KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Zilar Stêrk: 15'ê Tebaxê cejna misogeriya hebûnê ye
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk got, "15'ê Tebaxê ji bo me û gelê Kurd cejn e, cejna vejînê ye. Cejna hebûn û serketinê ye. Lewma yek ji nirxên me yên herî girîng e." -
'Berxwedana li Kurdistanê encama Pêngava 15'ê Tebaxê ye'
Gerîlayên HPG'ê Pêngava 15'ê Tebaxê nirxandin û destnîşan kirin ku îro jî li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê li ser xeta berxwedanê ya fermandarê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) têdikoşin. -
Parastinê gefa girtinê li malbata gerîlayê HPG'ê Ayhan Tatli xwar
Felek û Fatma Tatli, ku ji bo li aqûbeta birayê xwe gerîlayê HPG'ê Ayhan Tatli bipirsin çûn Hewlêrê, gefa girtinê ji Parastinê xwarin. Felek û Fatma Tatli gotin, "Heta ku em agahiyê ji birayê xwe û hevalên wî werbigirin, em ê lê bigerin." -
Cotkarên ku DEDAŞ şermezar kiribûn hatin destgîrkirin
Li Rihayê 18 cotkarên ku DEDAŞ prtotesto kiribûn hatin destgîrkirin. -
‘Yê nekaribe pirsgirêka Kurd çareser bike wê têk biçe’
Li Geverê di hevdîtinên bi gel re yên “Dema azadiyê” de siyasetmedar axivîn û ev peyama ‘Yê pirsgirêka Kurd çareser neke wê têk biçe’ dan. Her wiha ji bo çareseriyê îşaret bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
Malbata Şenyaşar tê astengkirin û cezayê pere lê tê birîn!
Polîsên ku xwestin Malbata Şenyaşar asteng bikin, cezayê pere li Ferît Şenyaşar birî. -
Asayîşa PDK’ê kadroyekî YNK’ê revand
Ragihandina Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) ragihand ku asayîşa PDK’ê endamekî komîteya wan a Şêladizê revandiye. -
Li Serêkaniyê fîşek li serê zarokekî ket
Ji Serêkaniyê ya binxetê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, hate ragihandin ku fîşekek hatiye berdan û li Serêkaniyê ya Rihayê li serê zarokekî 3 salî ket. Zarok bi giranî birîndar bû. -
HPG: Li Zapê derb li dagirkeran hate xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku yekîneyên gerîla ji bo "silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê" li herêma Zapê li dijî çepereke artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. -
Berxwedana malbata Şenyaşar di roja 157'an de ye
Berxwedana malbata Şenyaşar di roja 157'an de ye. Dayik Emîne Şenyaşar got, "Ji bilî zilmê, ew bi tiştekî nizanin." -
PKK: Sala 38'an a Pêngavê wê bibe sala ji serketinên mezin!
Komîteya Rêveber a PKK'ê: Sala 38'an a Pêngavê wê bibe salek ku şerekî xurt lê bê kirin û serketina mezin bê bidestxistin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz, dostên xwe yên şoreşger-demokratîk dikin ku têkoşîna demokrasî û azadiyê li her qadê xurt bikin! -
Dîmenê çalakiyeke li Heftanînê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ya li herêma Heftanînê weşand, ku di encamê de 2 dagirker hatibûn cezakirin. -
Andok: Pêngava 15'ê Tebaxê li Başûr bandor li her tiştî kir
Andok: Pêngava 15'ê Tebaxê li Başûr bandor li her tiştî kir, gelek tişt jî guhert. Xwedîderketina gel a li gerîlayên azadiyê, asta vê bandorê radixe pêş çavan. -
Bi hinceta 'şewata daristanan' êşkenceyê li girtiyan dikin
Girtiyên li Girtîgeha bi Hejmara 1'ê ya Xarpêtê bi hinceta "şewata daristanan" dibin hedefa êşkence û lêdanê. -
Gerîla Êriş Serhed: Herêm di bin kontrola gerîla de ye
Gerîlayê HPG'ê Êriş Serhed têkildarî şerê navbera dewleta Tirk û gerîla axivî û anî ziman ku herêm di kontrola gerîla de ye. Êriş Serhed got, "Gerîla xwedî wê tecrûbeyê ye ku li her cihî şer bike û dijmin têk bibe." -
'Divê ciwan bi ruhê 15'ê Tebaxê li nava refên gerîla têbikoşin'
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Andok Çekdar got, "15'ê Tebaxê biryara jiyanê ya ciwanên Kurdistanê ya li dijî faşîzmê ye. Ciwanên Kurdistanê divê tevlî nava refên gerîla bibin û faşîzmê têk bibin." -
Şewata ku artêşa Tirk a dagirker li Geliyê Tiyarê derxistî didome
Hate hînbûn ku şewata berî 3 rojan di encama gulebarandina leşkerên Tirk a li gundikê Guzereş a li herêma Geliyê Tiyarê, destpêkirî, dewam dike. -
Pîrozbahiya 15’ê Tebaxê li Mexmûr destpê kir
TCM-TJCM’ê li Mexmûrê starta çalakiyên pîrozbahiyê ya 15’ê Tebaxê bi şahiyekê dan destpêkirin. -
8 girtî hatin sirgunkirin
8 girtiyên di Girtîgeha Tîpa T a Rihayê sirgunî girtîgehên li Behra Reş hatin kirin. -
Wekîla HDP’î Kaya serdana Malbata Şenyuşar a di berxwedanê de ye kir
Parlemetera HDP’ê Huda Kaya ya serdana Malbata Şenyaşar a di berxwedanê de ye kir got: “Heta hemû berpirs hesab nede me ê têbikoşin.” -
Li Agirî çalakî: 5 dagirker hatin cezakirin
HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li Demîrkapi ya herêma Gilîdagi ya Agiriyê 13’ê Tîrmehê dest bi operasyonekê kiribû, gerîla bi bayê bezê li yekîneyeke veşartî ya dijmin da. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin. -
Cerdevanan li Besta û Heftanînê dar birîn
Bi sedan cerdevanên ji bajarokê Şenoba yê Qilabanê, li herêmên Besta û Heftanînê dar birîn, herêm wêran kirin. -
Şêniyên Hewlêrê ji ber nebûna avê daketin kolanan
Şêniyên taxa Badawe ya bajarê Hewlêrê ji ber nebûna avê dakete qadan. Asayîşa Hewlêrê jî êriş bir ser girseyê û hewl da bi zorê ji hev belav bike. -
Şayan Eskerî PDK li ser malên gel gendeliyê dike
Şayan Eskerî: Li Herêma Başûrê Kurdistanê nexweşxane û zanîngeh li ser bûdceya hikumetê tên çêkirin, lê şexs desteser dikin. -
HPG: Şehîdên Serhedê pêşengên pêngava me ya serketinê ne!
HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên li Serhedê şehîd bûn eşkere kir û got, "Bi sekna xwe bûne pêşengên pêngava me ya serketinê ya şoreşgerî."