Heyeta KCD û DBP'ê li dijî tecrîdê li Dersimê ye
KCD û DBP li Dersimê bi gel re civiya û bal kişand ser girîngiya mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê.
KCD û DBP li Dersimê bi gel re civiya û bal kişand ser girîngiya mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê.
Hevserokê Kongrya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, li Dersimê têkildarî serdana xwe ya navbera 18-24'ê Hezîranê li avahiya HDP'ê ya Dersimê daxuyaniyek dan.
Di dema civînê de pankarta bi nivîsa "Em berxwedana li dijî faşîzmê mezin bikin" hate hildan û Ozturk û Aydenîz axivîn.
Ozturk di destpêka axaftina xwe de Denîz Poyraz bi bîr anî û got, "Em dozeke mafdar dimeşînin. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên li cografya Tirkiyeyê ji bilî jiyaneke azad û wekhev şensekî me nîne."
Têkildarî bernameya serdanê ya li Dersimê Ozturk diyar kir ku wê 6 rojan bi malbatan û gel re bicivin, nêrîn û pêşniyarên wan werbigirin û di vê çarçoveyê de gavan biavêjin.
Aydenîz jî bi bîranîna Sakîne Cansiz dest bi axaftina xwe kir û got, "Seldema bûyerên ku di nava 6 salên dawî de li Tirkiyeyê diqewimin tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan e. Tecrîd bi sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê dest pê kir û li nava tevahiya civakê belav bû."
Aydenîz destnîşan kir ku Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de aktorê sereke ye û divê Kurd û gelên Tirkiyeyê li dijî tecrîdê bi hev re têbikoşin.