KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Divê em; gelê Kurd berpirsiyariyên xwe pêk bînin'
Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Elî Urek bal kişand ser gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser wargeha Mexmûrê û diyar kir, ku êrişên tên kirin ji tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne cuda ye. -
PKK: Şoreşa Rojava parçeyek ji şoreşên Kurdistan û Rojhilata Navîn e
Komîteya Rêveber a PKK'ê têkildarî salvegera Şoreşa Rojava daxuyanî da û got, "Li cografyayeke biçûk hatibe kirin jî Şoreşa Azadiyê ya Rojava parçeyekî Şoreşa Sûriyeya Demokratîk, şoreşên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e." -
Li Geverê ji ber teqînê pez telef bû
Li mezraya Bêrindik a Serê Sata ya Geverê ya bi ser Colemêrgê teqînek çêbû. -
Welatparêzê şehîd Îqbal Muradî hate bibîranîn
Li Pêncewînê bi boneya 3’emîn salvegera şehadeta welatparêzê Kurd Îqbal Muradî merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. -
Gerîla ji 4 baskan ve lê da: 9 dagirker hatin cezakirin
Hêzên gerîla li qada Werxelê ya Avaşînê ji 4 baskan ve li leşkerên Tirk ên dagirker dan. Di vê çalakiyê de 9 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik û çekek bombeavêj hatin îmhakirin. -
Dîmenê çalakiyeke YJA Starê ya li Heftanînê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîlayên YJA Starê weşand ku 17'ê Hezîranê li herêma Heftanînê pêk anî û di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin. -
KNK: Şoreşa Rojava di 9'emîn salvegera xwe de bi serketî dewam dike!
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 19’ê Tîrmehê salveger 9. a Şoreşa Rojava peyamek nivîskî weşand û ji bo xurtkirin û xwedîderketina li şoreşê bang kir. -
Gerîlayê YRK'ê Asos: Divê her kes bikeve bin barê şoreşê
Gerîlayê YRK'ê Mêrxaz Asos bal kişand ser berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dewleta Tirk û diyar kir ku pêwîstî bi piştgiriya gel heye. Mêrxaz Asos got, "Divê gelê Kurd nebe temaşevanê vî şerî. Lazim e cihê xwe di nava berxwedanê de bigire." -
Di salvegera 2’emîn a dorpêçê de gelê Mexmûrê daket kolanan
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi boneya 2’emîn salvegera dorpêça ku rêveberiya PDK’ê li ser wan daniye, meşeke protestoyî lidarxistin. -
Li Avaşînê gelek leşker hatin cezakirin
Li qada Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê duh şerên mezin çêbû. Gerîlayan ji 4 aliyan ve çalakî lidarxistin û gelek leşkerên Tirk ceza kirin. -
Leşkerên Tirk û cerdevan agir bi daristanan dixin û daran dibirin
Li herêma Besta ya Şirnexê leşkerên Tirk agir bi daristanê xistin û cerdevan jî daran dibirin. -
Xizmên windayan ên Êlihî ji bo Vedat Aydin hatin ba hev
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê, daxwaz kir ku berpirsên Vedat Aydin bê darezandin. -
Di kongrya MEBYA-DER’ê de li hemberî tecrîda Ocalan bi hêrs bûn
Di kongeya MEBYA-DER’ê de ji bo hevserokatiyê Şehmûs Karadag û Yuksel Almas hatin hilbijartin. Di kongreyê de nerazîbûn nîşanî tecrîdê hate dayîn û peyama ‘Kurd wê neqedin’, dan. -
HPG: Dagirkerên xwestin bikevin tûnelên şer hatin têkbirin
HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker xwestin bikevin tûnelên şer ên qada Girê Sor a herêma Avaşîn, li ser têkoşîna gerîla neçar man ku qedemeyek xwe paş ve bidin. -
Mêrdîniyan tecrîda Îmralî protesto kirin
Li Mêrdînê tecrîd hate protestokirin, berxwedana zindanan hate silavkirin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay a di çalakiyê de axivî got: “Tecrîd, polîtîkaya şer û qetlîam e.” -
Dayikên Şemiyê: Wê teqez têkoşîna me ya edaletê bi encam bibe!
Dayikên Şemiyê got: “Ne me, yên heskiriyên me winda kirin û ev rewş dan çêkirin bên darezandin.” dayikan daraza dewleta Tirk şermezar kir. -
HPG’ê nasnameya gerîlayeke li Amedê şehîd bû eşkere kir
HPG’ê nasnameya gerîlayeke ku 18’ê Gulanê li Amedê şehîd bûbû, eşkere kir û got: “Di serî de sersaxî ji malbata hevêryê xwe Armanç û hemû welatparêzên Êlihê û gelê Kurdistanê re dixwazin.” -
Denîz Poyraz li Enqerê bibîr anîn
Denîz Poyraz a HDP’î ku li Îzmîrê hatibû qetilkirin, li Enqereyê hate bibîranîn. Di bîranînê de peyama ‘Em ê serhildana mezin bikin’ dan. -
PJAK’ê Îqbal Muradî bi bîr anî
Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Endamê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê Îqbal Muradî di sêyemîn salvegera şahadeta wî de bibîr anî û soza berdewamkirina rêbaza şehîdan dûbare kir. -
Li aqûbeta Aksoy û Cîngoz ên hatin êşkencekirin pirsîn
Xizmên Windayan û ÎHD’ê vê hefteyê li aqûbeta Edîxw Aksoy û Orhan Cîngoz ên hatin êşkencekirin û windakirin, pirsiyan. -
Rewşa pitika dayika ku polîsan êşkence lê kir krîtîk e
Rewşa pitika dayika ducanî Hatîce Baykara ya ku polîsan di serdegirtinên li Hezexê de êşkence lê kir, krîtîk e. Polîsan dest danî ser rapora Baykara. -
Li Wanê Rewşa Awarte didome: 15 rojên din jî 'qedexe'
Li Wanê 'qedexeya çalakî û bernameyan' 15rojên din jî hate zêdekirin. -
Berxwedan li Zendûra hate nivîsîn
Dem niha li Zendûra tê jiyîn. Şoreş êşên xwe yên welidînê dikişîne. A tê azadî ye, ji ber ku şoreş a niha tê jiyîne. -
KCK: Şoreşa Rojava rengê Rojhilata Navîn guherand
KCK’ê derheqê salvegera 9’an a Şoreşa Rojava daxuyanî da û got, "Bi Şoreşa Rojava re ne tenê rengê Rojava û Sûriyê, ya tevahiya Rojhilata Navîn guheriye. Hemû civakan bi rengekî radîkal diguherîne. Tesîrên vê deh salên li pêşiya me wê xweştir xuya bike." -
Xwe kir diyarî ji bo azadiya Kurdistanê
Vejîn Agirî bû agirê berxwedanê, mîna meşaleyeke ku qet nevemire, mîna bi hezaran fedayiyên li çiyayên azadiyê bûne nemir, xwe kir diyarî ji bo azadiya Kurdistanê.