KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayan eşkere kir yên ku li Metîna û Garê şehîd bûbûn. HPG’ê got “Em soz didin ku em ê têkoşîna şoreşê ya ku hevrêyên me yên şehîd ji me re hiştine, teqez bigihînin serfiraziyê.” -
Li Payîzavayê leşkeran êriş birin ser gundiyên li ber kana mermerê radibûn
Xelkê gundê Yûrtbaşi yê navçeya Payîzava ya Wanê, li dijî projeya kana mermerê dest bi berxwedanê kir. Leşkerên Tirk gule li gundiyan reşandin. -
Zarokekî Êzidî yê ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin radestî malbata wî hate kirin
Ciwanê Êzidî yê bi navê Erdewan (16) ku êvara Çarşemê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve ji çeteyên DAÎŞ'ê hate rizgarkirin, li Şengalê radestî malbata wî hate kirin. -
Malbatên wan ciwanên ku li Pirsûsê hatine qetilkirin serdana Şenyaşaran kirin
Malbatên wan ciwanên ku li Pirsûsê hatibûn qetilkirin serdana Emîne Şenyaşar kirin. Dema serdanê di axaftinan de hate gotin,''Xizmên me ji hêla dewleta destbixwîn ve hate kuştin.'' -
Çalakvanên siyasî yên Çemçemalê: Êriş li dijî Kurdan hemûyan tê kirin
Çalakvanên sivîl ên Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên Tirk dan û diyar kirin ku di rewşeke wiha de nabin ku bi partî û hîzbî bifikirin, divê Kurd bi yek dengî li dijî dagirkeriya Tirkiye bibe xwedî helwest. -
Dest li ser erdên gundiyan danîn
Wezareta Hawîrdorê û Bajarvaniyê li Wan, Şirnex û Colemergê bi hinceta ku nekêrhatî ye, hin erdên çandiniyê da ber firotinê. Bi vê çarçoweyê li Erdîşê 73, li Şirnex navend û Cizîrê 4, li Colemergê 96 erd dane ber firotinê. -
Îlhama Apoyî da gotin: Hûn nikarin me bikujin!
Gerîla Serhad, Sarya, Rûken, Canfeda, Kamûran, Xebat û Zafer tunelek kirin çepereke şer. Gelek caran li bîra wan xist ku ew şervan in: "Hûn nikarin me bikujin, gava ku dema wê hat, em ê bimirin." -
'Divê em bibin dengê girtiyan, dawî li vê bêdengiyê bînin'
Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Elîf Haran got, li gel zext û astengiyan jî divê ew bibin dengê girtiyan û vê bêdengiyê veguherînin qîrînê. -
Li Amedê 9 kes hatin girtin
Ji nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên di operasyona qirkirina siyasî ya li Amedê de hatin destgîrkirin, 5 jê hatin berdan, 9 kes jî hatin girtin; karûbarên 14 kesî jî didomin. -
7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li hevşaredarê Îdirê Akkûş hate birîn
Li Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkûş ê ku peywira wî hatibû desteserkirin û qeyyûm li şûna wî hatibû wezîfedarkirin 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn. -
KNK’ê serdana Yekgirtû Îslamî û Hîzba Beyit Elnehrînî ya Aşûriyan kirin
Şandeya KNK’ê ya di çarçoveya yekîtiya netewî ya nava partiyên Kurd a li Başûrê Kurdistanê de serdana Yekgirtû Îslamî Kurdistan û Hîzba Beyit Elnehrînî ya Aşûriyan kirin. -
Dema destgîrkirina yên li Wanê hate dirêjkirin
Dema destgîrkirina 16 kesên di operasyona qirkirina siyasî ya li ser MEBYA DER’ê de hatibûn destgîrkirin, ji bo 4 rojan hate dirêjkirin. -
Çalakiyên gerîla didomin: Bi kêmanî 14 dagirker hatin cezakirin-NÛ BÛ
Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên li dijî dagirkeran bê navber dewam dikin. Di çalakiyên hatin kirin de bi kêmanî 14 dagirker hatin cezakirin. -
Cenazeyê Yildiz di bin dorpêçiya leşkeran de hate veşartin
Mûrat Yildiz ê ku bi balafirên şer ên Tirk li bejahiya navçeya Pulurê ya Dersimê jiyana xwe ji dest da, di bin dorpêçiya leşkerî de hate veşartin. -
Li dayika aştiyê Fatma Tûran 10 meh cezayê girtîgehê hate birîn
Dadgeriya Tirk 10 meh û 25 roj cezayê girtîgehê li dayika aştiyê Fatma Tûran birî, ji ber axaftina wê. -
Emîne Şenyaşar: Bila kulîlka wan jî hişk bibe!
Emîne Şenyaşar a ku malbata wê hatibû kuştin got “ Wan kulîlkên me hişk kirin, hêvîdar im kulîlka wan jî hişk bibe.” -
Girtiyê nexweş ê 83 salî bi kelepçekirî birin nexweşxaneyê
Girtiyê nexweş ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan, bi rengekî kelepçekirî birin nexweşxaneyê. -
Li Metînayê 7 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Girê Koordîneyê yê li herêma Metînayê di çalakiyekê de 7 dagirker hatin cezakirin. -
Dewleta Tirk li Zaxoyê êrişî sivîlan kir: 2 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker bombe li bajarokê Derkarê yê bajarokê Zaxoyê barand. Di encamê de 2 sivîl birîndar bûn. -
Dede: Di dema Soylû de êşkence bi raporan hate belgekirin
Umît Dede yê HDP'î bal kişand ser îdîayên Soylû ku digot, ji dema hatiye ser wezîfeyê û vir ve êşkence li kesî nehatiye kirin û got, "Dema ku 2 gundî ji helîkopterê hatin avêtin, gelo Soylû ne Wezîrê Karên Hundir bû?" -
PKK'ê, Kasim Engîn di salvegera şehîdbûnê de bi bîr anî
Komîteya Navendî ya PKK'ê: Hevrê Kasim Engîn dibe xeleke sereke ya xeta lehengiya Apoyî ku bi Hakîyan dest pê kirî ,bi Mazlûm, Kemal, Xeyrî û Sarayan dom kirî, bi Egîd û Zîlanan gihaştî asta xwe ya herî bilind. -
Dîmenê êrişa dewleta Tirk a li ser gundê Mîskayê
Dewleta Tirk a dagirker ku êrişî Başûrê Kurdistanê dike, doh serê sibehê bombe li gundê Mîska yê li bajarê Kanîmasî yê herêma Metînayê barand. Dîmenên qada ku hate bombekirin, ji aliyê kamerayên me ve hatin kişandin. -
KNK’ê bi YNDK û Komeleya Dadgeriya Kurdistanê re civiya
Şandeya KNK’ê di çarçoveya serdana xwe ya li Başûrê Kurdistanê de serdana Yekîtiya Netewî ya Demokrata Kurdistan (YNDK) û Komelî Dadgerî Kurdistan kir. Di civînê de li ser girîngiya yekrêziya aliyên Kurdî nîqaş hate kirin. -
Cenazeyê Mûrat Yildiz ê dewleta Tirk ew qetil kir, radestî malbatê kirin
Cenazeyê Mûrat Yildiz ê di encam bomberdûmana dewleta Tirk a li Dersimê de hatibû qetilkirin, radestî malbatê kirin. Cenazeyê Yildiz wê sibe saet 12:00’an li gundê Agaçpinarê bê definkirin. -
Ciwanên HDP’î serdana malbata Şenyaşar kirin
Ciwanên HDP’î ji bo destekê bidin, serdana Malbata Şenyaşar kirin û peyama ‘Ev doza me tevan e’ dan.