KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Rojnameger Akdemîr li cihê ku hatibû qetilkirin hate bîranîn
Nûçegîhanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr li cihê ku hatibû qetilkirin hate bîranîn. -
Malbata Şenyaşar got komkuj têne parastin
Malbata Şenyaşar di roja 92'yan a berxwedanê de got desthilata AKP-MHP'ê komkujan diparêze. -
Şandeyek ji parlamenteran wê li Metînayê lêkolînê bike
Şandeyek hevpar a ji parlamentên Bexda û Hewlêrê, ji bo êrişa li Metînayê lêkolîn bike, ku 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, berê xwe da herêmê. -
Asayîşa Êzidxanê 50 endamên nû mezûn kir
Asayîşa Êzidxanê, ku ji ewlehiya nava bajarê Şengalê berpirsyar e, 50 endamên nû bi perwerdeyekê tevlî nava refên xwe kir. -
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci hate destgîrkirin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci, ku wezîfeya wî hate desteserkirin û qeyûm li şûna wî hate danîn, serê sibehê hate destgîrkirin. -
Agirê ku leşkeran bi Pîranê xist, li gundên Xarpêtê belav bû
Agirê ku artêşa Tirk a dagirker li navçeya Pîranê ya Amedê bi hawirdorê ve xistiye, 8 roj in nayê vemirandin. Şewat gihîştiye gundên Xarpêtê. -
'Artêşa Tirk dike nake nikare encamê bi dest bixe'
Gerîlayên HPG û YJA Starê ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di nava berxwedaneke bêeman de ne, diyar kirin ku artêşa Tirk dike nake nikare encamê bi dest bixe. -
Li Amedê 5 kes hatin girtin
Li Amedê ji 18 kesên di operasyona qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin 5 kes hatin girtin, 13 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. -
Karasû: Gerîla li dijî dewleta Tirk şer dike, bila PDK xwe nexe navberê
Karasû diyar kir ku dewleta Tirk bi berxwedana gerîla xitimiye û destnîşan kir, ku PDK bi van kiryarên xwe hewl dide artêşa Tirk a xitimiye rizgar bike. Karasû got, "Gerîla li dijî dewleta Tirk şer dike, bila PDK xwe nexe navberê." -
Li Cûdî agir bi daristanê ket
Li derdora gundê Şaxê ya Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket. -
HBDH’ê li Mêrdînê trafoya taxa cerdevanan teqand
Komîteya Kurdistanê ya HBDH’ê li Mêrdînê trafoya taxa cerdevanan teqand. -
Baroyan serdana Malbata Şenyaşar kirin
Baroyên li Kurdistanê serdana Malbata Şenyaşar a di berxwedanê de ye kirin. -
Hewlêr li ber dagirkeriyê rabû: Bila dewleta Tirk ji herêma Kurdistanê bê derxistin
Bi banga Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), li paytexta herêma Kurdistana Federal li Hewlêrê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber parlamentê hatin şermezarkirin. Çalakgeran xwestin, leşkerên dewleta Tirk ji herêmê bên derxistin. -
Artêşa Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve bombardûman kir
HPG'ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê bi helîkopteran û obusan bombe kiriye. HPG'ê ragihand, ku ji ber van êrişan tiştek bi hêzên wan nehatiye. -
Tîma YPS'ê li dijî serokê AKP'ê yê navçeyê çalakiya bombeyî kir
Tîma Bersivdanê ya Şehîd Kawa Çekdar a YPS'ê ragihand ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li dijî mala serokê AKP'ê yê navçeyê çalakiya bombeyî kiriye. -
Fermandarê Pêşmerge: Ji esmanan ve li pêşmergeyan dane
Ji fermandarên Pêşmergeyan Qadir Xoranî, diyar kir ku di êrîşa li ser pêşmergeyan de ti şopên şer tine, anî ziman ku êrîş dibe ji aliyê balafirên F-16 an jî balafirên bêmirov û bi çek ve pêk hatibe. -
'Em ê 24 saetan derbê li dijmin bixin û dagirkeriyê tune bikin'
Gerîlayên li Pêngava Cenga Xabûrê gotin, "Em bi îdeolojiya Rêber Apo li ber dijmin radibin. Em ji xwe bawer in, em ê bi ser bikevin. Rojê 24 saetan em ê derbê li dijmin bixin û dawî li dagirkeriyê bînin." -
Malbata Şenyaşar: Em bi hev re pêşî li vê zilmê bigirin
Malbata Şenyaşar ku li ber xwe dide ev bang kir: "Werin em vê zilmê ji ber Qesra Edaletê ya Rihayê rawestînin." -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Xaçê yê Heftanînê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya 17’ê Gulanê li Girê Xaçê yê Xantûrê pêk anî, parve kir. -
Cemal Şerîk: Civak li ber mirinê ye
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir ku divê gotina, 'bêhn li mirovan çikiya ye' rast bê fêhmkirin û destnîşan kir ku bêhnçikandin tê wateya hatina ber mirinê. -
Dîrokeke winda û veşartî: Gundê Mîreliyan
Sala 1994'an ji ber polîtîkayên şer ên dewleta Tirk bi sedan gundên Kurdistanê hatin şewitandin û valakirin. Yek ji van jî gundê Mîreliyan ê navçeya Farqînê ye. Her bohsteke axa vî gundî xwedî dîrokeke veşartî ye. -
Li Mexmûrê êrîşa dewleta Tirk hate şermezarkirin
Gelê Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrîşa dewleta Tirk a dagirker şermezar kir. -
Amed û Xarpêtê agir bi daristanan ket
Li gundên Mîrayana Xarpêtê û Pîrana Amedê ya ku operasyonên leşkerî lê didome, agir bi daristanan ket. -
Ciwanên Êzidî li dijî dagirkeriyê meşiyan
Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzîdî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wan li Şengalê meşeke dirêj dan destpêkirin. -
Partiya Komunîst a Kurdistanê wê sibê li Hewlêrê çalakiyeke protestoyê bike
Partiya Komunîst a Kurdistanê li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk wê sibê li pêşiya Parlementoya Kurdistanê ya li Hewlêrê çalakiyeke protestoyê bike.