Balefirên şer ên Tirkiyeyê li Şarbajerê li wesayîteke sivîlan da
SÎHA’yeke dewleta Tirk a dagirker li gundê Gelale ya Şarbajer a bi ser Silêmaniyê li wesayîteke sivîlan da.
SÎHA’yeke dewleta Tirk a dagirker li gundê Gelale ya Şarbajer a bi ser Silêmaniyê li wesayîteke sivîlan da.
Li gorî nûçeya Rojnewsê êriş saet di 19.00’an de li gundê Gelale hatiye kirin.
Di êrişê de wesayîteke gundiyên Gelaleyê bûye hedef.
Agahî nehatin bidestxistin bê ka tiştek bi kesî hatiye yan na. Piştî êrişê balefirên şer ên dewleta Tirk li ser herêmê digerin.