KURDISTAN
Beriya mîtînga "Bi Rêbertiya azad ber bi civaka demokratîk ve" ku wê roja Yekşemê li Amedê bê lidarxistin, li Amed, Xarpêrt, Çewlîg, Êlih û Sêrtê broşur hatin belavkirin. Her wiha stand hatin danîn û civînên gel hatin lidarxistin.
Kolberên bi navê Salah Bamîr û Resûl Bamîr ên ku li Şemzînanê hatin binçavkirin û piştre hatin girtin, daxuyandin ku li midûriyeta polîsanbi êşkenceya giran û destdirêjiya zayendî re rê bi rê mane. Piştî îfadeyên ku bi hewldanên parêzeran hatine wergirtin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku li Sêrtê û bajarokê Ziyaretê tevlî civînên gel bû got, “Rêberê Gelê Kurd Ocalan di şert û mercên tecrîdê de ji bo avakirina aştiyê têdikoşe. Dewletê ku Kurdan înkar dikir, niha di maseya muzakereyê de ye.”
Çetîn Arkaş di konferansa MÎA-FED de axivî û got, ya ku berpirsyariyê li civakê bar dike, exlaq e.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û avakirina aştiyê wê têkoşîna xwe dewam bikin û got, "Di maseya muzakereyê de em ê Birêz Ocalan bi tenê nehêlin."
Hemû Nûçe
-
Bi hezaran Geverî li dijî tecrîdê meşiyan
Geveriyan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî lidarxistin. Hevseroka HDP’ê Perwîn Bûldan axivî û got, “Ji ber ku êdî desthilatdarî nikare vî welatî birêve bibe, rûyeke wan ya bikarin derkevin pêşberî gel nemmaye."
-
-
-
-
Orhan: AKP serî li rêbazên dermirovî dide
Wekîla Wanê ya HDP’ê Muezzez Orhan bi tundî bertek nîşanî şandina cenazeyê gerîlayê HGP’ê Mahsûm Aslan ya bi kargoyê da û got ku ev rêbazê nû yê polîtîkayên qirêj ên şerê taybet yên 40 salin didomin e.
-
-
-
‘Bi bilindkirina têkoşînê rûmeta xwe biparêzin’
Komîteya Piştevaniyê ya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê têkildarê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mahsûm Aslan (Fîraz Paramaz) ya bi kargoyê ji malbatê re hatî şandin daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ev polîtîkayek yê şerê teybet ê desthilata AKP-MHP’ê ye.
-
HPG’ê şehîdên Garê bibîr anî
HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên sala 2016’an li Garê şehîd bûbûn bibîr anî û got: “Soz didin ku hedefên serketinê yên şehîdên me dewrî me kirîn, teqez em ê bigihînin serketinê.”
-
-
-
-
-
-
-
-
Li Sêrtê agir bi daristanê ketiye
Li bejahiya navçeyên Berwerî û Tillo yên Sêrtê li du nuqteyan şewat li daristanê derket. Li cihekê leşker rê nadin ku şewat bê vemirandin.
-
-
Altan: Rojnamegerî li Tirkiyeyê weke sûc tê dîtin
Hevserokê DFG’ê Altan anî ziman li Tirkiye rojnamevanî weke sûc tê dîtin û got:“Desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze weke saziyên girêdayî xwe hemû çapemeniyê bi xwe ve girê bide. Ji bo ku nikare vê pêk bîne zilim û zextên li ser çapemeniya azad zêde dibin.”
-
-
-
-
KCK: Em ji ber êşa mexdûrên şewatê xemgîn in
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo şewata daristanan a li Tirkiyeyê got ‘Rewşeke bobelat e. Em ji hemû gelên Tirkiyeyê re dibêjin derbasî be yên ku li bendê de şewat were tefandin. Em ji ber êşa wan xemgîn in.”
-
PJAK’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
PJAK’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 hevalên xwe yên roja 27’ê Tîrmeha 2021’an li herêma Bokanê şehîd bûbûn eşkere kir û banga xwedîderketina li bîranîna wan kir.
-