KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji endamên PYD’ê û Rêveberiya Xweser ên hatibûn girtin, 2 jê hatin berdan
Ji endamên PYD’ê û Rêveberiya Xweser ên 10’ê Hezîrana 2021’ê ji aliyê hêzên PDK’ê ve li Balafirgeha Hewlêrêr hatibûn destgîrkirin, 2 endamên PDY’ê hatin berdan, lê endamê Rêveberiya Xweser hê jî girtî ye. -
Heft roj in Şenê dişewite
Şewata ku berî 7 rajan li herêma Şenê ya Mûşê derketibû, hê jî didome. -
Li Xakûrkê 5 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin îmhakirin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star yên li Xakûrkê li dar xistin de, 5 dagirker hati ncezakiri, 2 çeper hatin îmhakirin. Di çalakiyê de dest danîn ser çekek BKC’’ê jî. -
Sancar û Akdenîz li Bedlîsê serdana esnafan kirin
Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar û Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz li Bedlîs û Norşînê serdana esnafan kirin. -
HPG: Em şehîdên Botanê bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG'ê 6 gerîlayên sala 2017'an li Botanê şehîd bûn bi bîr anî û got, "Çiyayên Botanê ku şahidî ji hezaran çîrokên lehengiyê re kiriye, 29'ê Tîrmeha 2017'an ji berxwedana hevrêyên leheng ên li qada Tehtereş re şahidî kir." -
Parêzerê Malbata Şenyaşar bang li baroyan kir
Berxwedana Malbata Şenyaşar di roja 143’mîn de ye. Parêzerê malbatê Serhat Kûrt bang li baroyan kir ku li rex malbatê cihê xwe bigrin. -
Sancar û Aydenîz: Pirsgirêka bingehîn tecrîd e!
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz bi rêxistin civakî re civiyan. Sancar got, "Hêza me heye ku hevsengiyên siyasî diyar bikin." Aydenîz jî destnÎşan kir ku pirsgirêka bingehîn tecrîd e. -
HPG'ê li ser koma gerîla ku agahî ji wan nedihate standin daxuyanî da
HPG'ê li ser koma gerîla ku agahî ji wan nedihate standin agahî da û got, "Li gorî agahiyên ku me ji gelê xwecih standiye hêzên bi ser PDK'ê ve dora komê pêçaye, van hêzan êriş biriye ser wan û hin hevalên me şehîd bûne." -
Dewlet sedema mirina Halîlê biçûk ev 25 roj in vedişêre
Ji ber biryara veşartinê ya li ser dosyaya Mehmet Halîl Yavûz ê 12 salî ku bi destikê derî yê Qursa Kuranê ya Karşiyaka ya Mûşê ve daleqandÎ hatî dîtin, li gel hemû hewldanan jî ev 25 roj in ser rûdanê ronî nebûye. -
Şehîdê Avaşînê Bahoz: Şoreş ji bo me rêya herî pîroz e
Şehîd Bahoz Rojhat ku bi çalakiyên li Avaşînê û bi keda ku bi salan dayî tê naskirin, bû yek ji sembola berxwedana pêngava Bazên Zagrosê. Bahoz, beriya ku şehîd bibe gotibû rêya şoreşa ji bo wî rêya herî pîroz e. -
Li Wanê lehî rabû
Li Wanê ji ber barîna zêde ya baranê ku di tevahiya rojê dom kir de lehî rabû. Di encama lehiyê de ji 2 şiwanan agahî nayê wergirtin, bi dehan kes li herma lehiyê dorpêçkirî mane. -
Nehiştin parêzer bi yên li Geverê hatibûn destgîrkirin re hevdîtina pêk bînin
Piştî ku di dema derbasbûna wesayîtên leşkerî ya li navçeya Gever a Colemêrgê de teqînek pêk hat, parêzerên ÎHD û OHD’yî ku dixwestin bi şiwanên hatibûn destgîrkirin re hevdîtinê pêk bînin hatin astengkirin. -
HPG: Li Geverê 6 dagirker hatin cezakirin, wesayitek Kîrpî hate îmhakirin
HPG'ê diyar kir ku li dijî konvoya dagirkeran a ji Geverê diçû Qereqola Wargenima, hêzên YJA Starê bi rêbaza sabotajê çalakî kirin. Di vê çalakiyê de wesayiteke Kîrpî hate îmhakirin, bi qasî hate tespîtkirin 6 dagirker hatin cezakirin, 10 jî birîndar bûn. -
'Heta ku kiryarên Roboskî neyên darizandin, demokrasî pêk nayê'
Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Pakîze Sînemîllîoglû got, "Heta ku komkujiya Roboskî neyê ronîkirin û bûyera ku qewimiye bi rengekî eşkere ji civakê re neyê vegotin, wê demokratîkbûn pêk neyê." -
Li Geverê gelek kes bi êşkenceyê hatin destgîrkirin
Leşkerên Tirk li Geverê dest bi operasyona qirkirina siyasî kir û gelek kesên ku tê gotin şivan in, bi êşkenceyê destgîr kirin. -
Egîtîm-Senê serdana Malbata Şenyaşar kir
Şaxên Egîtîm-Senê yên Amedê serdana Malbata Şenyaşar kirin, ku ev 142 roj in li ber xwe dide. -
Li ser sînorê Rojhilat li dijî Kurdan dîwar tê lêkirin
Parlamentera HDP'ê Mûazzez Orhan bal kişand ser plana lêkirina dîwar li ser sînorê Wan-Rojhilat û anî ziman ku ev yek ne li dijî penaberan lê belê li dijî Kurdan tê lêkirin." -
Şervanên YJŞ'ê dewreya xwe ya karateyê qedandin
Şervanên YJŞ'ê yên ku di bin sîwana Akademiya Şehîd Bêrîvan Şingalî de tevlî dewreya karate bûbûn û dewre qedandin gotin, "Ji perwerdehiya karateyê armanca me ew e ku çekeke me ya veşartî hebe." -
Deriyê sînor ê ku şeş caran hate vekirin, cara heftan hate girtin
Deriyê sînor ê Wan Îran Kapikoy-Razî ku heta niha şeş caran ji aliyê AKP'ê ve bi merasîma fermî hate vekirin careke din hate girtin. -
Şahidên komkujiya Nisêbînê: Bi panzeran di ser mirovan re diçûn
Li Nisêbînê piştî Newroza 1992'an dewleta Tirk li qada Pira Şehîdan komkujî kir. Şahidên wê rojê qala komkujiyê kirin û gotin, bi panzeran di ser mirovan re diçûn. -
Di operasyona qirkirina siyasî ya li Semsûrê de 2 kes hatin destgîrkirin
Li Semsûrê di serdegirtinên malan de ku ji aliyê jandarmayê pêkhat rêveberê berê yê DBP’ê û mamosteyek ku bi KHK’ê ji kar hatibû derxistin hatin destgîrkirin. -
HDP’î sedana gund û komînên Elkê kirin
HDP’î di çarçoveya kampanya ‘Em HDP’î ne, li her derê ne’ serdana komîn û gundên navçeya Elkê ya Şirnexê kirin. -
Gundiyên Êlihê li dijî tecrîda Imraliyê helwest nîşan dan
Şandeya HDP'ê serdana gundên Êlihê kir, bal kişande ser tecrîda Imraliyê û berxwedana zindanan. Peyama, ''Em bibin dengê girtiyan'' dan. -
Gerîlayên HBDH û KBDH’ê: Divê gel xwedî li berxwedana gerîla derkevin
Gerîlayên HBDH û KBDH’ê bang li gel kir ku divê xwedî li berxwedana gerîla derkevin. Gerîlayan anî ziman ku divê berxwedan li kolanan bê xurtkirin û got: “Desthilata AKP-MHP’ê wê rizgar nabe." -
YJA Starê li Zapê çalakî kir
Gerîlayên YJA Starê li herêma Zapê li dagirkeran xistin, ku hewl didan li qada Cîloyê Biçûk çeperan çêbikin. Piştî vê çalakiyê dagirker neçar man ku êrişên xwe rawestînin.