KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Serdana KNK’ê ya ji bo Hîzba Zehmetkêşan: Yekgirtin dikare pêşiya êrîşên dagirkeriyê bigire
Serdana KNK’ê ya di çarçoveya xebatên Yekîtiya Netewî ya li Başûr dewam dike. KNK serdana Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê kir. Di serdanê de hate gotin ku yekgirtina hêzên siyasî yên Kurd dikare rê li pêşiya êrîşên dewleta Tirk bigire. -
Tevgera Demokratîk a Kurdistanê piştgirî da hewldana KNK’ê ya ji bo yekîtiya netewî
Şandeya KNK’ê serdana Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê kir. Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê piştgirî da hewldanên KNK’ê yên ji bo yekîtiya netewî ya gelê Kurd û dijî dagirkeriya dewleta Tirk. -
HPG: 4 hevrêyên me yên tedawî dibûn bi êrişa hewayî şehîd bûn
HPG'ê ragihand ku şeva 20'ê Gulanê li derdora gundê Mangişkê yê Duhokê, 4 gerîlayên ji tedawiyê vedigeriyan di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûne. -
Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê: 8 dagirker hatin cezakirin
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de di çalakiyên gerîla de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
Danişîna Doza Medenî Yildirim taloq bû
Danişîna leşkerê Tirk Adem Çîftçî ku ji ber Medenî Yildirim qetil kirî dihate darizandin, hate taloqkirin. -
HPG'ê bîlançoya mehekê ya şer eşkere kir: 238 dagirker hatin cezakirin
HPG'ê bîlançoya mehekê ya şer eşkere kir. Li gorî vê yekê gerîla 169, Hêzên Parastina Hewayî jî 34 çalakî kirin. Bi dehan çeper û alavên leşkerî hatin rûxandin, derb li 6 helîkopteran hate xistin. 238 dagirker hatin cezakirin. 39 gerîla şehîd bûn. -
Malbata Şenyaşar: Kujer bi serbestî digerin
Malbata Şenyaşar li dijî dewleta komkuj ev 78 roj in li ber xwe dide. Malbatê got, ''Kujer bi serbestî digerin, em ê têbikoşin.'' -
Çalakiya rûniştinê ya li Strasbourgê ya li dijî dagirkeriyê, di hefteya sêyemîn de ye
Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê, çalakiya rûniştinê ya ku li dijî êrişên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk dest pê kir, di hefteya sêyemîn de ye. -
YJA Star: Em ê xeyalên şehîdên xwe pêk bînin
YJA Starê şehîdên Bestayê bi bîr anî û diyar kir ku ya şehîdên Bestayê di serî de ew ê tola hemû şehîdên şoreşê bistînin. -
Şehîda Xerzanê: Roza Xerzan
Di êrişa artêşa Tirk de ya 21'ê Adara 2017'an a li navçeya Tetwan a Bedlîsê, Roza Xerzan (Esma Çetîn) tevî 10 hevalên xwe şehîd bû. Roza Xerzan tevî ku hîn ciwan bû, li ber xwe diket ku çima hîn zûtir tevlî refên têkoşînê nebûye. -
Rû û rêyên nû yên berxwedanê
Va ye rûyê nû yê berxwedanê: Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal û tunelên şer. -
Serdana KNK’ê yên dîplomatîk ên li Hewlêr
Heyetek ji Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji bo rêze hevdîtinan li paytexta Herêma Başûrê Kurdistanê Hewlêrê ye. -
Dahata Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji mezaxtina wê zêdetire
Endamê Lijneya Darayî ya li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Umer Gulpî ragihand ku dahata mehane ya Hikumeta Herêma Kurdistanê zêdetirî mezaxtina wê û dikare mûçe bê ku were kêmkirin, bê belavkirin. -
Baroya Amedê: Bila îfadeya Agar û Eken bê girtin
Baroya Amedê li ser daxuyaniyên Sedat Peker gilî kir. Baroyê xwest weke gumanbar îfadeya Mehmet Agar û Korkût Eken bê girtin. -
Gerîlayan li Besta, Avaşîn û Zapê li dagirkeran xistin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Besta, Avaşîn û Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin di çalakiyan de 5 dagirker hatin cezakirin. -
Gerîlayên li Avaşînê: Em ê artêşa Tirk li vir bişikînin
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li qada Avaşînê li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin, diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker li gel teknîk û her cûre çekên xwe, gotin, "Em ê artêşa Tirk a dagirker li vir bişikînin." -
‘Êzidî venegerin ser axa xwe wê nikaribin mafên xwe û jenosîdê bidin qebûlkirin’
Mamostayê Zimanê Erebî Semîr Derwêş li ser vegera koçberan ji bo Şengalê axivî û anî ziman ku eger Êzidî li axa xwe venegerin, wê nikaribin mafê xwe bi dest bixin û jenpsîda li ser serê wan hatî bidin qebûlkirin. -
Leşkerên Tirk li Dêrsimê agir bi daristanê xist
Li Dêrsimê bi destpêkirina operasyona leşkerên Tirk re, leşkeran agir bi daristanê xist. Şewat nayê vemirandin. -
Mahmûdî yê ku li Hewlêrê xwe şewitand, jiyana xwe ji dest da
Behzad Mahmûdî yê ji Rojhilatê Kurdistanê, ku ji bo şert û mercên nebaş ên jiyanê li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî bedena xwe da ber agir, jiyana xwe ji dest da. -
Cenazeyê karkerê Mexmûrê di qezayê de jiyana xwe ji dest dabû spartin axê
Şêniyê Mexmûrê Cemal Hesen Mûsa Nerexî yê li navçeya Elweadê ya bajarê Baxdayê di 20’ê Gulanê encama qezaya kar de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 3 rojan û şûnde di saetên şevê de bi merasîmeke girseyî spartin axê. -
HPG: 7 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de ku di çarçoveya pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de li dar xistin, 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn. -
Nasnameya şehîdên Mêrdînê hate eşkerekirin
HPG'ê nasnameya gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me yên şehîd bi sekn, pratîk û meşa xwe ya lehengiyê ya ber bi şehadetê ve, ji bo me hevrêyên xwe wê bibin sedema mezinkirna têkoşînê, bicihanîna armancên wan û hilanîna tolê." -
Dîmenê 4 çalakiyên hewayî yên li Girê Zendûrayê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê 4 çalakiyên hewayî weşand, ku 6 û 7'ê Gulanê li dijî dagirkerên li ser Girê Zendûra yê li herêma Metînayê hatin lidarxistin. -
Ewladên paqij ên Derya Reş: Kemal Pîr û Hakî Karer
Ji fermandarên HPG'ê Yaşar Serhat qala jiyan û têkoşeriya yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer kir, ku 18'ê Gulana 1977'an şehîd bû. -
Leşkeran li Rûbaroka Colemêrgê ciwanekî din birîndar kir
Li Rûbaroka Colemêrgê leşkeran gule li sivîlê bi navê Mehmet Dînç reşand û ew ji pêyê wî birîndar kir.