KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: Divê heyeteke serbixwe bûyera duh lêkolîn bike
HPG’ê diyar kir ku wesayîta ku duh îmha bûye ji aliyê gerîlayan nehatiye kirin û got “Em dixwazin an heyeteke hevpar an jî heyeteke serbixwe were vê bûyerê lêkolîn bike.” -
HPG: Yek jê kontra 4 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de bi qasî ku hate tespîtkirin yek jê kontra 4 dagirker hatin cezakirin. -
Îranê yek jê zarok du kolber birîndar kir
Leşkerên Îranê yek jê zarok du kolber birîndar kir. -
KCK: PDK li kêleka dewleta Tirk tevlî şer bûye; divê Kurd li ber rabe
KCK: Gelê Kurd, hêzên siyasî û saziyên demokratîk, divê li dijî nêzîkatiya PDK'ê ya ku xwe daniye ber dewleta Tirk a dagirker û qirker, li her cihî helwestê nîşan bide û li dijî dagirkeriyê bi xurtî piştgiriyê bide têkoşîna gerîla. -
HPG: Şehîdên Bestayê di dîroka têkoşînê de cihê xwe girtin
HPG'ê nasnameya şehîdên Bestayê ragihand û got, ''Hevrêyên me piştî ku derbên giran li dagirkeran dane bûne stêrik, li nav rûpelên hêja ên dîroka têkoşîna me cihê xwe girtine.'' -
'Êrişa li ser Mexmûrê qirkirin e; divê her kes li ber rabe'
KCD, TJA û DBP'ê nerazîbûn nîşanî êrişa dewleta Tirk a li ser Kampa Mexmûrê dan û gotin, "Ev yek dewama polîtîkaya qirkirinê ya li dijî gelê Kurd e." -
Li Silêmanî 50 rêxistina civaka sivîl giliyê Tirkiyê li NY'yê kirin
Li Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Silêmaniyê 50 rêxistinên civaka sivîl giliyê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê kirin. -
Fermandarê HPG'ê Armanc: Gotinên dibêjin gerîla êriş birine ser pêşmergeyan, derew e
Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Hakî Armanc: Îdîayên ku dibêjin gerîla êriş birine ser pêşmergeyan an jî kemîn danîne ber, hemû bêbingeh in. Derew in. Eger berpirsyarek ji bûyera qewimî re hebe, ew jî rayedarên PDK'ê ne yên biryar dane. -
Malbata Şenyaşar: Komkujan diparêzin
Malbata Şenyaşar di roja 90'î ya berxwedanê de got, ''Serdozger komkujên li nexweşxanê diparêze'' -
Li Metînayê 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin
Li Girê Koordîneyê yê Metînayê, hêzên gerîla xwe berdan nava dagirkeran. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, çeper jî hate rûxandin. -
'Dijmin nikare bi gerîla, lewma çekên kîmyewî bi kar tîne'
Gerîlayên YJA Starê Adar Ararat û Çiya Qamişlo yên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin, diyar kir ku dewleta Tirk ji ber ku nikare berxwedana gerîla bişikîne, çekên kîmyewî bi kar tîne. -
Gelê Mexmûrê: Heta ku dijmin têk biçe, em ê têkoşîna xwe bidomînin
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrîşa dewleta Tirk a dagirker ku li ser kampê şermezar kir -
Sewqiyata leşkerî ya PDK’ê didome
PDK sewqiyata leşkerî ya ber bi Metînayê didomîne. -
Balefirên artêşa Tirk a dagirker li Metînayê didin
Hate ragihandin ku balefirên şer ên artêşa Tirk dagirker Girê Çarçel ya li Metînayê û derdora wê bomberdûman dike. Pêşmergeyên PDK’ê dixwestin bi êrîşê li vir bi cih bibin. -
Meşa girseyî ya li dijî dagirkeriya Tirk a li Silêmaniyê dest pê kir
Li bajarê Silêmaniyê meşa girseyî ya dijî dagirkeriya dewleta Tirk ku ji aliyê 10 partî û rêxistinên sivîl, her wiha kesayetên serbixwe, rojnamevan û çalakvan ve hatiye organîzekirin, dest pê kir. -
Meclîsa Gel a Şengalê êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kir
Meclîsa Gel a Şengalê bi daxuyaniyekê êrîşa li ser Kampa penaberan a Mexmûrê şermezar kir. -
'Bi vegera li ser axê re mirov dikare ji fermanê re rizgar bibe'
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Emşê Şengalî: Em dixwazin ku gelê me vegere ser erdê xwe û em bi hev re jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Ev bûyerên ku li kampên Başûrê Kurdistanê diqewimin ne tesaduf in, ev tev berdewamiya fermanê ne. -
KNK’ê ji bo hestiyarî û diyalogê bang kir
Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber bûyerên li qada Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê banga hestiyarî û diyalogê kir. -
HPG’ê li Zendûrayê li artêşa Tirk a dagirker da
Gerîlayan li Qada Zendûra ya Metînayê li leşkerên Tirk ên dagirker da. Ji ber berxwedana gerîlayan dagirker neçar man ku vekişin. -
Fermandariya Qadê ya Xabûrê ya HPG'ê: Helkefta PDK'ê pir taloke ye
Fermandariya Qadê ya Xabûrê ya Metîna a HPG'ê têkilî sewqiyeta leşkerî ya PDK'ê daxuyanî da û got, ''Ev helkefta PDK'ê pir taloke ye, helkefteke wiha ye dibe ku di navbeyna hêzên Kurd de şerekî giran bîne.'' -
SÎHA’yên Tirk bombe li Mexmûr barand -NÛ BÛ II
Li Wargeha Mexmûrê Balafirên Tirk ên SÎHA di saet 13:55’an de bombe li Mexmûr barandin. -
Li aqûbeta Yenîsoy ê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû ‘windakirin’ pirsîn
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, li aqûbeta Tûrgût Yenîsoy ê li Bismilê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibû ‘windakirin’ pirsîn. -
Artêşa Tirk li Lice dest bi operasyonê kir
Artêşa Tirk li taxa Karinçax a Licê dest bi operasyonê kir, li herêma ku balafir gule dike, şewat derket. -
Navenda Ragihandinê ya HPG'ê daxuyanî da
HPG'ê ragihand bi armanca hişyarkirina hêzên PDK'ê ku ketine qada hêzên gerîla yên li Metîna gule bi hewayê ve hatine avêtin, wesayita zirxî ku guh nedayî hişyariyê û dom kirî çawa derb xwariye ji aliyê wan ve nehatiye tespîtkirin. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Dem dema vegera Şengalê ye
Rêveberiya Xweser a Şengalê bal kişand ser rewaşa Êzidiyên li kampan û bûyera şewatê ya duh li Kampa Şeriya û got: “Em wekî Rêveberiya Xweser a Şengalê dibêjin ku êdî tu wateya berdewamkirina van kampan nemaye. Şengal ji bo vegera Êzidiyan amade ye."