KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Metînayê dagirkerek hate cezakirin
Di çalakiya li dijî dagirkerên li Boxaza Girê Azad a li Zendûrayê hate kirin de, dagirkerk hate cezakirin. -
Temellî: Bêpilaniya wan bi dijminahiya li Kurdan dinixumînin
Parlementerê HDP’ê Sezaî Temellî bal kişand ser lêhî û şewatan û got: “Bê kêrbûn, bêpilanî û bernamebûna wan hewl didin bi dijminahiya li Kurda dinixumîne.” -
Li Amedê 4 kes hatin destgîrkirin
Di serdegirtinên malan ên li Amedê hatin pêkanîn de, 4 ciwan hatin destgîrkirin -
Endamê Meclîsa HDP’ê Artûger jiyana xwe ji dest da
Endamê Meclîsa şaredariya Bazarcixê yê HDP’ê Nûrettîn Artûger di encama qelibîna trenê de jiyana xwe ji dest da. -
Heyva Sor a ji bo mexdûrên lêhiya Elbakê banga alîkariyê kir
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdûrên lêhiya Elbakê banga alîkariyê kir. -
'Ji ber ku herêmeke stratejîk e êrîşeke mezin li ser hebûna wê dike'
Endamê Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilata Kurdistan (YRK) Şiyar Şevger di derbarê rewşa dawî ya zext û zilma rejîma Îranê ya li ser herêma Hewramanê nirxandinên girîng kir û got ku rejîma Îranê dixwaze dîroka Hewramanê tine bike. -
Li Elmali ya Antalya êrîşekî nîjatperestî li ser karkerên demsalî pêk hat
Li navçeya Elmali ya Antalya komeke ji 300 kesî pêk dihat, êrîşeke nîjatperestî bire ser karkerên çandiniyê ya demsalî. Ji ber êrîşê malbat Kurga ya Mêrdînî neçar ma gund terikandin. -
Heco: Gelê Kurd û Êzidî ne gelek in serî bitewînin
Hevseroka berê ya MXDŞ’ê Riha Heco bal kişand ser rola hêzên serwer a di qetlîama Êzidiyan de û got: “Ji ber ku gelê Kurd û Êzidî ji bo projeyên xwe xeterî dibînin, êrîş dikin. Gelê Kurd û Êzidî ne gelek in serî bitewînin.” -
‘Teknîka artêşa Tirk li bin lingê gerîla ye’
Gerîla Bêrîtan Leyla diyar kir ku dewleta Tirk bi bombeyan, qadên gerîla lê dişewitîne û got: “Ev rêbaz li pêşiya serketinên gerîla nabin astegeng. Mîna ku tê dîtin, tekînka wan li bin lingê gerîlayên YJA Starê ye." -
KCK: Êzidî ji ber ku civakek bi wijdan in, xwedî li Rêber Apo derdikevin
“Rêber Apo berî Fermana 73-74’an PKK di mijara parastina Êzidiyan de hişyar kiribû. Ji ber vê yekê gerîlayên HPG/YJA Starç hem ji Herêmên Parastinê yên Medyayê û dîsa ji roja şervanên YPG/YPJ’ê bi hewara şengalê çûbûn, li dijî DAÎŞ’ê xwe kirin bend." -
KNK’ê şehîdên Qetlîama Êzidiyan bibîr anî
KNK: Bi hêviya jenosîda bi serê Êzidî hatiye hatiye, bibe sebebê tifaqa navxweyî û Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê mil bi milê hev, welatê me Kurdistanê ji bin nîrê kolonyalîzmê rizgar bikin û azadiyeke kamil diyariyî xelkê me bikin. -
Belede: Erkê me ye ku yekîtiya xwe ya netewî biparêzin
Welatiyê ji Rojhilatê Kurdistanê Hesen Belede derbarê rewşa dagirkeriya li ser Kurdistanê û girîngiya avakirina yekîtiya netewî nirxandin kir û bang li partiyên Kurd û gel kir ku li hemberî dagirkeriya li ser Kurdistanê divê yek deng û yek biriyar bin. -
Şewata li Xozatê gihîşt 3 gundên din
Şewata daristanan ya di encama bombebaranên leşkerên Tirk ên dagirker ya li navçeya Xozat a Dêrsimê ku li gundên Derekoy û Geşnekê derketibû gihîşte gundên Ormanyali, Boydaş û Çakmakliyê. -
RMMK: Divê raya cîhanî ji ber êrişên li ser Kurdan Tirkiyeyê bide sekinandin
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistan (RMMK) têkildarê qetlîama 7 endamên malbata Kurd ya li navçeya Meram a Konyayê daxuyaniyek da û bang li rêxistinên mafê mirovan ên herêm û cîhanê kir ku bila zextan li Tirkiyeyê bikin. -
Li Şengalê têkildarê Fermana 3’yê Tebaxê panelek hate lidarxistin
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi panelekê Fermana 3’ê Tebaxê bibîr anî. -
Li Xaşkanê dîsa lehî rabû
Ji ber barana zêde ya li Elbakê li Xaşkanê dîsa lehî rabû. -
Rêveberiya Xweser ji bo nûnerê Hewlêrê daxuyanî xwest
Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji bo nûnerê Hewlêrê ku 10'ê Hezîranê li Başûrê Kurdistanê hatî destgîrkirin ji PDK'ê xwest ku daxuyanî bide. -
YJA Starê li herêma Metîna çalakiya suîkastê kir
Gerîlayên YJA Starê şevê dî li dijî dagirkerên li qada Zendûra çalakiyeke suîkastê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dagirker ê Tirk hate cezakirin. -
Gerîla TV dîmena çalakiyê da-NÛ BÛ
Gerîla TV dîmena çalakiya 5'ê Tîrmehê ya li Metîna weşand. Di çalakiyê de 4 dagirker hatibûn cezakirin û 1 mewzî hatibû rûxandin. -
Şewata ku dagirkeran li Xozatê derxistî 3 roj in didome
Li Xozatê di encama bombebarana helîkopterên leşkerê Tirk ên dagirker de şewat derket û ew 3 roj in dewam dike. Dagirker nahêlin ku şewat were tefandin. -
Li Wanê sê HDP'yî hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Wanê bi ser malan de girtin û sê HDP'yî destgîr kirin. -
‘Rêber Apo em fêrî ruhê azadiyê kirine’
Gerîlaya HPJ’ê Cûdî bal kişand ser dagirkeriya li Kurdistanê û banga parastina xaka Kurdistanê kir, got: Dem dema pêkanîna erk û yekîtiya netewî ye.” -
Baroya Amedê: Gelê me ne bi tenê ye
Endamên Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê ku ji bo piştevaniya bi malbata Dedeogûllari ya li Konyayê ji aliyê faşîstên Tirk ve hatibûn qetilkirin ji bo rojekê ‘Nobeta Edaletê’ dabûn destpêkirin çalakiya xwe bidawî kirin. -
Li Mêrdîn, Gever, Amed û Stenbolê qetlîama li Konyayê hate şermezarkirin-HATE NÛKIRIN
Ji bo şermezarkirina kuştina 7 Kurdên li Merama Konyayê hatibûn qetilkirin, li Mêrdîn, Gever û Amedê çalakî hate kirin. Polîsan li Mêrdînê 3 çalakger destgîr kir. -
Li Elbaka Wanê lehî rabû
Li Elbaka Wanê ji ber baranê lehî rabû, bi dehan xanî û axur di bin avê de man.