyana xwe ji dest da got: “Dema li ber helîkopterê leşkerekê pehîn li serê min da û şûnde ez ji ser hişê xwe çûm. Leşkeran tim li me dida."