Peywira Hevşaredar û 5 endamên Meclîsê hate desteserkirin
Dewleta Tirk peywira Hevşaredara Çinarê Necla Tamriş û 5 endamên meclîsa şaredariyê desteser kir.
Dewleta Tirk peywira Hevşaredara Çinarê Necla Tamriş û 5 endamên meclîsa şaredariyê desteser kir.
Dewleta Tirk a dagirker bi çarçoweya tasfiyekirina siyaset û rêveberiya xwecih a Kurd li Bakurê Kurdistanê heta niha dest li ser peywira gelek şaredariyên Kurd danî.
Dewleta Tirk a dagirker ku ber pê nayê vîna siyasî û rêveberiya xwecih ya Kurdistanê nas bike, bi çarçoweya polîtîkaya qirkirina siyasî dest li ser peywira Hevşaredara Çinarê Necla Tamriş û 5 endamên meclîsa şaredariyê ya HDP'ê jî danî.