KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
PDK berevajî biryarên parlamentê yên derbarê Rojavayê Kurdistanê tevdigere
Parlamenta Herêma Kurdistanê bi fermî Rojavayê Kurdistanê nas kiriye û hikumet neçar kiriye ku alîkariyê bidin vî beşê Kurdistanê. Lê PDK berevajî van biryaran nêzîk dibe û nûnerên rêveberiya xweser destgîr dike. -
PKK: Bi dirûşma 'Em rûmeta xwe diparêzin' rabin çalakiyan
PKK'ê li dijî êrişên dewleta Tirk ji bo xwedîderketina li şehîdan bang kir û got, "Bi dirûşma 'Em rûmeta xwe diparêzin' li dijî êrişên bêexlaq ên dewleta Tirk divê bi her awayî çalakî bêne lidarxistin." -
HPG'ê 4 gerîlayên sala 2015'an şehîd bûn, bi bîr anî
HPG'ê 4 gerîlayên ku sala 2015'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi bîr anî û got, "Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Mervan, Serhat, Mazlûm û Zerdeşt em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin." -
Li Banê kolberek hate kuştin, gel dakete qadan
Li navçeya Banê ya Rojhilatê Kurdistanê, kolberek ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate kuştin. Xelkê navçeyê li ber qeymeqamtiya navçeyê li hev kom bû. -
Nûmareya telefonê ya li ser toqeya text hate neqişandin –II
“Dema ku ketim destê DAÎŞ’ê min nûmareya telefonê ya hevserê xwe li toqeya xwe ya text neqişandibû. Min ew toqe ti carî ji porê xwe dananî xwarê. Min nûmareya telefonê da DAÎŞ’î û jê re got, ‘Bi rêya vê nûmareyê dikare bigihêje malbata min.” -
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd serî li CPT dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan û jê xwest, ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabe. -
Lihevkirina li ser înkar, tunekirin û qirkirina Kurdan: Lozan
Cîhan Eren bal kişand ser polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dewleta Tirk û got, "Têkoşîna li dijî vê dewletê, têkoşîna ji bo statuya gelê Kurd e. Lewma têkoşîna gerîla ya ku dewam dike, têkoşîna ji bo parastina tevahiya Kurdistanê ye." -
Li Qendîlê turnovaya futbolê ya ‘Bazên Zagrosê’
Komeleya Ciwanên Welatparêz û Şaredariya Binarê Qendîlê di çarçoveya kampanya ‘Werin cenga azadiyê’ de turnovaya futbolê ya bi navê Bazên Zagrosê dan destpêkirin. -
TAJÊ: Xweserî neyê qebûlkirin wateya naskirina jenosîdê nîne-NÛ BÛ
Bi pêşengtiya TAJÊ li navenda Şengalê ku weke şengala kevin tê zanîn bi tevlîbûna sedan jinî meşek ji bo statûya Şengalê û dijî fermanê hate kirin. Di meşê de hate gotin ku divê rêz ji vîna Şengalê re bê girtin û jenosîd bê erêkirin û xweserî bê nasîn. -
Êrişên nijadperestiyê li Colemêrgê hatin şermezarkirin
Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Colemêrgê ragihand ku berpirsyarê êrişên nijadperestiyê yên li dijî Kurdan desthilatdariya AKP-MHP ye û ji bo têkoşîna hevpar bang li raya giştî ya demokratîk kir. -
KNK: Li dijî dagirkeriyê divê em xwedî helwest bin!
Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê zemînê yekîtiya neteweyî heye û got, "Partiyên Kurdistanê hemû, divê li dijî êrişan û dagirkeriyê xwedî helwest bin." -
PKK'ê şehîd Ozdaş bi bîr anî
PKK'ê Mehmet Habîp Ozdaş (Rêber Amed) ku sala 1997'an li Xerzanî şehîd bû, bi bîr anî. -
Li Bestayê bi destê cerdevanan darên sedan salî têne birîn
Li herêma Bestayê ku di navbera Şirnex û Sêrtê de ye, vê carê jî bi destê cerdevanan darên bi sedan salî têne birîn. -
Dîmenê çalakiya li berpalên Werxelê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ya li berpalên Werxelê weşand, ku di encamê de 5 dagirker hatibûn cezakirin. -
'Ji bo nerevînin min rûyê xwe qul kir, tenî tê da'
Her roj dihatin jin dibirin û min zanîbû ku dor hatiye min. Nizanîbûm ku çi bikim. Bi derziyekê min rûyê xwe qulqulî kir, piştre jî tenî tê da. Ji bo nexweş xuya bikim. -
'Hevgirtin û yekîtiya gelan wê serketinê misoger bike'
Peyman Viyan: Êşa Kurd, Ereb, Belûç yek e, êşa gelên bindest ên li Îranê yek e. Yekane rêya rizgariya gelan jî hevdengî yê. -
Bajarê rojê: Wan
Li Wanê wextê tav li ser Gola Wanê xatir ji rojê dixwaze dîmenên sor û rengên cûda li pey xwe dihêle. Her wiha Kelha Wanê jî rengek cuda dide Gola Wanê. Kelh û Gola Wanê bi bedewiya xwe dilê gelê Wanê şad dike. -
Zeyat Ceylan: Divê Kurd xwe bi rêxistin bikin û xwedî li hev derkevin
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyat Ceylan anî ziman ku sedema êrişên nijadperestiyê yên li dijî Kurdan polîtîkayên heyî ne û got, "Divê li hemberî êrişan Kurd xwe birêxistin bikin û xwedî li hev derkevin." -
Xelata rojnamevan Soran Mame Heme dan xizmên rojnamevanên Behdînanê
Êvara îro li bajarê Silêmanî bi boneya 13’mîn salvegera qetilkirina rojnamevan Soran Mame Heme merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de xelata Soran Mame Heme dan xizmên rojnamevanên Behdînanê yên girtî. -
Agir bi daristanên Geliyê Bilûrê ya Mûşê ket
Li herêma Geliyê Bilûrê ya Mûşê agir li daristanê ket. -
Di çalakiyên YJA Starê de 4 dagirker hatin cezakirin
Li herêmên Avaşîn û Heftanînê, di çalakiyên gerîlayên YJA Starê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
Fermandarê gerîla Dersim Nurhak: Em bawer in ku em ê bi ser bikevin
Yek ji Fermandarê Akademiya Apollon Dersim Nurhak got bi konsepta êrîşê re ku ji 2015'an û wir ve didome armanc ew e ku Kurdan îmha bikin. Nurhak diyar kir şêwaza gerîla di vê pêvajoyê de cuda ye û got, ''Em bawer in ku em ê bi ser bikevin.'' -
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûn, eşkere kir
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Bestayê 26'ê Hezîranê di şer de şehîd bûn, eşkere kir û got, "Em soza xwe dubare dikin ku bi afirandina welatekî azad em ê tola hevrêyên xwe hilînin." -
Malbata Şenyaşar li 'dozgerekî wêrek' digere
Malbata Şenyaşar ku ji malbata wan 3 kes ji hêla AKP'yiyan ve hatin kuştin û ji bo ku komkuj werin darizandin nobeta adaletê digire, helwest nîşan da û got dozgerekî wêrek nîne ku hesasb bipirse. -
Dîmenê êrişa li ser gundê Seraro yê Behdînanê
Piştî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Seraro yê Behdînanê, rewşa gund hate kişandin.