Şandeya Aştî û Azadiyê serdana Helebce kir
Şandeya Aştî û Azadiyê ya Navneteweyî, piştî Derbendîxanê û şûnde serdana Helebce kir. Şandeyê soz da ku wê hewldana Tirkiye bibin qada navneteweyî.
Şandeya Aştî û Azadiyê ya Navneteweyî, piştî Derbendîxanê û şûnde serdana Helebce kir. Şandeyê soz da ku wê hewldana Tirkiye bibin qada navneteweyî.
Şandeya Aştî û Azadî ya Navneteweyî piştî serdana navçeya Derbendîxan serbasî parêzgeha Helebce bû û bi rêxistinên civaka sivîl û welatiyan re civiya.
Seroka Tora Rêxistinên Helebce Erdelan Ebid têkildarî serdanê axivî û got: “Îro şandeya Aştî ya Azadiyê hate Helebce û li gel civiyayîn. Wê weke Tora Rêxistinên Helebce hewldanên me ji bo aştî, maf, azadî û şermezarkirina şer be. Em erka xwe dibînin piştgiriya wan bikin.”
Aktîvîsta mafê jinan Cêsîka Totodoro ya ji Îtalya li gel şandeyê hatî got: “Em weke şandeya aştî û demokrasiyê hatiye Kurdistanê. Ji 40 welatan zêdetir hatine û aktîvîstên di warên cudane. Hatîne ku hemxwemiya biryarên xwe yên Kurd parve bikin. Tişta ku me bi guhê xwe li ser dagirkeriya dewleta Tirk bihîst em ê li welatên xwe parve bikin.”