KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Fermandar Yaşar Çiya: Şerê şoreşgerî yê gel û gerîla, dewleta Tirk xistiye nava panîkê
Ji fermandarên HPG'ê Yaşar Çiya destnîşan kir ku şerê nêzî 4 meh in li qadên gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker tê meşandin, ji bo wan hîn destpêk e û got, "Şerê şoreşgerî yê gel û gerîla, dewleta Tirk xistiye nava panîkê." -
Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Belma Nergîz hate destgîrkirin
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Belma Nergîz îro serê sibehê hate destgîrkirin. -
Derewên şer, şeqama gerîla
Her ku çalakiyên gerîla didomin, lêgerîna dewleta Tirk a derewan û manîpulekirina raya giştî didome. Çalakî çendî mezin bin jî dewlet bi derewan dixwaze ser vê veşêre. -
Zozan Çewlik: Fermandar Egîd bû dengê berxwedana gelê Kurd
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik Pêngava 15'ê Tebaxê nirxand ku Cejna Vejînê ya gelê Kurd e û got, "Fermandar Egîd bû dengê berxwedan û hişyarbûna gelê Kurd, bû şûrê tûj ê gelê Kurd." -
Di operasyona qirkirina siyasî ya li Mêrsînê de gelek kes hatin destgîrkirin
Di serdegirtinên danê sibehê yên li Mêrsînê de gelek kes hatin destgîrkirin. -
Ji bo mexdûrên lêhiya Wanê kampanya alîkariyê
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê jî di nav de 9 yekbûyî ji bo navçeyên ku ber lêhiyê ketine û mexdûr bûne, kampanya alîkariyê dan destpêkirin. -
KCD'ê û DBP'ê serdana gundiyan kirin
Şandeyek KCD û DBP bi çarçoveya hevdîtinên "Dema Azadiyê" li gundên Gêman û Aşût ên Çelê serdana gundiyan kir. Gundiyan got, "Hûn partiyeke xwedî girseyeke berxwedêr in. Em bi ruh û can bi we re ne." -
Bi kargoyê şandina cenazeyê Aslan ê HPG'yî hate şermezarkirin
Bi kargoyê şandina cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahsûm Aslan ku şehîd bûbû, li Amedê hate şermezarkirin. -
Li Heftanînê bi çekên giran çalakî hate lidarxistin
Hêzên gerîla li Girê Dûpişkê yê Heftanînê 2 caran bi çekên giran li leşkerên Tirk ên dagirker xistin. -
Leşkerên Tirk êriş kirin, cotkaran paşve gav neavêtin
Berxwedana cotkaran a li dijî qutkirina ceyranê mezin dibe. Leşkerên Tirk bi bombeyên gazê êriş birin ser cotkaran. -
Rejîma Îranê kolberekî din kuşt, yek jî birîndar kir
Hêzên rejîma Îranê doh li ser xeta sînorê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî din kuşt, yek jî birîndar kir. -
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayan ku têkilî ji wan qut bûbû ragihand
HPG'ê nasmeya 3 gerîlayan ku 26'ê Tîrmehê li Başûrê Kurdistanê li derdora gundê Bêxme yê navçeya Xelîfan têkilî ji wan qut bûbû, aşkere kir. -
Bulbul: Gelê Dêrsimê divê projeyên li dijî bîr û baweriyê qebûl neke
Parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul diyar kir ku li Dêrsimê hin projeyên li ser warên pîroz wê cewhera bîr û baweriyê xera bike û got “Divê gelê me van projeyan qebûl neke.” -
Li Qersê 7 kes hatin destgîrkirin
Li Qersê di operasyonên qirkirina siyasî de 7 kes hatin destgîrkirin. -
Kalkan: Li tevahiya cîhanê wê serdema gerîla dest pê bike
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan: Ya heta niha weke destpêkekê dikare bê dîtin. Eger ev xeta fedayîtiyê bi xurtî bê dewamkirin, encamên qat bi qat mezintir wê bê girtin. Li tevahiya cîhanê wê êdî serdema gerîla dest pê bike. -
'Dibe ku Efgan ji aliyê hêzên paramîlîter ve bêne bikaranîn'
Serokê Komîsyona Mafên Penaberan a Baroya Amedê parêzer Bawer Mizrak têkildarî Efganên koçî Kurdistanê û Tirkiyeyê kirine got, "Eger statuyek ji Efganan re neyê naskirin, dibe ku ji aliyê hêzên paramîlîter ve bêne bikaranîn." -
Huseyin Denîz di salvegera 29’an a qetilkirina xwe de hate bibîranîn
Nûçegihan Huseyîn Denîz di salvegera 29’an a qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Rojnamevan Zeynel Bûlût ê di bîranînê de axivî, destnîşan kir ku Denîz salên 90’î bû dengê gel. -
Aydenîz: AKP-MHP Kurdan dijmin dibîne
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz got: “Desthilata AKP-MHP’ê gelê Kurd ji bo xwe dijmin dibîne.” -
Polîsan li Nisêbînê kesek qetil kir
Li Nisêbînê, polîsên Tirk kesek qetil kir. -
HPG: Li Avaşînê 2 dagirker hatin cezakirin
Hêzên gerîla li Avaşînê çalakî li dar xistin. Di encamê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
KODAR: Bila biratiya sedan salî ya gelên Kurd û Azerî ya li Neqedê were parastin
KODAR’ê têkildarê aloziya 7’ê Tebaxê ya li bajarê Neqedê ku di encamê de 2 Kurdan jiyana xwe ji dest dabûn daxuyaniyek nivîskî da û ji bo parastina yekîtiya gelên Kurd û Azerî bang kir. -
Malbata gerîlayê winda dixwaze PDK daxuyaniyekê bide
Malbatê gerîlayê HPG’ê Dijwar Berxwedan ê ku piştî êrişa PDK’ê ya di 26’ê Tîrmehê de agahî jê nayê stendin, dixwaze PDK rewşê zelal bike û daxuyaniyekê bide. -
NPG'ê fermandariyên eyaletên Dersim û Botanê pîroz kir
NPG'ê fermandariyên eyaletên Dersim û Botanê ji ber çalakiyên wan ên serketî pîroz kir. -
Li Ebexê qeyyûm û tarîkat otelekê ava dikin
Li Ebexa Wanê tarîkata Menzîlê û qeyyûm Şefîk Ensarî oteleke 4 stêrk ava dikin. Tê diyarkirin şirîkê veşartî yê otelê Engîn Levent Soylû ye yê ku kurê Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû ye. -
'Meha Mûharremê meheke mezin a îbadetê ye'
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê: Li Rojhilata Navîn Yezîtî dewam dike. Dewleta Tirk bi desthilatdariya AKP-MHP'ê bûye dewleteke Yezît. Di navbera Enqere ya vê demê û Şam a Yezît de ti cudahî nîne.