KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Polîsan rê neda nimêja cenaze bê kirin
Di merasîma li Midyadê ya ji bo gerîlayê HPG’ê Ferhat Akkurt ê li Wanê şehîd bûbû hate kirin de, polîsan rê neda ku nimêja cenaze bê kirin. -
‘Li Îmraliyê rejîma êşkenceyê tê pêkanîn’
Koordînasyona Şopandina Girtîgehên Anatoliya Navîn a li Wanê daxuyanî da, diyar kir ku li Îmralî rejîma êşkenceyê serwere, destnîşan kirin ku tavilê divê daxwazên girtiyan bên bicih anîn. -
Gerîla ji Cûdî bigire heta Zagrosan li her derê li ber xwe dide-NÛ BÛ
HPG’ê ragihand gerîla ji Cûdî bigire heta Zagrosan li her derê li dijî dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke destanî nîşan dide. Di çalakiyên hatin kirin de bi qasî hate zelalkirin 11 dagirker hatin cezakirin. -
Li dijî şewat û talankirinê ber bi Çiyayê Cûdî ve meşiyan
Bi sedan ekolojîst, hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar, şêniyên herêmê, li dijî şewitandina daristanan û talankirina xwezayê ber bi Çiyayê Cûdî ve meşiyan. -
Xebat Andok: Gel û gerîla bibe yek, kes nikare li ber bisekine
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok destnîşan ki divê gelê Kurd zanibe ew di nava şer de ye, lewma divê jiyana xwe li gorî rastiya şer rêxistinî bike. Xebat Andok diyar kir, eger gel û gerîla bibe yek wê ji sedî sed bi ser bikevin. -
Parêzeran serdana Malbata Şenyaşar kir
OHD û TOHAV'ê serdana Malbata Şenyaşar kir, ku ji bo edaletê li ber xwe dide. -
Li Nisêbînê, mirina bi guman a leşkerekî ji Tekîrdagê
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, Ridvan Sagdiç ê ku leşkerî ji artêşa Tirk re dikir, hate îdîakirin ku di encama "qezaya bi çekê" de miriye. -
Kurdên li Rûsyayê li ber dagirkeriyê û hevkarên dagirkeran rabûn
"Em bang li xelkê xwe yê Başûrê Kurdistanê dikin ku bêdeng nemîne û li ber van planên qirêj rabe. Armanca dewleta Tirk a faşîst tunekirina gelê Kurd bi temamî ye. Lewma divê kurd hemû bibin yek û piştgiriyê bide gerîla." -
Li Colemêrgê 4 siyasetmedarên jin ên HDP'î hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Colemêrg û Şemzînanê, bêyî ku hincetekê nîşan bide avêtin ser malan û 4 siyasetmedarên jin destgîr kirin. -
Cezayê 22 salan ê li Leyla Guven hate birîn, hate pejirandin
Cezayê 22 sal û 3 mehan ê ku li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hate birîn ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hate pejirandin. -
DDB, doza jêrzemînên Cizîrê bi hinceta 'belgeyên kêm' red kir!
Hinceta biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) a li ser doza jêrzemînên Cizîrê, ku komkujî lê hatibû kirin, li Rojnameya Fermî hate weşandin. Ji bo hinceta redkirinê jî hate îdîakirin ku belgeyên kêm di dema xwe de nehate temamkirin. -
Oprasyonên qirkirina siyasî: Li Cizîrê 4 kes hatin girtin
Li Cizîrê ji 5 kesên ku doh di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin 4 kes hatin girtin. -
Karayilan: Erdogan daxwaz ji me kir ku em agirbest îlan bikin
Karayilan diyar kir, Erdogan mehên borî heyetek ji bo PKK’ê şand û got: “Erdogan got; ‘Li bakur agirbestê îlan bikin, li parçeyên din hûn çi dikin bikin, em têkelî we nabin.’ Digot nakokiyên we bi PDK’ê re hene, bi wan re şer bikin. Ev lîstokeke dijimine. -
Li Zendûra şerekî dijwar rû dide
Li çeperên şer ên Girê Zendûra ya Herêma Metînayê şerekî dijwar diqewime. -
Rewşenbîran bang kir: Divê hemû alî pêşiya şerê Kurd bi Kurd bigire
Bi dehan rewşenbîr û nivîskaran ragihandin ku şer ne di berjewendiyên Herêma Kurdistanê de ye û dijimin ji vê sûdê dibîne, nabe dilê dijmin xweş bikin, divê hemû alî pêşiya şerê Kurd bi Kurd ku dewleta Tirk dixwaze derbixe, bigire. -
Rêveberiya Xweser ji bo heyeta ku hatiye destgîrkirin bang kir
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê xwest bila PDK nûnerên Rêveberiya Xweser û yên PYD’ê berde. -
Çalakiyên gerîla bênavber didome: 10 dagirker hatin cezakirin - HATE NÛKIRIN
Li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk gerîla jî li ber xwe bidin. Di çalakiyên gerîlayan de bi qasî ku hate tespîtkirin 10 dagirker hate cezakirin. -
HPG: Bi lehengî şer kirin û şehîd bûn
HPG'ê agahiyên nasnameyê yên 3 gerîlayên ku 2017'an li Êlkê şehîd bûbû ragihand û got, ''Hevrêyên me ku li dijî mêtingeriyê gavekê jî bêyî ku dudilî bibin şer kirin, şehîd bûn, bêgûman bûne sembola vê berxwedana dîrokî û dastanî.'' -
Reşîd: Ji 'aşbetal'ê mezintir taloke li ber başûr e
Siyasetzan Rêbiwar Reşîd diyar kir ev 30 sal in talokeyeke ji ya 'aşbetal'ê meztir li ber başûr heye û got, ''Gel heke li dijî dagirkeriyê helwesteke mezin nîşan nede, wê pêvajoyeke teslimbûnê ya ji 1974'an a 'aşbetal'ê meztir bibîne.'' -
‘Pêşmerge û Başûr di hedefa dewleta Tirk de ye’
Yek ji fermandarê Pêşmergeyê Dêrîn Awat Qehremanî û siyasetmedar Yasîn Elî diyar kirin ku dewleta Tirk pêşmergeyan dikin hedef. -
PDK'ê şandeya Rêveberiya Xweser û PYD'ê destgîr kir
Hêzên PDK'ê şandeya Rêveberiya Xweser û ya PYD'ê ku ji bo mêvanê xwe pêşwazî bikin çûbûn Hewlêrê destgîr kir. -
Malbata Şenyaşar: Em ‘dozgerekî wêrek’ dixwazin
Çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar di roja 94’an de didome. -
Karayilan daxuyaniyên gelekî girîng da Stêrk Tvyê!
Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Mûrat Karayilan daxuyaniyên gelekî girîng da Stêrk Tvyê. Wê bername îşev were weşandin. Ji heyeta ku Erdogan ji PKK’ê re şandiye heta bûyerên li Metînayê gelek bûyer nirxand. -
Hêzil Ozgur: Bêyî teknîkê artêşa Tirk nikare bilive
Yek ji fermandara YJA Starê Hêzil Ozgur: Di vî şerî de ti leşkerek tine ku li pêşberî vîna PKK'ê bisekine. Yên ku şer dikin ne leşkerên artêşa Tirk, teknîka wan e. Bêyî teknîkê artêşa Tirk nikare bilive, bêyî helîkoptêran nikarin leşkeran deyin. -
Di vî şerî de wê gerîla bi ser bikevin
Yek ji fermandara Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê Devrîm Hejar got artêşa Tirk li gel hemû derfetên artêşê jî heq ji gerîla dernakeve û di vî şerî de serkeftî wê gerîla bin.