KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
14 kesên li Wanê hatibûn destgîrkirin dema wan nezaretê hate dirêjkirin
Li dijî MEBYA-DER’ê lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dema nezaretê ya 14 kesên hatibûn destgîrkirin, 4 rojan hate dirêjkirin. -
Dagirkerên xwestin têkevin tunelên şer ji ber berxwedana gerîlayan reviyan- NÛ BÛ
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker dema ku xwest li Girê Zendûra ya Metînayê têkeve tunelên şer, li hemberî berxwedana gerîlayan gelek alavên leşkerî li pey xwe hiştin û reviyan. -
HBDH’ê li Mêrdînê çalakî kir
HBDH’ê li Taxa Yalimê ya Mêrdînê çalakî kir û got “Em ê faşîzmê û hemû xizmetkarên wê têxin nav tarîtiyeke ebedî.” -
Li Avaşîn û Metîna 9 dagirker hatin cezakirin- NÛ BÛ
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên li Avaşîn û Metîna pêk anîn de 9 dagirker hatin kuştin. -
HPG: Şehîdên Mamreşo yên destanê lehengiyê dinivsînin bibîr tînin-NÛ BÛ
HPG a ku nasnameya gerîlayên li Mamreşo şehîd bûne eşkere kir got: “Em hevrêyên xwe yên bi cesaret û leheng ên li Mamreşo destanên lehengiyê nivîsandin, ji bo dost û dijmin da nîşandan ku Avaşîn kelheke ku nayê derbaskirin, bi rêzdarî bibîr tînin." -
Pirsa aqûbeta Kurt ê ‘winda’ kirin pirsîn
Şaxa ÎHD a Amedê û Xizmên Windayan, vê hefteyê jî di çalakiya xwe de pirsa aqûbeta Zubeyîr Kurt ê dema ji aliyê leşkerên Tirk ve hate destgîrkirin û careke din agahî jê nehate girtin, pirsîn. -
Navê berxwedan û fedayîbûnê: Serhat Giravî
Li Mamreşo Fermandar Serhat û hevrêyên xwe yên di encama berxwedaneke 10 rojî de heqîqetek ji bo cîhanê ragihandin û şehîd bûbûn, peyama ‘Em şervanên Reşîd Serdar in, em li Zagrosan rê nadin dagirekaran!’ dabûn. -
Malbata Şenyaşar: Em li ber zilmê bêdeng nabin!
Malbata Şenyaşar a berxwedana xwe didomîne payema ‘Li ber zilmê em ê bêdeng nebin!’ da. -
Ciwanên Kerkûk: Armanca êrîşan dagirkeriya Başûr e
Ciwanên Kerkûkê bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê ya Tirkiye ya li Başûrê Kurdistanê û anî ziman armanca êrîşan dagirkeriye û bang li her kesê kir ku piştgiriya hêzên gerîla bikin. -
Li Avaşînê dagirkerên ku hatin cezakirin bûne 7
Hate diyarkirin li Girê Konferansê yê Avaşînê di çalakiya bi koordîne ya gerîlayan de dagirkerên ku hatine cezakirin bûne 7. -
Li Wanê esnaf dirabayên xwe tînin xwarê
Qedexeyên hikûmeta Tirk ên bi hinceta koronayê û çalakiyan bandoreke xirab li ser esnafan dike. Li Wanê 5 mehên pêşî yên sala 2021'an 66 esnaf bêgav man ku dirabên xwe bînin xwarê. -
Tirkiyê ji DAÎŞ'ê petrol distan û çek dida DAÎŞ'ê
Ji Beşa Aborî ya Zanîngeha Helebê Dr. Ahmet Yûsif got çekên ku yek ji aktorê pevçûna çeteyên navxwe yên Tirk Sedat Peker destnîşan kirî Tirkiyê di ber petrolê de daye DAÎŞ'ê. -
Dr. Mehmûd Osman: Mijar PKK nîne, dagirkirina xaka Kurdistanê ye
Siyasetmedar Osman diyar kir ku divê hemû aliyên siyasî bi yekgirtî li dijî êrişên dewleta Tirk bisekinin û got, “Mijar PKK nîne, dagirkirina xaka Kurdisanê ye. Divê rêxistin û partiyên Kurdan li hev bi şêwirin, yekîtiya netewî pêk bînin.” -
Li Avaşîn çalakî: 6 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiya bi kordîneyî ya gerîlayan a saetên piştî nîvro ya li Girê Konferans a li Herêma Avaşîn de, 6 dagirker hatin cezakirin. -
Li Rihayê bahoz rabû
Bahoza ji aliyê Sûriyeyê ve hat li navenda bajar û navçeyên Riha ya li ser sînor jî bandor kir. -
HPG: Ji esmanan ve li Navenda Kontrolê ya ÎHA û Fermandariya Tûgaya Şirnexê hate dayîn-NÛ BÛ
HPG’ê ragihan ku Hêzên Parastina Hewayî ya Delal duh şev li Êlihê li Navenda Kontrolê ya ÎHA û Fermandariya Tûgaya Şirnexê çalakiyek kirine û hedef bi serketî hatine lêdan. -
Li Colemêrg û Wanê 3 kes hatin destgîrkirin
Li Wan û Colemêrgê di operasyonên qirkirina siyasî de 3 kes hatin destgîrkirin. -
Rewşa girtiyê nexweş Ozkan ê 83 salî giran bû
Rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî giran bû. Ozkan di nava 4 rojan de 4 caran rakirin nexweşxaneyê. -
500 roj derbas bûn, aqûbeta Hurmuz Dîrîl hîn nediyar e
Têkildarî Hurmuz Dîrîl ku 500 roj in agahî jê nayê girtin û hevsera wî Şîmonî Dîrîl ku piştî 70 rojî cenazeyê wê hate dîtin, di lêpirsînê de gavek nehatiye avêtin. -
YPS'ê li dijî polîsên Tirk û MHP'ê çalakî lidar xist
Yekîneyên Bersivdanê yên Şehîd Xemgîn Roj ên YPS'ê ragihand ku li bajarên Şirnex, Amed û Cizîrê li dijî polîsên Tirk û MHP'iyan çalakî li dar xistin. -
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Cîlo şehîd bûn, eşkere kir
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Cîlo şehîd bûn eşkere kir û got, "Ji bo meşaleya azadiyê ya ku me ji Mizgîn û Bahoz wergirtine li çiyayên Agirî û Cîlo her geş be, em ê bi her awayî têbikoşin." -
HBDH'ê li dijî wesayita polîsên Tirk çalakiya sabotajê kir
HBDH'ê ragihand ku li Mêrdînê li dijî wesayiteke polîsên Tirk çalakiya sabotajê kirine. -
Malbata Şenyaşar bi biryar e: Em ê bêdeng nemînin, em ê li ber xwe bidin
Berxwedana Malbata Şenyaşar a li ber edliyeyê di roja 74'an de ye. Malbatê peyama "Em ê bêdeng nemînin, em ê li ber xwe bidin" da. -
Dîmenê çalakiya li dijî Qeymeqamtiya Çelê hate weşandin
Gerîla TV dîmên çalakiya 3'ê Gulanê ya Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal weşand, ku li dijî Qeymeqamiya Çelê hate kirin. -
Bi ruhê Kobanê li ber dagirkeriyê rabe!
50 saziyên Kurdistanî li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bang kirin, ku bi ruhê Kobanê li ber dagirkeriyê rabin.