KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Qedexeya li Colemêrgê dîsa hate dirêjkirin
Walîtiya Colemêrgê careke din qedexeya li Colemêrgê dirêj kir. -
Ciwanên Kerkûkê xwedî li berxwedana gerîla derket
Li Kerkûkê, komek ji ciwanên welatparêz ên Kurdistanê bi çalakiyekê xwedî li berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê derket. -
Li Metînayê 3 dagirker hatin cezakirin, li Avaşîn û Zapê çalakiyên hewayî
Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de yên li herêma Metînayê 3 leşkerên Tirk hatin cezakirin. Li Avaşîn û Zapê jî ji hewayê li dagirkeran hate xistin. -
HPG: Em şehîdên Garzan û Amedê bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG'ê nasnameya şehîdên Garzan û Amedê eşkere kir û got, "Em careke din soza xwe dubare dikin ku têkoşîna şehîdên xwe em ê bi ser bixînin." -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Heftanînê weşand
Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyên li herêma Heftanînê weşand, ku di encamê de 7 dagirker hatin kuştin. -
Beşdarên komxebatê: Divê PKK ji lîsteyan derkeve
Li hemberî êrîşên dagirker ji bo diyarkirina helwesta hevpar komxebatek hate kirin. Beşdarên komxebatê ji bo ku PKK ji nav ‘lîsteya terorê’ derkeve bang li hêzên welatên rojava kirin. -
'Li dijî êrîşa dagirker helwesta netewî girîng e'
Nûnerên partî û rêxistinên ku tevlî komxebata dijî êrîşên dewleta Tirk bûn diyar kirin helwesta netewî girîng e û gotin ,''gerîla tenê nehêlin.'' -
‘Nabe hikûmet ferqê bixe navbera welatiyên xwe’
Nivîskar û rewşenbîr Letîf Fatîh Ferec bal kişand ser helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo êrîşa Mêrsînê ya li ser welatiyên Kurd û diyar kir ku yên li Mêrsînê êrîşî Kurdan kir û yên bi hinceta muzîka Kurdî ciwanên Kurd qetil kirin heman in. -
Xizmên Windayan pirsa aqûbeta Atalay a hate qetilkirin pirsîn
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan, vê hefteyê jî bal kişand ser qetilkirina Hatîce Atalay a piştî ji aliyê dewleta Tirk ve li ber çavê hevjînê wê hate qetilkirin pirsî, diyar kir ku lêpirsînek serbixwe nehate kirin. -
Li Dersimê erd hejijî
Li Dersimê bi pîleya 3.0'an erd hejijî. -
Saziyan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin
saziyan ku Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin, banga xwedîderketinê li Kurdî kirin. -
Karayilan: Hedefa me têkbirina mêtingeriya Tirk e
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ê ji bo Komxebata Helwesta Netewî ya re şand got: “Hedefa me têkbirina mêtingeriya Tirk e. Eger Kurd dixwazin bibin xwedî statû, divê li dijî mêtingeriya Tirk vîna xwe nîşan bidin.” -
Malabata Şenyaşar: Bi têkoşînê wê edalet pêk bê
Çalakiya nobedê ya malbata Şenyaşar di roja 68’an de ye. Malbatê got: “We ji me malbata me girt, cejin girt. Em ê edaletê pêk bînin. -
Şehîd Delal Dilxweş: Ji bo hemû jinên cîhanê bû çavkaniya îlhamê
Delal Dilxweş a di berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk de şehîd bû, berî şehîd bikeve axivî û ev gotibû: “Di terzê lêdanê de hedefa me ew e ku weke bazan bin. Bi vê şêwazê em lê bidin, wê dijmin nikaribe bipêş ve bê.” -
Bazdana mezin a gerîla Çayan
Çayan Koçgirî wijdaneke bû ku ji leşkeriya mecbûrî tevlî nav gerîla bûyî, 7 salan heta roja şehîd bûyî ji Geverê heta bi Avaşînê, Şengalê, Hezex û Botanê qet nesekinî. -
HDP’ê 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir
HDP’ê bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî, daxuyaniyek nivîskî da û Cejna Zimanê Kurdî, li gelê Kurd û li xemxur û dildarên Kurdî kir. -
KNK: Ji bo Kurd û Kurdistanê, parastina Zimanê Kurdî erkê neteweyî ye
Komîteya Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK’ê 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir û got: “Ji bo Kurd û Kurdistanê, parastina Zimanê Kurdî erkê neteweyî ye.” -
Dengê xwebûn û zanînê: Hawar
Tan: Kurd divê biryara xwe bidin, gelo ew dixwazin wekî Kurd bijîn, an na; heke naxwazin hebûna xwe, nasnameya xwe ya neteweyî ji dest bidin, divê li çand û zimanê xwe xwedî derkevin, ji bo ev ziman û ev çand bijî, çi ji destê kê tê divê bike. -
Enstîtuya Kurdî-Swîsre: Armanca me perwerde û fêrbûna zimanê Kurdî ye
Enstîtûya Kurdî ya Swîsre bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî daxuyaniyek da û got:“Armanca Estîtuyê ya sereke, piştgirî û pêşvebirina perwerde û fêrbûna zimanê Kurdî ye. Her wiha xebatên zanistî û pêkanîna lêkolînan û li ser vejandina çanda Kurdî ye. -
Karayilan: Dewleta Tirk li deverên ku dixitime çeka kimyewî davêje
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel diyar Murat Karayilan kir dewleta Tirk a ku êrîş anî ser Qadên Parastinê yên Medyayê li bara berxwedana gerîla nikare bi pêş ve biçe û got, ''Dewleta Tirk li devera ku dixitime çeka kimyewî davêje.'' -
Artêşa Tirk gule berda: Kolberek birîndar bû
Di encama gulereşandina leşkerên Tirk a li navçeya Çaldêran a dikeve sînorê Bakurê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê de, kolberke bi giranî birîndar bû. -
Artêşa Tirk a dagirker gundê Hiror ê Derarê bombe dike
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Hiror ê Derarê û derdorî Zendûrayê bombe dikin. -
PZK: Divê di hemû qadên jiyanê de Kurdî kar bê kirin
PZK’ê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da û xwest zimanê Kurdî ji warê reweşnebîrî bigire heta jiyanî di her qadê de bê bikaranîn. -
Li Metînayê şer giran e: Dagirkerek hate cezakirin
Li herêma Metînayê, piştî ku dewleta Tirk a dagirker êriş bir ser gundê Kêste, şerekî giran rû da. -
HPG'ê li Serhedê 'tol' hil da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li dijî leşkerên Tirk ên li ber Deriyê Sînor ê Gurcubûlakê çalakiyeke 'koordîneyî û hevdemî' li dar xistine. Çalakî li dijî 2 wesayitên Kobra, konek û 2 kozikên dagirkeran hate lidarxistin.