KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gardiyanên Îranî girtiyeke Kurd bi êşkenceyê qetil kir
Li Rojhilatê Kurdistanê, girtiyê Kurd ê ji aliyê gardiyanan ve bi lêdanê hate êşkencekirin, jiyana xwe ji dest da. -
Li Selmasê 4 gerîla şehîd bûne
HPG’ê ragihand 11’ê Gulanê di encama êrîşa hêzên Îranê de 4 gerîla şehîd bûne. -
HPG: Ti rastiya wan nûçeyên têkilî hêzên me û qademeyê fermandariya me nînin- NÛ BÛ
HPG'ê ragihand dewleta Tirk a ku li bara gerîla tiştek bi ser nexistî ketiye pey serfiraziyên bi derewan û got, ''Ti rastiya wan nûçeyan nîne ku van demên dawî têkilî hêzên me û qedemeyên fermandariya me têne dayîn.'' -
Li Hewlêrê ciwanekî xwe li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî şewitand
Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Federal a Kurdistanê, ciwanekî ji Rojhilatê Kurdistanê ji bo şert û mercên jiyanê şermezar bike, li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî bedena xwe da ber agir. -
Milîsên HBDH’ê li Mêrdînê agir milkên cerdevanekî xist
Komîteya Kurdistanê ya HBDH’ê li Qosera Mêrdînê agir bi milkên cerdevanekî xist. -
Malbata Şenyaşar: Em bang li her kesên xwedî wijdan dikin
Emîne Şenyaşar ku tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar berxwedana xwe dewam dike, diyar kirin ku wê "bêhêvî nebin" û banga piştevaniyê kirin. -
Berzen: Divê gelê me hilbijartina Serokkomariyê ya Îranê boykot bike -NÛ BÛ
Endamê Desteya Rêveber a KODAR'ê Arîo Berzen bal kişand ser hilbijartina Serokkomariyê ya rejîma Îranê û got: "Divê gel bi her awayî hilbijartina Serokkomariyê boykot bike. Tiştekî nû ku Îran ji bo gel bike, nîne." -
Ciwanên Welatparêz li ser êrîşên dewleta Tirk bang li gelê Başûr kir
Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê bi daxuyaniyekê bal kişand ser xeteriya êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û bang li gel kir. -
Li Mêrdînê qirkirina siyasî: 3 HDP'î hatin destgîrkirin
Li Mêrdînê di operasyonên qirkirina siyasî de 3 HDP'î hatin destgîrkirin. -
NPG: Sekna fedayî ya Apoyî me bi ser dixîne
Fermandariya Biryargeha NPG'ê: Artêşa Şehîdan a Nemir a PKK'ê di têkoşîna azadiyê ya bênavber de roj bi roj mezin dibe. Her şehadet, her destaneke lehengiyê û sekna fedayî ya Apoyî me bi ser dixîne. -
Gerîlayên 'Cenga Xabûrê' bang li hunermendên Başûrî kirin
Gerîla û fermandarên pêngava 'Cenga Xabûrê' nameyek ji gelê welatparêz û hunermendên Başûrê Kurdistanê re nivîsîn û ev bang li wan kirin: "Deng, awaz û stranên xwe bi dengê tivinga gerîla re bikin yek." -
Operasyona dagirkeriyê didome, agahî ji gundiyan nayê girtin
Ji ber operasyona li Pasûrê hatiye destpêkirin, bejahiya Taxa Eskar 5 roj in girtiye. Ewlehiya canî ya welatiyên li herêmê tine. -
Gerîlayên YJA Starê li Serhet û Metîna li dagirkeran da
Gerîlayên YJA Starê li Serhet û Metînayê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin. Di van çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin, 11 dagirekrên Tirk hatin cezakirin. -
ESHÎD çû serdana malbata Şenyaşar
Parêzer Esma Yaşar li ser navê ESHÎD’ê çû serdana malbata Şenyaşar û bal kişand ser bêedaletiyê. -
Baroya Amedê: Li dijî malbata Kareem êrîşeke nijadperestî hatiye kirin
Baroya Amedê diyar kir malbata Kareem a ji Başûrê Kurdistanê ku ji ber ku Kurd bûne li Mêrsînê nîjadperestan êrîşî malbatê kiriye. -
Nasnameya 2 gerîlayên şehîd hate eşkerekirin -NÛ BÛ
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Cûdî şehîd bûne, eşkere kir. HPG’ê got “Malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd di serî de, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê re dixwazin.” -
'Ti pirsgirêk ji tecrîdê cuda nîne'
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan Işik ragihand, ji xitimîna aboriyê heta binpêkirina mafên mirovan ti pirsgirêk ji tecrîdê cuda nînin û got, "Çareserî bidawîkirina tecrîdê ye." -
Îranê ciwanekî Kurd bi darve kir
Dewleta Îranê ciwanekî ji bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê bi darve kir. -
Malbata Şenyaşar berxwedana xwe li ber dadgehê didomîne
Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya nobetê li ber dadgehê didomîne. Malbatê bang kir û got “Kesên ku dixwazin piştgiriya me bikin, dikarin werin vir.” -
Li Dersimê tundî û destavêtina li jinekê
Li navçeya Xozadê ya Dersimê, mêrê bi navê Oktay G. 7 mehan E.A. bi zorê girt. Bi mehan lê da û dest avêt E.A. -
Dêra dîrokî Surp Sarkis li ber çavan hildiweşe
Dêra Surp Sarkis a 500 salî li ber hilweşînê ye. Ji ber xemsarî û bêxwedîtiyê, kevirên neqişandî yên dêrê ji şûna xwe hatine derxistin û gelek ji wan hatine dizîn. -
Bayik: Eger PKK lawaz bibe wê her kes derbê bixwe
Bayik destnîşan kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk divê gelê Kurdistanê li her derê rabe ser piyan û got, "Bila kes zanibe ku PKK li dijî metirsiyeke gelekî mezin li ber xwe dide. Eger PKK lawaz bibe wê her kes derbê bixwe, wê gelê Kurd bê qirkirin." -
Li qadên Derarê û Koordîne yên Metînayê şer didome
Li qadên Derarê û Koordîne yên Metînayê şer didome. Artêşa Tirk obus avêt gundê Seraro. -
Piştî operasyona leşkerên Tirk 4 roj in agahî ji gundê Eskarê nayê stendin
Operasyona ku artêşa Tirk a dagirker li gundê Eskarê ya Pasûra Amedê dabû destpêkirin hê jî didome. Ketin û derketina gund hatiye girtin û xetên telefonê jî hatiye birîn. 4 roj in agahî ji gund nayê stendin. -
Leşkerên Îranê kolberê bi navê Zabîd Alxanî kuşt
Leşkerên Îranê êrîşî kolberan kir û kolberê bi navê Zabîd Alxanî kuşt.