KURDISTAN
Beriya mîtînga "Bi Rêbertiya azad ber bi civaka demokratîk ve" ku wê roja Yekşemê li Amedê bê lidarxistin, li Amed, Xarpêrt, Çewlîg, Êlih û Sêrtê broşur hatin belavkirin. Her wiha stand hatin danîn û civînên gel hatin lidarxistin.
Kolberên bi navê Salah Bamîr û Resûl Bamîr ên ku li Şemzînanê hatin binçavkirin û piştre hatin girtin, daxuyandin ku li midûriyeta polîsanbi êşkenceya giran û destdirêjiya zayendî re rê bi rê mane. Piştî îfadeyên ku bi hewldanên parêzeran hatine wergirtin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku li Sêrtê û bajarokê Ziyaretê tevlî civînên gel bû got, “Rêberê Gelê Kurd Ocalan di şert û mercên tecrîdê de ji bo avakirina aştiyê têdikoşe. Dewletê ku Kurdan înkar dikir, niha di maseya muzakereyê de ye.”
Çetîn Arkaş di konferansa MÎA-FED de axivî û got, ya ku berpirsyariyê li civakê bar dike, exlaq e.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û avakirina aştiyê wê têkoşîna xwe dewam bikin û got, "Di maseya muzakereyê de em ê Birêz Ocalan bi tenê nehêlin."
Hemû Nûçe
-
Berxwedana Şenyaşar û zilm didome
Berxwedana Malbata Şenyaşar di roja 149’an de didome. Malbatê diyar kir ku AKP’iyên qatil di nava civakê de digerin û got: “Qanûn li gorî kesan tên pêkanîn.”
-
Rapora DFG’ê ya Tîrmehê: Rojnamevan tên êşkencekirin
DFG’ê rapora xwe ya meha Tîrmehê ya binpêkirinên li ser rojnamevanan eşkere kir. Li gorî raporê, destgîrkirin, êşkence, şidet, girtin û sîxûriya li ser rojnamevanan tê ferzkirin di meha Tîrmehê de jî dom kir.
-
-
-
HPG: Em ê hesreta şehîdên xwe pêk bînin
HPG a nasnameya 6 gerîlayên di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de şehîd bûne eşkere kir got: “Soza xwe nû dikin ku em ê teqez hesreta şehîdên xwe yên leheng bi cih bînin.”
-
-
-
-
Li qursên Quranê mirina biguman a zarokên Kurd...
Polîtîakaya asîmîlasyonê ku demekê li 'YÎBO'yan (Dibistanê Seretayî yên Lêmanê) dikirin niha li Qursên Quranê yên Lêmanê dikin. Van demên dawî mirina biguman a li qursên Quranê ku zarokên ku wan dixapînin û ji Kurdistanê dibin balê dikişîne.
-
-
-
YBŞ’ê şehîdên fermanê bibîr anî
Şervanên YBŞ’ê yên ji pêkya Ereb in, li Deriyê Şilo a Şengalê bi merasîmekê şehîdên fermanê bi bîranîn. Fermandarê YBŞ’ê Xelîl Ereb got ku êdî şervanên Ereb û Êzidî di heman çeperan de dijî DAÎŞ’ê şer dikin.
-
-
-
-
PAJK: Fermana 73’an bi felsefeya Rêber Apo têk çû
“Sekna jin û civaka me ya Êzîdî, di roja îro de, nîşan dide sekna herî bi rûmet û berxwedêr ya ji bo parastina hebûn û destkeftiyên hatine avakirine. Parastina civak, avakirina jiyan û mîsogerkirina statuya xweser a şengalê ye."
-
NPG: Berxwedan wê bi serketinê encam bibe!
NPG’ê destnîşan kir ku berxwedan li dijî êrîşên dewleta Tirk a ji 23’yê Nîsanê û vir ve dayî destpê kirin, 100 roj e didome û got: “Di wê baweriyê de ne ku wê ji niha û şûn ve hemû hevrêyên me li ser pratîka heyî xurtir bibin, berxwedanê bi ser bixin.”
-
YBŞ’ê banga pêkanîna ‘Şengala Xweser’ kir
Fermandariya Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) têkildarî salvegera qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’an a çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser civak Êzidî daxuyaniyek da û banga pêkanîna ‘Şengala Xweser’ da.
-
-
'Ev şer bi hêza jinê wê biçe serî'
Yek ji Fermandara HPG'ê Şîlan Çelê, ku behsa yek ji fermandara pêşeng a tevgera azadiyê Cahîde Kahraman kirî, got, ''Heval Cahîde bi hêviya azadiyê bi wêrekî şerê dijmin dikir. Ev şer bi hêza jinê wê biçe serî.''
-
Heco: Alîkariya gerilayan ji bo Êzidiyan bû mîladek
Hevseroka berê yê MXDŞ'ê Riham Haco bal kişande ser rola dewleta Tirk a di komkujiya Êzîdiyan de diyar kir rola PDK'ê jî tê de hebû û got, ''Ji bo me bû mîladek ku me dit hêzên HPG'ê û YJA Starê alîkarî da me.''
-
-
Elbak di bin avê de ma
Li bajarên Wan û Colemêrgê ji ber barana zêde lehî rabû. Hate diyarkirin li Elbakê bi dehan mal û dikan di bin avê de mane.
-
-