Ebas Ibrahîm Mehmûd (Rêdûr ) ku 13'ê Hezîranê bi êrîşa hewayî ya Tirk a li ser gundê Kanî Lanê şehîd bûyî li Silêmanî bi merasîmeke cenaze hate veşartin.
Di merasîma cenaze de ji gelek bajarên Başûrê Kurdistanê, endamên Tevgera Azadî, RJAK, Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, bi sedan malbatên şehîdan hazir bûn.
Gel ji Qeladiê rahişte cenaze li Silêmanî ji hêla sedan kesî ve hate pêşwazîkirin.
Piştî lêzimiyên dînî hatin bicihanîn cenazeyê şehîd Mahmûd anîn Goristana Bekir Eco.
Komîteya Şehîdan a PKK'ê jî bi peyamekê tevlî merasîmê bû. Di peyamê de hate gotin, ''Xwîn şehîd Rêdûr wê li erdê nemîne.''
HEvserokê Tevgera Azadî Mihemed Evdile jî got dewleta Tirk êrîşê nayîne ser gerîla tenê, tîne ser gelê Kurd.
Xwişka Şehîd Ebas Îbrahîm (Rêdûr) jî got, “Em bi şehadeta birayê xwe serbilind in ji ber ku ew ji bo hemû Kurdistanê şehîd bû.” Her wiha da zanîn birayê wî û hevalên xwe bi destê sîxûr û xiyanetkaran hatin şehîdxistin.