KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HBDH’ê Serokê MHP'ê yê Bajêr ceza kir
Komîteya Kurdistanê ya HBDH’ê got “Me li serokê MHP’ê yê Mêrdînê da.” -
Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê: Nîşeyên Berxwedana Avaşînê - Beşa 1'ê
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi 'Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê'' bersiv dane êrîşên dagirker ên artêşa Tirk, li Avaşînê derbên giran li dijmin dide. Nîşeyên gerîlyan rewşa giyanî ya berxwedanê datîne holê. -
Dîmenê çalakiya li Girê Azad hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ya li Gigrê Azad a li herêma Metînayê weşand, ku di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin. -
Ok: Gelê Kurd hêza berxwedanê ji pêngava 1'ê Hezîranê digire
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok li ser salvegera 17'an a pêngava 1'ê Hezîranê axivî û got, "Berxwedan, têkoşîn û serhildanên gel û tevgera me, hêza xwe ji pêngava 1'ê Hezîranê digirin." -
Xelkê Kerkûkê dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Xelkê Kerkûkê bi çalakiyekê nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk da û daxwaza ji desthilata Herêmê, Netewên Yekbûyî û Hikûmeta Iraqê hat kirin li dijî dagirkeriyê helwest nîşandin. -
Gora Tahir Elçî xira kirine
Gora Serokê berê ya Baroya Amedê Tahir Elçî ya li Goristana Yenîkoy ku sala 2015’an li Sûrê hate qetilkirin, xira kirine. -
HBDH Kurdistan: Ekmer Smer ê AKP’î hate cezakirin
HBDH Kurdistan ragihand ku Alîkarê Serokê AKP’ê yê bajar Ekmer Sumer ê dema 31’ê Gulanê li navçeya navenda Mêrdînê digeriya bi sûîkastekê hatiye cezakirin. -
KNK li Parlementoya Kurdistanê bi 5 partiyên Başûr re civiya
Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) îro serdana Parlementoya Herêma Kurdistanê kir û li bi 5 komên partiyên siyasî yên nava parlementoyê re civiya û behsa dagirkeriya Tirk kirin. -
KCK: PDK’ê rê dide dagirkerî û talankirinê ya dewleta Tirk
“Li şûna piştgirî bide helwesta nîştîman a gel, hewl didin ku sûcên dewleta Tirk pak bidin nîşandan û gelê me ji helwestên netewî sar bikin. Encamên van bûyerên şermane yên PDK’ê tenê zêdetir derfet dide Tirkiye xaka Başûrê Kurdistan û Iraq dagir bike." -
Ciwanên HDP’î piştgirî dan malbata Şenyaşar
Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Stenbolê, serdana malbata Şenyaşar a nêzî 3 mehe li Rihayê di nobeda edaletê de ye, kirin. -
Karayilan: Ev dem ne dema bêdengiyê ye
Mûrat Karayilan: Ev dem ne demeke welê ye ku mirov bêdeng be. Roj roja rûmetê ye, roja kar e. Dem dema awarte ye. Çarenûsa gelê me wê van salan diyar bibe. Divê kes li ber êrişên dijmin bêdeng nemîne. -
Bazên Zagorê 18 dagirker cezar kirin -NÛ BÛ
HPG'ê ragihand hêzên gerîla ji bo tola şehîdan bi rihê Pêngava 1'ê Hezîranê têdikoşin. HPG'ê ragihand di çalakiyan de tespît bûyî 18 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin, 6 jê jî birîndar bûne. -
Li dijî êrîşên dagirker ên li ser Başûr helwest zêde dibe
Li dijî êrîşên qirker û dagirker ên Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, li başûrê Kurdistanê helwest zêde dibin. -
Dewleta Tirk li Kanî Masî gundiyek birîndar kir
Li hêlekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê didomin, li Kanî Masî bi êrîşa obûsê gundiyek birîndar bû. -
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn eşkere kir
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên 18'ê Nîsanê li herêma Metînayê şehîd bûn eşkere kir û got, "Li Kurdistana azad, bi Rêbertiya azad wê teqez xwedî li armanc û xeyalên wan bê derketin." -
Li Avaşînê derba giran: 13 dagirker hatin cezakirin
Li herêma Avaşînê di çalakiya dijî dagirkeran de 13 leşkerên Tirk hatin cezakirin. -
HRE'yê li dagirkeran da: 5 çete hatin kuştin, 9 jî birîndar bûn
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li herêmên dagirkirî di encama çalakiyên hêzên wan de 5 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin, 9 jî birîndar bûne. -
HBDH'ê agir ber da qemyoneke AKP'iyan
HBDH Kurdistanê ragihand ku li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê agir berdane TIR'eke AKP'iyan. -
Yekîneya Tolhildanê li Amedê li dijî qereqolê çalakiya bombeyî lidar xist
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Êrîş Andok li dijî Qereqola Şehîtlîkê ya Amedê bi bombeyan çalakî li dar xist. -
Gerîla Farqîn: Em ê derbê li dewleta Tirk û alîkarên wê bixin
Gerîlayê HPG’ê Dilgeş Farqîn bal kişand ser berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk û got: “Em ê derbên giran li dewleta Tirk û alîkarên wê bixin.” -
Edhem Barzanî: Êrîş neyên rawestandin, dibe Başûr ji dest biçe!
Edhem Barzanî bal kişand ser metirsiya êrîşên dagirkeriyê ya Tirkiye ya li Başûrê Kurdistanê û got: “Eger herêma Kurdistanê ji bo rawestandina êrîşan tiştekî neke, dibe herêma Kurdistanê ji dest biçe.” -
Karasû: Serkêşê karên qirêj Erdogan e -NÛ BÛ
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû anî ziman ku karên qirêj û ne qanûnî bi destûr an jî fermana Erdogan hatin kirin û got, "Banga ji bo îstifaya Soylû têrê nake, divê zext li vê desthilatdariyê bê kirin ku îstifa bike." -
Operasyona qirkirina siyasî: Li Semsûrê 5 kes hatin destgîrkirin
Di serdegitinên malan ên saetên sibe û şevê yên ji aliyê jendermeyan ve ya li Semsûrê pêk hatin de, 5 kes hatin destgîrkirin. -
Hêzên rejîma Îranê kolberek bi giranî birîndar kir
Li devera sinorî ya bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejima Îranê gule li kolberan reşandin, kolberek bi giranî birîndar kir. -
Êşkenceya birina ‘nexweşxaneyê’ ya girtiyê giran nexweş Ozkan
Li Amedê girtiyê giran nexweş Mehmet Emîn Ozkan, carekî din di bin dorpêça leşkeran de rakirin nexweşxaneyê.”