KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Wanê qetlîam hat protestokirin, polîsan êrîşî gel kir
Qetlîama ku nijadperestên AKP/MHP’yî li Konyayê pêkanîn, li Wanê ji aliyê HDP, CHP, EMEP, ESP û 23 Rêxistinên Civaka Sivîl ve hat protestokirin. Polîsên Tirk êrîşê çalakiyê kirin û 5 kes destgîr kirin. -
Leşkerên Tirk ên dagirker li Xozatê daristanê dişewitînin
Li Xozata Dêrsimê leşkerên artêşa Tirk a dagirker ji helîkopterê gule reşand û ji ber vê jî agir bi daristanê ket. -
Gerîlayan li Dersimê li wesayîta zirxî da: Dagirkerek hate cezakirin
Gerîla wesayîteke zirxî ya artêşa TC’ê ya navçeya Xozat a Dersimê ber bi qereqola Amûtka ve diçû derb kirin. Bi qasî hate zelalkirin di wesayîta hate derbkirin de dagirkerek hatiye cezakirin. -
Operasyona qirkirina siyasî: Hejmara destgîrkiriyan zêde bûn
Hejmara kesên di operasyona qirkirina siyasî ya li Colemêrgê hate kirin de, derket 7’an. -
ÎHD’a Amedê aqûbeta Balyecî pirs kir
Malbatên windahiyan û Şaxa ÎHD’a Amedê, aqûbeta Fexrî Balyecî ku di sala 1996’an de dema destgîrkirî hatibû windakirin, pirs kirin. -
KCK’ê bang kir ku li hember gavên şer ên PDK’ê bikevin tevgerê
KCK bal kişand ser êrîşên PDK’ê yên li ser gerîla û got:Em bang li gelê Kurd, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û hemû hêzên siyasî yên Kurd dikin ku ji bo gavên PDK'ê ku wê werin wateya şerê dijî gerîla asteng bikin, bi berpirsyariya xwe ya welatparz rabin. -
Xelkê Mexmûrê qetlîama Konyayê şermezar kirin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Qetlîama Konyayê şermezar kirin û hate gotin; “Eger îro hesap neyê pirsîn, wê li bajarên din jî heman qetlîam pêk werin.” -
Guzel: Tirkiye bûye rêveberiya tecrîdê
Parlamentera HDP'ê ya Amedê diyar kir tecrîda li Imraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji hêla Tirkiyê ve ji hêla hêzên navnetewî ve jî tê sazkarkirin. -
Cenazeyên Taş û Ulugana ên ku 3 mehan beriya niha hatin radestkirin spartin axê
Cenazeyên gerîlayên YJA Starê Aynur Ulugana û Suna Taş yên ku di şerê Lîcê de şehîd ketibûn, piştî 93’ê rojan radestî malbata wan hate kirin. -
KCK: Divê li her derê li dijî tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst têkoşîn bê mezinkirin!
KCK a têkildarî qetlîama li Konyayê daxuyaniyek da got: “Divê li her derê xwe rêxistin bikin, li dijî tifaqa desthilat a AKP-MHP’ê ya faşîst têkoşîn bê mezinkirin. Divê xwerêxistinkirin û xweparastin ji bo hemû Kurdan bibe têkoşîna hebûnê. -
TAJÊ: Ji ber şewbê neçar man ku komxebata xwe paş bixin
TAJÊ ya li gel jinên Iraqî bi hev re di salvegera qetlîama Êzidiyan de xwestin ku komxebatek bikin, ragihand ku ji ber şewba vîrûsa koronayê komxebata xwe taloqî dîrokek nediyar kirine. -
HPG: Em li benda daxuyaniya PDK’ê ne
HPG’ê diyar kir ku koma gerîla ya ku li Xelîfanê agahî ji wan nagire koma di bin fermandariya Serwer Serhat e û got: “Carekî din bi raya giştî didin diyarkirin ku li benda daxuyaniya PDK’ê ne.” -
Hevserokê DBP’ê Baynidir: Qetlîamên nîjadperst hêza xwe ji desthilat digre
Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir têkildarê qetlîamên nîjadperst ên li hemberî Kurdan axivî û got: “Ev êrîş û qetlîam hêza xwe bi temamî ji ziman û polîtîkayên nijadperest û cihêkar ên desthilata AKP-MHP’ê ya li hemberî Kurdan digre.” -
KNK: Ya li Konya bû, wehşet û komkujî ye!
Konseya Rêvebir ya KNK’ê bal kişand ser êrîşa nîjatperest a li Konyayê ku malbatek Kurd hate qetilkirin got: “Ev êrîş ne ji rêzê ye. Wehşet û Komkujî ye.” KNK’ê bang li her kesê kir ku li ber vê rabe. -
Sermayeguzariya nû ya AKP'ê ya li Wanê: deopoya SÎHA’yan
Desthilata AKP-MHP’ê ku 19 sal in îdîa dike ku dixwaze Wanê 'bike navenda kişandina mirovan’, çareseriya wê di avakirina depoyekê ku 3 hezar SÎHA'yan li xwe bigire de dît. -
Şêniyên Cizîrê li dijî êrîşa AKP-MHP’ê ya li Konyayê daketin kolanan
Cizîreyiyan li dijî êrîşa nijadperest ya faşîstên AKP-MHP’ê li Konyayê li hemberî malbata Dedeogûllari pêkanîbûn û 7 kes qetilkiribûn rijiya kolanan û meşiya. -
YPS/YPS-JIN: Emê tola wê ji AKP-MHP’ê bistînin
YPS/YPS-JIN li ser qetlîama 7 kesên ji malbata Dedeogûllari ya li Konyayê ev got: “Em soza xwe nû dikin ku emê di şexsê malbata me ya hat qetilkirin de tola vê ji AKP-MHP’ê bistînin.” -
Temellî: Yekan e rêya rizgariyê dawîkirina tecrîda li ser Ocalan e
Wekîlê HDP’î Temelî di çarçoveya pêngava ‘HDP’î ne li her derê ne’ li gel heyetekê serdana Colemêrgê kir. Temellî li vir axivî û anî ziman ku yekan e rêya rizgarbûnê dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan e. -
HPG: Di bombardûmanê de xisar li bax û baxçeyên gundiyan bû
Dewleta Tirk a dagirker ku derbên giran ji gerîla dixwe, bombardûmaneke giran li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Di êrişên hewayî de tiştek bi gerîla nehat, lê xisar li bax û baxçeyên gundiyan bû. Şewata li herêmê jî dewam dike. -
Gundiyên ku li Geliyê Sefo hatibûn kuştin hatin bibîranîn
33 gundiyên ku li Geliyê Sefo hatibûn kuştin ji hêla HDP'ê ve li navçeya Sarayê hatin bibîranîn. -
PDK li dijî gerîla dikeve çeperan
PDK bênavber hêz û çekên giran ber bi qadên gerîla ve vediguhezîne. Bi kepçe, makîneyên kar jî rê û çeperan çêdike. Dîmenê van amadekariyên leşkerî yên PDK'ê yên li dijî gerîla hate kişandin. -
Di Pêngava Bazên Zagrosê de şervanekî Rojhilatî
Gerîla Adil bêfikar, bêyî ku dudilî bibe ji ser hêzên dagirker ên li qada Mam Reşo bi cih bûbûn, da ku derbê li wan bide. Pêşî wî çentê xwe da pişta xwe û çeka xwe da ser milan. -
Li cihê Komkujiya 33 Guleyan dîwar tê lêkirin
Di ser komkujiya 33 Guleyan re 78 sal derbas bûn ku li navçeya Qelqelî ya Wanê rû da. Dewleta ku ji bo têkiliya Kurdên li Rojhilat û Bakur ji hev qut bike 33 gundiyên Kurd qetil kir, îro jî bi heman sedemê dîwar li ser sînor lê dike. -
Li Semsûrê 2 kes hatin girtin
Di operasyona qirkirina siyasî ya li Semsûrê de rêveberê bajar ê berê yê DBP'ê Yûsûf Bagirci û mamoste Erdal Çitrik ên hatibûn destgîrkirin, hatin girtin. -
PDK li pey provakasyonên nû ne
Hate ragihandin ku konvoya wesayîtên zirxî yên PDK’ê ji Şêladizê xwstine biçin qada Rêçbiraxa. Konvoya ku çû devera Geliyê Balinda hate ragihandin ku hêzên gerîla ew hişyarkirine. Derket holê ku hêzên PDK’ê dest dane çekan û ketine nava provakasyonê.